Fermandariya YPJ`ê diyar kir YPJ’ê bi têkoşîna xwe, yek ji hêmanên herî bingehîn ku di rûxandina DAIŞ’ê de, xwedî bandor bû û roleke sereke di nava HSD’ê de ji bo rizgarkirina herêmê lîst. Her wiha fermandariyê soz da ku dê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê ji komên çete û dagirkeriya dewleta tirk mîsoger kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) şahiyek bi boneya têkbirina DAIŞ’ê li Hola Werzîşê ya li taxa Giwêran a bakurê bajarê Hesekê organîze kir.
Di şahiyê de fermandar û şervanên YPJ’ê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, partî, rêxistin, saziyên siyasî û yên sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi hezaran şêniyên herêmê amade bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî ji hêla şervanên YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre, daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de serkeftina HSD’ê di destpêkê de li jinan li hemû şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat pîroz kirin û hat gotin ku dê Efrînê ji dagirkeriya komên çeteyan û dewleta tirk rizgar bikin.
YPJ ji bo têkbirina DAIŞ’ê bû hêzek pêşeng
Daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ve hat dayîn wiha ye:
“Bi navê fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û tevahî şervanên wê, em serkeftina dîrokî ya ku me di encama têkoşîna 5 salan de bi dest xist, bi bidawîkirina rêxistina tundraw a DAIŞ’ê li ser erdnîgariya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku xwe wek ‘Dewleta Îslamî’ bi nav kiribû, pîroz dikin. Têkoşîna me ya rizgarkirina axa welat ji destê DAIŞ’ê, 2014’an li Cezayê dest pê kir û gav bi gav li tevahî qadan bi pêş ve çû û di 23’yê Adara 2019’an de li qada Baxozê ala serkeftinê hate hildan.
Ji destpêka 2012’yan ve yekîneyên me li hemberî hêzên tundraw ên ku armanc dikir desthilata xwe li ser herêma me çêkin, jin û civakê dîl bigirin, li hember komên ku piştgirya xwe ji hêzên herêmî digirtin ji bo pêkanîna daxwaza wan a desthilatê, di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Tevî em hîn di dema avakirin û birêxistinkirinê de bûn, lê li hemberî êrîşên ku bi pêş ketin, em wek hêza jinan di hemû çeperên parastinê de wek hêzeke pêşeng cihê xwe girt. Em sozdar bûn ku em erka xwe ya parastina rûmet û hemû nirxên civaka xwe bi cih bînin. Di 2014’an de, li ser herêmên me êrîşên dijwar ji aliyê rêxistina ku di cîhanê de wek hêza herî hovane û tundraw hate naskirin, çêbûn û bi pêş ketin. Lê li Kobanê di encama berxwedaneke dîrokî ya di xeta fedayîtiya Arîn, Rêvan û bi sedan rêhevalên jin de xwe da nîşandan, bû destpêka têkbirina DAIŞ’ê. Her wiha ev têkoşîn ne tenê bû têkoşîna parastina herêmekê, bû têkoşîna parastina cîhanekê. Bû têkoşîna parastina jinan a li ser bingeha xeta parastina rewa û rêgezên neteweya demokratîk.
YPJ’ê bi têkoşîna xwe, yek ji hêmanên herî bingehîn ku di rûxandina DAIŞ’ê de xwedî bandor bû, ji ber ku di eniya parastinê de, yekitiya jinan da çêkirin. Ev yekitî ji jinên kurd, ereb, tirkmen, suryan, çerkez, asûrî, çeçen û ermeniyan pêk hat. Ev hevbeşî bû çavkaniya îlhamê ji tevahî jinên cîhanê re. Ji welatên cuda bi sedan jinên şoreşger li Rojava tev li şoreşa jinan bûn. Di kesayeta Hêlîn a ji Brîtanyayê, Îvana ya alman, Lêgerîn a ji Arjantînê, Denîz a tirk û Destan a tirkmen de şoreşa jinan a di Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê de nasnameya şoreşa jinan a cîhanî hat tacîdarkirin.
Di 3`yê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşa herî hovane li ser gelê me yê êzidî pêk anî. Di encamê de bi hezaran jinên êzidî hatin kuştin û dîlgirtin. Wek yekîneyên parastina jinan, bi fermandar û şervanên xwe ve, ji bo em gelê xwe biparêzin, me xwe gihand Şengalê, me parastina wan kir û wê demê me soz da jinên êzidî, jinên ku dîl ketin destê DAIŞ’ê em wan rizgar bikin. Wiha jî gav bi gav me soza xwe pêk anî û di encamê de zêdetirî 600 jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin.
Ev têkoşîn û serkeftin di encama fedakarî, dilsozî, girêdan, bawerî, biryardarî û hêviya bi hezaran şehîdên me de hate bidestxistin. Em kesayetên wekî şehîd Warşîn, Jînda, Şevîn, Bêrîvan, Silava, Barîn, Avesta, Amargî, Agirîn, Sozdar, Roksan û Bêrîtan ên ereb û bi sedan hevrêyan wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di têkoşîna van salan de 752 şervanên me bi qehremaniyeke destanî şehîd bûn. Her wiha 3 hezar hevrêyên me yên ku em wan wek şehîdên sax bi nav dikin, ji bo mîsogerkirina serkeftinê gazî û birîndar bûn. Ne tenê ev, her wiha bi sedan kes ji gelên sivîl jî şehîd ketin.
Di nav vê pêvajoya rizgarkirina axa welat de, YPJ’ê wek hêzeke pêşeng di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de 52 hezar kîlometre çargoşe ji axa welat rizgar kir. Nêzî 5 milyon mirov li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatin azadkirin. Li ser vî bingehî em, di serî de hemû jinên ku li ser asta cîhanê piştgiriya me kirin, tevahî hêz û rêxistinên leşkerî, hêzên ku me bi hev re mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer kir û piştgirî dan me û bi taybet hêzên Koalîsyona Navneteweyî, spas dikin.
Weke hêza parastina jinan, ji destpêka şoreşê û heta roja me ya îro, di pêkanîna erka xwe ya parastina jin, civak, ax û hemû destkeftiyên şoreşê de em xwedî rol û mîsyona xwe bûn, ji niha û şûnde jî wek hêza temînata parastina pergala jinan a xweser û hemû nirxên şoreşa jinan, em ê berpirsyariyên ku dikevin li ser milên me bi cih bînin û parastina gelê xwe li hember êrîşên hundir û derve bikin.
Li vir careke din em vê yekê teqez dikin ku heya em tevahî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê tune dikin, heya ku ewlekarî û aramî li vê herêmê mîsoger bikin, dê têkoşîna me her tim berdewam bike.
Di vê dema pêşiya me de, dê têkoşîna me li dijî hemû komên çete û hêzên ku Efrîn dagir kiriye, berdewam bike û em ê ji bo rizgarkirina Efrînê xebat bikin. Ji bo me rizgarkirina Efrînê erkekî wijdanî û exlaqî ye. Ji bo ku em vê erka xwe ya dîrokî li hemberî gelê xwe yê Efrînê bi cih bînin, wek hevrê Barîn, Amargî û Avesta, em dibêjin ev soza me û biryardariya me ye ku em ê Efrînê rizgar bikin.
Li ser vê bingehê em careke din vê serkeftina dîrokî li hemû gelan û jinan pîroz dikin û diyarî tevahî şehîdên xwe û dayikên şehîdan dikin. Em dibêjin, ji niha ve jî wek hêza parastina jinan em ê di erk û peywirên xwe yên neteweyî û parastina jinan de pêşengiyê bikin.” HESEKÊ