Navenda Nûçeyan |
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) derheqê êrîşa terorî ya dewleta tirk a li ser Şengalê daxuyanî da ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Şehîd bûbû.
YPJ’ê diyar kir ku ew weke hêzên YPJ’ê van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê êzidî hedef digirin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên dewleta tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û ji malbata Merwan Bedel, civaka êzidî û hemû gelê welatparêz re sersaxiyê xwest.
Daxuyaniya giştî ya YPJ’ê wiha ye:
“Şengala ku piştî fermana 2014’an, bi hêza keç û xortên xwe, xweseriya xwe ava kir û ruxmê hemû gef û êrîşan dîsa bi hêza şervanên xwe ve ax, welat, hebûn û çanda xwe parast û wisa hebûna xwe diyar kir, tu caran ji aliye hêzên çavnebar re nehat hezim kirin û herdem weke berdewama fermanê pêşengên civaka Êzîdxanê hatin hedef girtin. Fermandarên weke Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel ji bo gele Êzîdxanê bûne pêşeng, bûne hêz, bûne vîna xwe parastinê, bi hebûn, kar û xebatên xwe jî hêz û morala xwedî derketina Şengalê di gelê Êzîdxanê de ava kirin.
Dewleta tirk a dagirker di fermana li ser Şengalê de hevkarî û finansekirina çeteyan de xwedî rolekê diyarker bû. Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê her tim gef û êrîşên dewleta tirk û PDK’ê li ser axa pîroz berdewam kir. Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi hevkariya îstîxbarata MÎT û Parastinê û di encama bêdengiya hikûmeta Iraqê de pêşengê mezin Merwan Bedel hat hedefgirtin û bi awayekê namerdane hat şehîdxistin. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi salan e axa başûrê Kurdistanê ya ku bi xwîna sedhezaran şehîd hatiye rizgarkirin bi awayekê qirêj ji dewleta tirk a dagirker re pêşkêş dike. Ji ber vê sedemê di asta yekemîn de berpirsyarê vê êrîşa qirêj PDK ye.
Em hêzên YPJ’ê van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê êzidî hedef digirin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên dewleta tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û em ji malbata Merwan Bedel, civaka me ya êzidî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em YPJ êşa gelê xwe parve dikin û banga me li hemû jinên cîhanê, derdorên demokrasîxwaz ew e ku herkes bi awayekê berpirsyarî xwedî li Şengalê derbikeve. Em di wê baweriyê de ne ku serî de jin, ciwan û hemû gelê êzidî bi awayekê xurttir bi hêz û vîna cewherî li çanda berxwedan û parastina Şengalê ya ji Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Mam Seîd heya Merwan Bedelan tê xwedî derbikevin, hevgirtina xwe xurt bikin, ax û çanda Êzîdxana pîroz biparêzin.”