Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

YPG’ê Amara Ronahî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 15`ê îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku fermandar Amara Ronahî di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di tebaxa 2022`yan de gihîştiye asta şehadetê.

Navenda Ragihandinê ya Yeknîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê fermandar Amara Ronahî bi bîr anî.

Daxuyaniya YPGӐ wiha ye:

“Şoreşa rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi ked, fedekarî û lehengiyeke bêeman hat avakirin. Di kêliyên herî zor ên şerê dagirkeriyê de bi hezaran ciwanên kurd ji her çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan qadên cenga Rojava û bi zanebûna ku xeteriya li ser Rojava xeteriya li ser tevahî Kurdistanê ye bi wêrekiyeke mezin şer kirin û destanên qehremaniyê nivîsandin. Bêguman di rojên herî teng û xeter de gerîlayên hêzên parastina gel ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşt û bajaran û canê xwe li hember çeteyên DAIŞ’ê kirin mertal. Yek ji wan gerîlayan jî şehîd Amara Ronahî bû, bi navê xwe yê din Gamze Laçîn.

Hevrê Amara ku di sala 2014’an de ji çiyayên bakurê Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanê, şahidî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re kir û bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û tevî hevrêyên xwe, mizgîniya azadkirina bajarê Kobanê da gelê kurd û tevahî cîhanê.

Bi qasî ku hevrê Amara di nava dijwariya şer de, ked û fedekariyeke mezin raber kir, ewqasî jî kedeke wê ya mezin di nava kar û xebatên Navenda Ragihandina YPG’ê de jî çêbû. Mîna hevrê Agirî, Eylûl, Heqî, Xerîb û Canşêr, heval Amara jî bû dengê şervanên YPJ û YPG. Bi objektîfa xwe dijwariya şerê Rojava û berxwedaniya şervanan ji tevahî cîhanê re teyîsand.

Di kêliyên şopandina wê ya di şer de bi taybet li hemberî êrîşên li ser jin û zarokan pir hişyar bû. Êşa wan, zilma li ser wan wek zilma li ser xwe didît û ji bo wê çi pêwîst dikir, bê teredut, bê hesab kar û xebat dida meşandin.

Hevrê Amara di pêvajoya xwe ya ragihandinê de careke din bi rola xwe ya pêşengiyê rabû û di her beşên xebata ragihandina YPG’ê de bi awayek aktîf cihê xwe girt. Di hemû kêliyên jiyanê de, di nava hevrêyên xwe de bû. Carna bi tembûra xwe, carna bi dengê xwe yê zelal, carnan jî bi vegotina bîranînên xwe yên şerê Kobanê kete dilê hemû hevrêyên xwe. Bi her awayî şopeke ku nayê ji bîrkirin di dil û mejiyê me de ava kir. Di navenda ragihandina YPG’ê de sekna jina ku pêşengiya jiyan, tekoşîn û şoreşê dike bi dilnizmiyeke mezin temsîl kir. Di kar û xebatên xwe yên ragihandinê de jî ruhê berxwedaniya Kobanê, qehremaniya hevrêyên xwe û heqîqeta jiyana şervanên azadiyê, heqîqeta şoreşê malê dîrokê kir. Wek navenda ragihandina YPG`ê heger em gihane van rojan û bi awayek berfireh kar û xebatên xwe di her qadê de didin meşandin, ev bi saya keda hevrê Amara û keda bi dehan şehîdên ragihandina YPG’ê ye.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrê Amara Ronahî de tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û soza şopandina dengê rastiyê nû dikin. Em ê bi pênûs û objektîfa ku me ji wan dewr girtiye bibin dengê azadî û heqîqetê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar