Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPG’ê bîlançoya sala 2018’an aşkera kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnan a sala 2018’an parve kir. Di daxuyaniyê de YPG’ê sala 2018’an weke sala berxwedanê destnîşan kir û da zanîn ku hêzên wan serkeftinên mezin bi dest xistine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnan a sala 2018’an parve kir. Di daxuyaniyê de YPG’ê destnîşan kir ku sala 2018’an ji bo hêzên wan bû saleke berxwedanê.

YPG’ê destnîşan kir ku gelên rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ji bo parastina nirxên xwe, pêşengî ji şoreşê re kir û bi hezaran ciwanan di refên têkoşînê de cih girt. YPG’ê diyar kir ku weke li hemberî rêxistina terorî ya DAIŞ’ê û artêşa tirk berxwedaneke bêhempa tê dayîn. YPG’ê daxuyand ku bi sedan şervanên enternasyonel jî di nava berxwedana wan de cih girtiye û berxwedana wan li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bûye mîrateya hevrejiyana demokratîk a gelan.  YPG’ê da zanîn ku sala 2018’an jî bû salek ku ev têkoşîn destkeftiyên mezin qezenc kirin û pêş de çû.

Di daxuyaniyê de YPG’ê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya di navbera 18’ê adarê û 20’ê çileyê de û ev dane parve kirin: “Hêzên dijmin 1098 êrîşên hewayî û 3577-4000 hezar êrîşên bi çekên giran pêk anîn. Li dijî van êrîşan, hêzên me jî 900 çalakî pêk anîn û 176 çalakiyên ku encama wan nehat zanîn pêk anîn. Di encamê de 2 helîkopter, 2 balafirên bêmirov (1 drone, 1 Bayraktar), 122 wesayîtên leşkerî, 2 wesayîtên bombebarkirî û motorsîkleteke ji hêla hêzên me ve hatin îmhakirin. Her wiha 32 wesayît hatin derbkirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 2422 kesên hezên dijmin hatin kuştin. Di êrîşan de 224 (ji van 51 zarok, 42 jê jin in) sivîl hatin kuştin û 650 (87 zarok, 93 jê jin in) sivîl jî birîndar bûn. Di heman demê de 544 şervanên me jî şehîd bûn.”

Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê

YPG’ê di berdewamê de jî bîlançoya giştî ya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê parve kir û ev agahî dan: “Hêzên me 147 çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de 350 dagirker hatin kuştin (6 jê payebilind, 65 leşkerên tirk û 8 jê serçete bi giştî 285 çete). Her wiha 18 jê leşkerên tirk û 153 jê çete bi giştî 171 çete jî birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser 18 kalaşnîkof, çekeke MG-3, 2 demançe û gelek belgeyên leşkerî. Her wiha 36 wesayîtên leşkerî, tangek a T55, panzêrek, pîqapek, 3 motorsîklet û baregehek jî hatin îmhakirin. 4 wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Her wiha encama 5 çalakiyan jî nehat zanîn. Artêşa tirk bi tevlêbûna bi hezaran çeteyan, balafirên şer û keşfê 13 caran li Efrînê operasyonên berfireh pêk anîn. Di encama êrîşan de 16 şervanên me û 56 şervanên YPJ’ê şehîd bûn. Her wiha şervaneke me birînda bû û yek jî dîl ketiye destê dijmin.”

Êrîşên li ser sînor

YPG’ê piştre jî da zanîn ku di dirêja sala 2018’an de artêşa tirk li seranserî sînorê Rojava û bakurê Sûriyeyê li dijî hêzên wan û sivîlan êrîş pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê encama êrîşa wiha ne: “Artêşa tirk a dagirker 53 caran êrîşî çeperên hêzên me û sivîlan kir. Di encamê de 3 jê zarok bi giştî 13 sivîl birîndar bûn û yek jê zarok 2 sivîl jî hatin qetilkirin. 2 zarokên li ser sînor pê li mayinên tirkan kirin jî mirin. Di çalakiyên hêzên me yên parastinê de jî 2 leşker hatin kuştin. Her wiha endameke Hêzên Senadîd, 2 endamên Erka Xweparastinê û 2 xebatkarên çapemeniyê birîndar bûn. Hêzên me li Kobanê Droneyek xist û kete destê hêzên me.”

Operasyonên li dijî DAIŞ û hucreyên veşarî

Di berdewamiyê de jî YPG’ê da zanîn ku Yekîneyên Antî-Terorê (Y.A.T.) 45 operasyon, Tîmên Operasyonên Taybet jî 590 operasyon li dijî DAIŞ’ê û şaneyên veşarî pêk anîne û encama operasyonan wiha parve kir: “Di encamê de 5 jê biyanî, bi giştî 107 DAIŞ’î hatin girtin. Her wiha 2 jê serçete, bi giştî 204 çeteyên DAIŞ’ê û 31 çeteyên ku amadekariya êrîşan dikirin hatin kuştin. Di operasyonan de 161 çeteyên DAIŞ’ê jî birîndar bûn. Bi van operasyonan pêşî li 55 hewldanên êrîşan hate girtin. Her wiha hêzên me 6 jinên êzidî û zarokeke ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Hêzên me di operasyonan de 25 wesayît û motorek rûxandin û 8 wesayît jî derb kirin. Her wiha hêzên me 12 torbeyên madeyên teqemeniyê, 1345 mayin, 2 wesayîtên bombebarkirî, 35 moşek, 3 guleyên tangê, 11 hawan û guleyên wê, 126 rokêtên çeka SPG-9, 575 kalaşnîkof (AK-47), 3 çeka Lav û 2 rokêtên wê, 3 çeka doçka 12.5 û 6 sindoq fîşekên wê, 6 çeka doçka 14.5 û 183 qutî fîşekên wê, 8 qutiyên fîşekê yê çeka A4, 6 bombeavêj, 40 çekên BKC, 12 çekên Karnas, 15 çekên G3, 17 çekên M16, 27 çekên RPG û 267 rokêtên wê, 1004 bombeyên destan, 121 rextên teqemeniyê, 2 dûrbînên şevê, 5 dûrbînên roj, 11 demanca û fîşekên wê, 4 destik, 19 telefon û gelek belge hatin desteserkirin.”

Daneyên giştî parve kirin

YPG’ê diyar kir ku sala 2018’an hêzên wan li Efrîn û Dêrazorê têkoşîneke bêhempa meşandine û wiha bi dawî kir: “Di çarçoveya qonaxa yekemîn û duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 600, di pêngava Bagera Cizîrê de 201, di encama qezayên trafîkê û qezayên din de 61, di encama nexweşiyên giran û krîza dil de 20, di operasyona paqijkirina berhemên çeteyan ên li Reqqayê de 7, di encama êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser sînor de jî 5 şervanên me şehîd bûn. Di tevahiya salê de bi giştî 894 şervanên me şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar