Fermandariya YPJ’ê der barê qezaya ku 9 şervanên HSD’ê şehîd bûbûn daxuyaniyek wiha da: “Ji bo parastina tevahî nirxên azadiya gelan me gelek berdêlên giranbiha dan. Her yek ji hevalên me yên şehîd di oxira azadiya gelan de canê kirine berdêl û her kêliya jiyana xwe jî bi îdeala jiyaneke wekhev û azad borand û di rêka vê armancê de jî têkoşîneke bêeman dane meşandin.
Şeva 15’ê adarê dema ku hevalên me ji bo erkekî taybet berê xwe da bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber şert û mercên hewayî di encama qezaya helîkopterê de 9 hevreyên me gihaştin asta şehadetê. Hevrêyên me Şervan Kobanê, Dîdar Dêrik, Rojeng Rifat, Feraşîn Baran,Xebat Dirbêsiyê, Doxan Efrîn, Harun Rojava, Hogir Dêrik û Koçer Dêrik li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê tekoşîneke bê eman dane meşandin. Her hênaseya ku girtin bi fedakariyeke mezin kirin bin xizmeta serxwebûna gelê xwe. Her yek ji hevrêyên me yên şehîd ji zarokên vê axê bûn ku kesayetê xwe di nava şoreşê de ava kirin û bi tecrûbeyên ku di nava şoreşê de bi destxistin bûn xwedî seknên werek.
Hevrêya me Dîdar bi rihekî fedayî û bi sekna xwe ye dilnizim hemû erkên xwe yê şoreşgerî bi avayekî serkeftî pêkanî. Hevrê Dîdar dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir ji bo gelê ji qirkirinê biparêze beşdarî nava refên azadiyê bû. Ji berxwedaniya dîrokî a Kobanê heta Baxoz di hemû pêngavên li hemberî DAIŞ’ê hate meşandin de, bi rihekî fedakar û bi sekna jin ya pêşeng cihê xwe girt. Heval Dîdar ji bo her bihûsteke axa welat ji dagirkeriyê xilas bike, xwedî îddayeke mezin bû. Rûxmî hevalekî brîndar jî bû lê tu car xwe ji eniyên şer qût ne kir. Bi îdîdayekî mezin di profesyoneltiya şerê li hemberî dagirkeriyê de lêhûrbûneke kûr kir û bi vê biryardariyê jî cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Teror de girt.
Hevrêyên me Rojeng û Feraşîn jî di temenekî ciwan de berê xwe dan nava refên azadiyê. Hevrê Rojeng weke jineke ciwan li hemberî dagirkeriya li ser Efrînê, berê xwe da nava refên azadiyê. Di demeke pir kûrt de hem di warê leşkerî hem jî di warê birdozî de xwe pêşxist û cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Terorê de girt. Bi kesayeta xwe ya pêşeng ve ji bo parastina nirxên azadiyê weke sembola rihê jinên ciwan heta kêliya xwe ye dawî jî bû xwedî kedeke mezin. Hevre ya me Feraşîn Baran jî di nava malbateke welatparêz a Dêrikê de mezin dibe û dilê wê herdem ji bo evîna lê dide û bi vê armancê jî her kêliya jiyana xwe dixe bin xizmeta parastina destkeftiyên şoreş ê. Di nava Yekîneyên Antî Terorê de jî bi sekna xwe ye bi pîvan di profesyoneltiya şerê azadiyê de dibe xwedî lêhûrbûneke kûr.
Em wek Yekîneyên Parastina Jin ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û ji tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em soza mezin kirina tekoşîna xwe nû dikin. Emê her kêliya ku hênaseya dikşînin da bibin şopdarê doza hevreyên xwe yên şehîd.
Nasnameyên hevrêyên me wiha ne:
Nasnav: Dîdar Dêrik
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Efrîn, 2014
Nasnav: Rojeng Rifat
Nav û Paşnav: Pervîn Bîlal Rifat
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şehba, 2020