Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ banga yekbûyîn û rêxistinbûnê li jinan kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku bibin yek û xwe rêxstin bikin

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da û jinên şoreşger bi bîr anî.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di vê serdema ku tundî û qirkirina li ser jin û civakê di asta herî jor de pêk tê, jinên serhildêr û azadîxwaz jî bi hemû hêz û vîna xwe li ber xwe didin, bi biryardariyeke mezin li hember mêrê kujer û feraseta desthilatdar ku li ser jin û civakê qirkirinê ferz dikin tekoşîna azadiyê didin û 25’ê Mijdarê bi coşeke mezin a berxwedanê pêşwazî dikin.

Têkoşîna jinan a ku xwe dispêre serpêhatiya xwişkên Mirabalan heya Roza, Clara, Şoreşgera mezin Sara û heya şehîdên şoreşa Rojava ku îro di şexsê Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat de bilind dibe, bi ruhekê mezin ji çiyayên Kurdistanê heya axa şoreşê li Rojava û heya Afganistanê hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jin bi her rengî têkoşîna xwe mezin dikin û ev jî dibe tirsa mêtingerî, dagirkerî û faşîzmê.

Ev pêvajoya ku feraseta kujer jinan di malê de dikuje, di qadên têkoşînê de hedef digire, ji welatê wê koç dike, dixwaze dest biavêje hebûn, zanebûn û vîna jinan,  pêwîstî bi rêxistinbûn û bi hêza jinan a cewherî tevgerînê heye û rêya li hember van êrîşên çandî, civakî û siyasî xwe parastinê tenê bi rêxistinbûneke xurt yê pêk were. Çawa ku jin li Rojava hêza xwe ya cewherî ve şoreş pêk anîn konê tarîtiyê çirandin bû artêş, bi felsefeya bîrdoziya rizgariya jin a ku Rêber APO pêş xist xwe perwerde kirin, mezin bûn, îro bi heman ruh, feraset û biryardariya şikandina desthilatan a mêrê kujer jin bikaribin di şexsê jinan de civakeke azad ava bikin.

Weke hêzên YPJ’ê em dibêjin, me şoreş bi Fermandar Sosin Bîrhat nas kir û jiya, feraseta desthilatdar ku nikare hebûna jinên zana, pêşeng hezim bike û hêza jinên rêxistinkirî hedef digire ji xwişkên Mirabal heya, pêşenga azadiyê a mezin Sara û dîsa fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat bi heman ferasetê ve hatin hedef girtin. Roja îro desthilatdarên ku di axên dagirkirî de her cure tundî û tunekirinê li ser jin û gel ferz dike encama heman ferasetê ye. Bangawaziya me li hemû jinên kurd, ereb, ermen, asur, suryan hemû jinên herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê ew e ku bi rêxistinbûn, hevgirtin û bi hêz û vîna jinan li derdora Şoreşa Rojava bibin yek û têkoşîna xwe ya azadiyê di hemû qadên şoreşê de bilind bikin da ku em bikaribin civakeke konfederal demokrat misoger bikin.

Em jî di şexsê van jinên şoreşgerên mezin de dibêjin çawa ku em bi şoreşa Rojava bûne hêviya hemû jin û civakên demokrasîxwaz em ê bi ruhê Fermandar Sosin tekoşîna xwe bilind bikin, bi hêza xwe cewherî ve vîna xwe deynin holê, xwe biparêzin, dagirkeriyê ji welatê xwe derxin, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rizgar bikin, gefên li ser welatê xwe ji holê rabikin, şoreşa xwe biparêzin, mezin bikin, bigihînin asta gerdûnî û bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ve tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û dagirkeriyê ji holê rabikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar