Navenda Nûçeyan |
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya ku çeteyên tirk 25’ê Hezîrana 2015’an li Kobanê kiribû bi bîr anî.
YPJ’ê diyar kir kir li dijî hemû êrîşan ew ê bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava biparêzin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi pêşengiya jinê pêş ketine tu carî hezim nekiriye û di her êrîşa xwe de bi taybetî jin kiriye hedef. Bi vê mebestê bê ku bêje ev şervan e, ev sivîl e li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê gelek komkujî pêk anîn. Komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an jî yek ji van komkujiyên herî bêbext e. Di vê roja reş de bi dehan çeteyên dewleta tirk a dagirker cilên YPJ-YPG’ê li xwe kirin, ketin nava dilê Kobanê û komkujiyeke wiha xedar pêk anîn. Li hemberî vê komkujiya giran rêhevalên me Mîtra, Rojava û Sorxwîn heya guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî tev li nava karwanên şehîdan bûn.”
Di daxuyaniya xwe de YPJ’ê bal kişande ser êrîşa dawî ya dewleta tirk a li ser gundê Hêlîncê ya Kobanê ku beriya salvegera Komkujiya Kobanê bi 2 rojan pêk anî û di encamê de 3 jinên kurd ên berxwedêr şehîd bûn û wiha domand: “Di kêliya ku 2 roj ji salvegera Komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an re mabû, di 23’yê Hezîrana vê salê de careke din di bajarê Kobanê de bi taybet jinên pêşeng bi awayek xedar hatin hedefgirtin. Artêşa tirk a dagirker ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh daye destpê kirin, rastî bersiveke tund tê. Ji ber wê bi armanca veşartina vê binkeftina xwe ya li hemberî tevgera azadiyê careke din êrîşê Rojava kir. Di vê êrîşê de Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne bûn hedef. Di şexsê van hersê jinên têkoşînvan de careke din xwestin vîna gelê azadbûyî bişkînin.”
Her wiha Fermandariya Giştî ya YPJ’ê dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da: “Dewleta tirk a dagirker ji destkeftiyên giranbiha yên ku bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avakirin ditirse, ji ber ku ew jî baş dizane ku şoreşa Rojava dibe bingehê şoreşa tevahî Kurdistanê û dibe bingehê şoreşa mirovahiyê. Ji wê ye ku bi awayek hovane, bi teknîka xwe ya herî giran êrîş bir ser Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyad. Ev jî nîşaneya lewazbûna dewleta tirk bi xwe ye. Bi mayîndekirina hebûna xwe ya di Kurdistanê de xeyalê firehkirina sînorên xwe ava dike. Lê ew jî baş dizane ku heya têkoşîna azadiyê hebe, heya jinên şoreşger ên têkoşêr hebin wê ev xeyalên wan tu carî pêk neyên. Em fermandarî û şervanên YPJ’ê em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku em ê di şopa şehîdên xwe de tu êrîşê bê bersiv nehêlin. Û em ji tevahî gelê xwe re dibêjin dem dema tolhildanê ye. Careke din em tevahî şehîdên xwe yên şoreşê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza mayîndekirina şoreşê didin tevahî mirovahiyê.”