Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YPJ: 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera avabûna YPJ’ê pîroz be

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku 4’ê Nîsanê him rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û him jî roja avabûna YPJ’ê ye û wiha got “Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêla jiyana nû ya azad e.”

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 9’an a damezirandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye: “Em 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê li rêber Apo, li hemû şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, li hemû jinên têkoşer û hemû azadîxwazan pîroz dikin. Em hêzên YPJ’ê şehîdên ku bi canê xwe şoreş avakirin û bûne remza artêşa YPJ’ê weke hevrê Silava, Bêrîvan, Jinda, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avesta û Sosin bi bîr tînin. Heman demê de hevrêyên me yên enternasyonal ku bi dil û can felsefeya rêber Apo a azadiyê hembêz kirin û ji bo jina azad, şoreşa Rojava canê xwe feda kirin hevrê, Anna Campbell, İvana Hoffman, Ceren Guneş, Zilan Ereb, Sarya Ozgur û dîsa hevalên me yên jin ku di çeperên berxwedanê de dîl ketin deste çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî, bi bîr tînin. Em vê roja ku têkoşîna YPJ’ê gihaşte sala xwe ya 9’emîn li wan jî pîroz dikin. Û dibêjin ku têkoşîna me bi keda wan hate roja îro. Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêla jiyana nû a azad e.

YPJ’ê ji gavên xwe rêxistinkirin, pêşengî kirin û heya artêşbûnê perspektîfa azadiyê ji rêber Apo girt û ji bo artêşbûna jin a herêmê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku axa xwe û nasnameya jina azad bi hêza xwe ya cewherî diparêze. Derketin û artêşbûna YPJ’ê ji bo hemû jin û gelê herêmê bû hêviya paşeroja azad. Hêzên YPJ’ê di hemû qadên têkoşînê de ji bo azadiyê şer kirin, têkoşiyan û bêhempa li ber xwedan. Keda ku bi salan YPJ’ê di Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de raber kir ji bo hemû jin û gelê herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya serkeftinê. YPJ’ê li ser vê bingehê  9 sal in bi paradigmaya demokratik, ekolojîk û azadîxwaziya jin û bi bîrdoziya rizgariya jin û netewa demokratik şoreşa xwe mezin dike. Hêza xwe ya parastinê xurt dike û di çarçoveya parastina rewa de şoreşa xwe diparêze.

Bê guman roja artêşbûna YPJ’ê a 4’ê Nîsanê jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku di roja ji dayîkbûna Rêber Apo de hatiye ragihandin. Rojbûna Rêber Apo ji bo lêgerînvanên azadiyê roja nasname, çand, hebûn û heqîqetê ye ku îro fikr û ramanên Rêber Apo dibe pusulaya azadiyê û di serî de weke YPJ ji bo me û ji bo hemû kesên azadîxwaz felsefeya azadiyê weke navnîşana meşa xwe dibînin. Şoreşa me ya ku bi têkoşîn û berxwedanên destanî xwe gihande îro wê bi heman rihê bidome, em ê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin, şoreşa xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê banga me ew e ku ji bo xurtkirina şoreşa Rojava ku hemû jinên cîhanê tê de hebûna xwe dibînin were mezinkirin, ji Rojava re statu were dayîn û xeleka azadiyê berfireh.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar