Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

YPG’ê bîlançoya mehên nîsan û gulanê parve kir

YPG’ê bîlançoya çalakî û operasyonên hêzên wan ên di meha nîsan û gulanê bi daxuyaniyekî nivîskî parve kir. YPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 10 çete hatine kuştin û 377 çete jî hatine girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha nîsan û û gulanê aşkera kir. YPG’ê da zanîn ku hêzên wan di van mehan de 12 çalakî û 71 operasyon pêk anîne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Hêzên me di mehên nîsan û gulanê de operasyonên xwe yên ewlehî yên di serî de li dijî DAIŞ, şaneyên veşartî yên MÎTê ku hewldidin aştî û aramiya li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê têk bibin, operasyon li dar xistin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyonê yên Taybet li dijî van pêkhateyên navborî gelek operasyon lidar xistin.”

YPG’ê wiha domand: “Di operasyonan de 10 çete hatin kuştin. Hêzên me 12 çalakî pêk anîn û 71 operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de 377 çete hatin girtin. Her wiha hêzên me 5 çekên cûr bi cûr, 105 mayîn, motorsîkleteka bombebarkirî, wesayîteka bombebarkirî, debanceyek, telefonek, hîn dokumanên rêxistinî û 10 mayinên aîdê rejîma Sûriye û MÎT’ê jî desteser kirin.”

Di berdewamê de jî YPG’ê agahî dan: “Hêzên me yên YAT’ê û Tîmên Operasyonên Taybet jî li dijî MÎT û komên di bin venêrîna wê de çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li dijî MÎT’ê û çeteyên Mertalê Firatê 4 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 2 endamên MÎT’ê û 8 çeteyên Mertala Firatê hatin kuştin. 2 endamên MÎT’ê û 8 çeteyên Mertala Firatê jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me 6 hewldana êrîşê yên MÎT’ê û komên girêdayî wê astengkirin. Di nav du mehan de hevalekî me şehîd bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar