Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YPG: Şoreşa Rojava veguherî şoreşa gelan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG): Bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û li ser esasê neteweya demokratîk Şoreşa Rojava pêk hat û bi têkoşîna hevpar a gelan û destanên qehremaniyê veguherî şoreşa gelan.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi minasebeta salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava peyameke nivîskî weşand.

Di peyama YPG’ê de wiha hat gotin:  “Yek ji mezintirîn bûyerên ku di destpêka sedsala 21’an de li cîhanê qewimîn, bê guman Şoreşa Rojava bû. Çawa ku di destpêka sedsala 20’an de li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêk hat û bandora xwe li hemû cîhanê kir, Şoreşa Rojava jî di sedsala 21’an de bandora xwe pêşî li herêmê kir û piştre jî belavî tevahî mirovahiyê bû. Di vê wateyê de şoreşa Rojava; di rastiya Rojhilata Navîn de ronesansek, di rastiya mirovahiyê de şoreşek e. Şoreşa Rojava ya ku bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî li ser hîmê neteweya demokratîk ava bû, veguherî destaneke qehremaniyê ya ku bi têkoşîna hevpar a tevahî neteweyan; kurd, ereb, asûrî, ermen, tirkmen û neteweyên din, bû şoreşa tevahî gelan. Em  salvegera 11’emîn a şoreşa Rojava ku di heman demê de salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, li mîmarê şoreşa me, li rêberê neteweya demokratîk Rêber Apo, li şehîdên me yên qehreman ku di pêkanîn û parastina şoreşê de destanên lehengiyê nivîsandin, li tevahî gelên me yên herêmê û li mirovahiyê pîroz dikin.

Şoreş bû hêvî

Şoreşa Rojava bi qasî ku ji bo mirovahiyê hêviyek e, ew qas jî derbeyeke mezin li dijminên şoreşê daye. Ji ber ku planên hêzên hegemon serûbino kirin. Plana mezin a mudaxelekirina Rojhilata Navîn rastî têkoşîna tevgera azadiyê û raperîna gelan hat. Di serî de dewleta tirk a qirker û faşîst, bandora Şoreşa Rojava tirs û xofeke mezin kir dilê hêzên hegemon. Şoreşa Rojava bi avakirina YPG’ê ku cara yekem di sala 2011’an de wek YXK’ê xwe bi rêxistin kir, bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re avabûna xwe ragihand, di sala 2013’an de bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û di sala 2015’an de bi navê HSD avakirina hêzeke hevpar a parastina tevahî Sûriyeyê, hêzeke parastinê ya xurt ku tevahî ciwanên herêmê di nava xwe de dihewîne, derkete holê. Bi vî rengî hêzên parastina şoreşê bi awayekî xurttir xwe bi rêxistin kirin li hemberî her awayê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê bûn mertal. Bi vî rengî rê li ber armanc û hedefên hêzên berjewendîperest ên dagirker hat girtin. Ji ber ku Şoreşa Rojava ji destpêkê ve bûye hedefa êrîşan, ev nîşan dide ku rêya Şoreşa Rojava xêz kiriye, yek ji rêyên rizgariya mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava bersiv û helwesteke li dijî vê planê ye.

Beriya niha bi sed salî welatek û gelên wê li Lozanê ji hev hatin parçekirin, vê carê tê plankirin ku ev welat û tevahî herêm bibe hezar parçe û sedsaleke din jî wêran bibe. Ji ber vê yekê jî erk û berpirsyariya hevpar a her kesên ku vê parçebûnê qebûl nakin û dibêjin “ez mirov im” ew e ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Şoreşa jinan

Yek ji bandora herî mezin a şoreşa Rojava û yek ji rastiyên ku di dîrokê de tu şoreşan nekiriye, pêşengiya jinan a ji şoreşê re ye. Rastiya şoreşa Rojava di vî warî de bêhempa ye. Ji ber ku jinên rojavayî li ser bingehê felsefeya Rêber Apo ya jina azad û civaka azad, asteke zanebûnê qezenc kirin û çav berdan rêya azadiyê. Ji wê ye ku bi dilwêrekiyeke mezin pêşengiya şoreşê kir û di eniyên herî pêş ên cengê de destanên lehengiyê ku li tevahî cîhanê deng veda, nivîsandin. Ev rastî bû sedem ku Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan were pênasekirin û bi vî rengî li tevahî cîhanê were naskirin. Pênaseya Rêber Apo ya ‘Şoreşa Rojava şoreşa jinan e’ vê rastiya şênber îfade dike. Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan di sala xwe ya 11’emîn de berdewam dike û bi pêşengiya jinan ji hemû jinan û mirovahiyê re dibe çavkaniya hêvî û îlhamê.

Şehîdên Şoreşa Rojeva

Mîmarên sereke yên ku Şoreşa Rojava pêk anîn, şehîdên me ne. Bi vê boneyê em di şexsê fermandarê xwe şehîd Herekol bi navê xwe yê rast Hisên Şawîş ku di 19’ê Tîrmeha sala 2016’an de tev li karwanê nemiran bû, em careke din tevahî hevrêyên xwe yên şehîd bi hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Fermandar Herekol ku yek ji damezirîner û pêşengên Şoreşa Rojava ye, bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe di her warî de ava kir, li ser vê bingehê jî di amadekarî û pêkanîna şoreşê de fedakariyeke mezin raber kir. Hevrêyê me Herekol mêrxasek e ku li ser xaka Rojava ya bi bereket ji dayik bûye. Ji ciwantiya xwe heta roja şehadetê ji bo azadiya gelê kurd û tevahî gelên bindest têkoşiya û ji bo bicihanîna erkên demê kedeke mezin raber kir. Di pêvajoya herî dijwar a şoreşa 19’ê Tîrmeha sala 2012’an fermandar Herekol tevî hevrêyên xwe barek dîrokî hilgirte ser milê xwe û bi vî rengî meşaleya şoreşê ya ku hate pêxistin, gihadiye roja me ya îro.

Li ser vê bingehê li dijî hemû hêz û polîtîkayên ku dixwazin kurdan ji sedsalek berê lawaztir û mexdûrtir bikin, avakirina eniyeke berxwedanê ya topyekûn ji her demê bêhtir lezgîn û esas e. Em bawer dikin ku di serî de gelê kurd ê ku heq kiriye wek gelên di nava gelên cîhanê de were naskirin û bi awayekî azad hebûna xwe ava bike, wê tevahî gelên herêmê û mirovahî xwedî li şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê derkevin û bi têkoşîneke hevbeş siberojeke azad û demokratîk ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar