KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

YPJ hêza xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire

Ji Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn diyar kir ku şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Apo gihîşt vê astê û wiha got: “YPJ di têkoşîna dijî dewleta tirk û DAIŞ'ê de çavkaniya xwe ya berxwedan û hêza têkoşînê paradîgmaya Rêber Apo ye.”

Ji Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê komploya navdeweltî de axivî. Rohilat Efrîn bi bîr xist ku Rêber Apo 25 sal in bi rengekî fîzîkî dîlgirtî ye, lê belê felsefeya wî li cîhanê belav bûye û wiha got: “Êrîşa li ser Rêber Apo êrîşa li dijî her kesên dilê wan ji bo Rêber Apo lê dide, felsefeya wî pejirandine, bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine, yanî êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Sîstemên kapîtalîst, dewletên hegemonîk li pêşiya jiyana gelan a çand, ziman û rûmeta xwe dibin asteng. Ya ku li hemberî vê yekê têkoşiya felsefeya Rêber Apo bû.”

Rohilat Efrîn anî ziman ku êrîş di heman demê de li hemberî daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd hate kirin û got, “Bi komploya navneteweyî re xwestin têkoşîna nasname, çand û ziman a gelan asteng bikin, sîstema qirkirinê hate kûrkirin. Komploya navneteweyî komployeke ji bo tunekirina zimanan, qirkirina çandan û înkarkirinê ye.”

Rohilat Efrîn bal kişand ser nerazîbûnên li hemberî komploya navneteweyî û bi dewamî got, “Her kes û hemû hêzên ku navê Rêber Apo bihîstin, di doza wî de têkoşiyan, serhildanên gel, qîrîna dayikan, yên bedena xwe dan ber agir li cîhanê bûn dengek. Dîlgirtina Rêber Apo weke dîlgirtina nasname, çand û ziman hate nirxandin. Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Apo gihîşt vê astê. Eger îro em dikarin destketiyên xwe biparêzin, rêxistiniya xwe xurt bikin nabe ku ev yek ji ked û têkoşîna Rêber Apo ya li ser vê xakê cuda bê nirxandin. Têkoşîna 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava, bi rêbazeke welê bû ku li ber sîstemê, li ber zilmê serî netewand, sîstem nirxand. Rêber Apo li Rojava hîmê şoreşeke gelekî xurt danî. Ji hestên xurt ên welatparêziyê heta bi birêxistinkirina tevgera jinê, hemû beşên civakê li gorî felsefeya Rêber Apo xwe nirxandin.”

Fermandar Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJ bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd xwe bi rêxistin kir, mezin bû, şer kir û got, “YPJ’ê paradîgmaya Rêber Apo, azadiya wî û naskirina xwe, ji xwe re kir bingeh. Eger azadî nebe rêxistinî nabe, eger rêxistinî nebe jiyan nabe, eger jiyan nebe parastin nabe. Di vê çarçoveyê de YPJ’ê bi felsefeya Rêber Apo pîvanên têkoşîn û jiyanê ji xwe re diyar kir. YPJ di têkoşîna dijî dewleta tirk û DAIŞ’ê de çavkaniya xwe ya berxwedan û hêza têkoşînê paradîgmaya Rêber Apo ye. Li gel hemû êrîşan eger em îro dikarin destketiyên xwe biparêzin, ev yek pêwendiya xwe bi kûrbûna li ser paradîgmaya Rêber Apo heye.”

Rohilat Efrîn bi dewamî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û wiha domand: “Şert û mercên giran ên tecrîdê ji ber tirsa hêzên hegemonîk û dagirker a ji ber belavbûna gotineke bi tenê ya Rêber Apo ye.Ragirtina Rêber Apo bi salan li zindana Îmraliyê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbata wî re, ji ber tirsa ji hêza paradîgmaya wî ye. Lewma di şexsê Rêber Apo de zêdeyî 40 milyon mirov, ziman, çand û nasnameya gelekî tê tecrîdkirin.”

Efrîn girîngiya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ destnîşan kir û diyar kir ku gel bi dengekî bilind daxwaza azadî û demokrasiyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Jin di şexsê Rêber Apo de gihîştin azadiya xwe, rizgariya xwe dîtin. Ji meşan heta bi berxwedana li zindanan û grevên birçîbûnê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîneke bêeman tê meşandin. Ne tenê gelê kurd, her kesên ku di bin zext, zilm û dagirkeriyê de ne, her kesên ku xwe di nava têkoşîna Rêber Apo de dibînin, xwedî li Rêber Apo derketin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar