Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

YPJ: Kobanê navê têkoşîna gelên azadîxwaz e

Fermandariya YPJ'ê diyar kir ku dewleta tirk hîn jî binketina DAIŞ'ê ya li Kobanê hezm nekiriye, lewma êrîş dike û destnîşan kir ku şervanên YPJ û YPG'ê dê tu carî rê nedin dagirkeriyê

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di peyamê de hat bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an ji bo tunekirina destketiyên gelê kurd bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî bajarê Kobanê kirin û wiha hat gotin: “Lê belê ji bîr kiribûn ku gelê Kobanê bi fikir û ramanê azad xwe perwerde kiriye. Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi vînek mezin li ber xwe dan û têkoşiyan.”

YPJ’ê diyar kir ku li Kobanê careke din yekbûna gelê kurd pêk hat û hestên mirovahiyê li hemberî hêzên desthilatdar û dagirker bûn yek û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê rabû li ser pêyan û bi yek dilî bi şervanên YPJ û YPG’ê re mil bi mil li cih û warê pîroz ê Kobanê ya rengîn ji bo xwişk û biratiya gelan destanên efsûnî nivîsandin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku qet para xwe ji mirovahiyê negirtine bi hovîtî û qirêjiya xwe êrîşî Kobanê kirin û hêvî dikirin ku di demeke kurt de bigihêjin armancên xwe. Serçete Erdogan jî bi vê hêviyê digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Lê belê li hemberî hovîtî û êrîşên dijmirovahiyê bi pêşengîtiya şervanên YPJ-YPG’ê û şervanên enternasyonalîst, bi sedan gelên demorakrasîxwaz û gelek deverên cîhanê bi piştgiriyek mezin nîşanî hemû hêzên desthildar dan ku wê vîna gelên azadîxwaz û şervanên qehreman tu carî destûrê nede ku bihostek jî ji axa Kobanê were dagirkirin.

Bi taybet jî şervanên YPJ û YPG’ê bi pêşengîtiya fermandar Rêvan, Ozgur, Gelhat, Herdem, Viyan Peyman, Zehra Penaber, Sibel Bulut de şerekî dîrokî dane meşandin. Her kêliya ku şer dikirin digotin: ‘Em ê canê xwe feda bikin lê em ê nehêlin ew lingên qirêj li ser xaka me ya pîroz, gavekî biavêjin’.

Kobanê navê têkoşîna gelên azadîxwaz e. Dewleta tirk a dagirker heta roja îro jî ew binketina xwe hezim nekiriye. Ji ber wê ye ku bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet û êrîşên xwe li ser bajarê Kobanê û bi giştî rojavayê Kurdistanê didomîne. Lê gelê Kobaniya Berxwedêr çawa di dema berxwedana dîrokî de li gel şervanên xwe bû îro jî bi heman ruhî li hemberî her cûre leyîstokên dewleta tirk banga azadiya gelan bilind dikin. Li serê her kolaneke Kobanê xwîna jinên Mezopotamyayê rijiya, îro jî bi hezaran şervanên YPJ û YPG’ê li ser şopa wan qehremanan dimeşin. Ji ber wê tu caran wê xeyalên dagirkeran pêk neyên.

Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanê li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelên azadîxwaz dikin, dem ew dem e ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Rojava, bi ruhê 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanê têbikoşin. Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞ’ê bûne yek û mirovahî ji vê tarîtiyê xilas kirin pêwîst e îro jî, ji bo rûmeta mirovahiya azad bi heman ruhî xwedî Kobanê û şoreşa Rojava derbikevin. Herî dawî jî em dibêjin dê ruhê berxwedana Kobanê tevahî gelên bindest re azadiyê bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar