Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPJ Enternasyonal banga têkoşînê li jinên cîhanê kir

YPJ Enternasyonal, bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyanî da, banga têkoşîna li dijî kuştina rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê kir.

YPJ Enternasyonal bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyaniyek nivîskî da. YPJ Enternasyonal di daxuyaniya xwe de banga têkoşîna li dijî kuştinên rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê kir.

Daxuyaniya YPJ Enternasyonal wiha ye: “Em we ji dilê şoreşa jinan, herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango herêma ku wek Rojava jî tê naskirin silav dikin. Em wek jinên enternasyonal ji bo ku xewn û tovên şoreşê yên em parçeyek ji wê ne bi xwe re bibin welatê xwe û li wê derê bireşînin hatine vir.

Li ser esasê banga ronahiya têkoşînê û hêza rêxistineke ku dixwaze jiyanê ji nû ve ava bike û zindî bike em hatin vir. Li vir, li vê cihê ku êrîşên herî hovanê yên DAIŞ’ê hatin şikandin, ev cihê ku tê de heya îro bênavber ji aliyê hezaran jinan ve wekî şehîd Hêlîn a jî Îngilistanê, şehîd Îvana ya jî Almanyayê, şehîd Lêgerîn a ji Arjantînê, şehîd Ceren a ji Tirkiyeyê, şehîd  Avesta ya ji Kurdistanê li dijî xirabiyê têkoşîn hatiye dayîn.

Roj bi roj jinên ku xwe birêxistin dikin û şer dikin tevî êrîşên bênavber ên dewleta tirk a ku bi armanc an kuştin an jî koçberkirina gelê Rojava tevdigere zêde dibin. Ji ber ku ev tundiya li her derê wekî normal tê dîtin ji bo me êdî ne normal e û ji ber wê em hatin vir. Dixwaze bila di nav qefeseke zêr de be yan jî tarîtiya herî kûr de, tundî di tu rewşê de tiştekî, rewşeke  ku nayê qebûlkirin e.

 ‘Ev şoreş hebûn û xwebûn e’

Laşê her jinekê, hemû perçeyên laşê wê û her destdayînek ji bo ku tehakumek li ser wê were bidestxistin di wê cîhanê de tê zayendîkirin. Bi nîşandana jinê wek sedema hemû xirabiyan her cure hovîtî zexta li dijî wan û qetilkirin jî hat meşrûkirin. Di rewşeke wiha de gotin dibin gefxwarin, destdayîna herî piçuk dibe piçûkxistin, hevaltî dibe bazarî û hezkirina qaşo ya heyî jî herî zêde dibe kujeriya jinan. Şoreşa Rojava li dijî derketina wê kujeriyê ye, bi kokê wê bindestî û baviksalariyê ve mijûl dibe. Ev şoreş hebûn û xwebûn e.

 ‘Em xwe diparezin û em şer dikin têdikoşin’

Me biryara têkoşînê da. Mil bi mil bi jinên Rojava re. Şerê li Rojava ne tenê ji bo jiyana bi rûmet a li Rojava tê meşandin. Herî zêde jî li dijî zîhniyeta kujer a ku li seranserê cîhanê heye tê şerkirin. Tam jî ev tişt e ku li vir, li Rojava diqewime. Jinan li vir biryar dan ku xwe bi çek bikin û arteşeke jinan ava bikin. Li vir, li Rojava jinan biryar dan ku xwe ji aliyê leşkerî, bîrdozî û siyasî ve bi hev re biparezin. Li vir, li Rojava jin rêveberiya şoreşê dikin û dîroka xwe ango ya jinan dinivîsînîn.

Dengê azadiya jinan ji Rojava deng vedide hemû cîhanê. Em jî li pey wê dengê hatin. Êdî em nahelîn ku me binax bikin, bindest bikin, tecawiz bikin, bifroşin, mêtingeh bikin, me bigrin. Me bikujin. Me qetil bikin. Em xwe birêxistin dikin, xwe diparezin û em şer dikin, têdikoşin.

Ji bo ku em bikaribin kujeran bidin sekinandin, dawiya wê zîhniyetê bînin em li ser şopa hemû jinên ku serê xwe li dijî desthilatdarî û baviksalariyê rakirin, ên ku bûn yek û yên îro şer dikin û yên ku wê sibê bikin re ne. Li ser wê bingehê em banga têkoşîna li dijî kuştinên rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê dikin. Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan Azadî!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar