Navenda Nûçeyan |
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê ku di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja 15’ê Tebaxê de dîmenên serkeftin û rizgarkirina bajarê Minbicê bi dilşadiya gel û jinan re tacîdar bûye û wiha gotin: “Pergala neteweya demokratîk a ku tê wateya cejna gelan, bi bedel, ked û têkoşîneke bê hempa ve hate avakirin. Ji ber wê em di serî de şehîdên pêngava Minbicê yên ku bi bîr û baweriyeke mezin nûneriya nirxên exlaqî û polîtîk kirin û xaka gelên herêmê ji destê dagirkeran rizgarkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza parastina nirxên şoreşê yên ku wan afirandiye nû dikin.”
‘Pêngava Minbicê bû yekemîn deriyê şoreşa gelên Rojhilata Navîn’
Di daxuyaniyê de îşaret bi pêşengiya jinê hate kirin û wiha hat domandin: “Pêşengiya jinê ya ku ji şoreşa Rojava ber bi Minbicê ve dirêj dibe di qadên ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hatine rizgarkirin zanistiya rêxistinbûn û azadiya gelan pêşxist. Bi vê zanebûn û rêxistinbûnê pêngava Minbicê, bû weke yekemîn deriyê şoreşa gelên Rojhilata Navîn. Gelê Minbicê, şervanên ku li wir têkoşiyan, li hemberî DAIŞ’ê serî hildan û bi ruhê berxwedanê kolan bi kolan bajar rizgar kirin, bi dilgermiyeke mezin pêşwazî kirin. Weke bersiva ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku di cîhana mirovahiyê de împaratoriya tirsê avakiriye, gelê Minbicê ew tarîtiya ku li ser hatiye ferzkirin çirand û weke pênaseya azadiyê kêfxweşiya xwe ya serketinê nîşan da. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê bûn sembola hovîtiya herî mezin, rizgariya ku li Minbicê jî di şexsê jinan de pêşketiye bû navê henaseya azadiya gelan. Ruhê yekitiya ku vê serketinê bi xwe re anî di şexsê gelê herêmê de veguheriya serketina azadiyê.”
‘Êdî ciwanên Minbicê bi hêza xwe welatê xwe diparêzin’
Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha dewam kir:
“Gelê Minbicê yê ku xilasiya xwe îlan kir, piştî ku pergala xwe di çarçoveya neteweya demokratîk de ava kir û derbasî jiyanê kir, bi baweriya ku ji bo gelan pergala herî rast ev pergal e, parastina xwe ya rewa bi rengek xurt pêk anîn. Bi rizgarkirina Minbicê re, pêngava artêşbûna ku bi pêşengiya jinê pêşketiye û mezin bûye giha asteke diyarker û bi sedan jin û ciwanên ereb ji bo parastina xaka welatê xwe beşdarî nava refên HSD û YPJ’ê bûn. Bi avakirina Meclisa Leşkerî ya Minbicê re jî artêşbûneke piralî ya ku ji hêza xwe ya cewherî bawer dike, pêk hat. Êdî ev ciwanên Minbicê bi hêza xwe ya cewherî, welatê xwe li hemberî her awayî êrîşan diparêze.
Îro careke din herêma me bi provakasyon û komployan re rû bi rû ye. Çi rejîma Baas a ji hev ketiye, çi jî dewleta tirk a dagirker ji bo vala derxistina projeya netewa demokratîk û belavkirina hêza HSD’ê ya ku ji ciwanên herêmê pêk tê, her rêbazê bikar tîne. Ji ber wê îro ji herdemê zêdetir hişyarbûn, zanebûn û hevgirtina gelên herêmê pêwîst e. Herî zêde jî gelê ereb ji destê van hêzên provakatîf zilm û zoriyeke mezin dîtiye. Ji ber wê ji bo vala derxistina van leyîstokên qirêj hevgirtin û yekbûneke xurt lazim e. Ev yekbûn wê bibe temînata paşeroja azad û aram.
Hovîtiya çeteyan û tundiya ku îro pergala netew-dewlet di asta lûtkeyê de li dijî jinê dimeşîne bi heman hişmendiyê tê meşandin. Di serî de dewleta tirk a dagirker û qirker, hêzên hegemonîk ên avakerên vê pergalê, êrîşê nirxên jinê dikin. Armanca van êrîşan di heman demê de di şexsê şoreşa jinê de destketiyên şoreşa gelan hedef girtine. Lê biryardariya jinan a di azadiyê de û yekbûna gelan di warê ruhî, bawerî û dîrokî de zindîbûna xwe her wê biparêze.
Îro xeteriya DAIŞ’ê li dijî xelkê herêmê hê jî didome. Ji bo hemû gelê herêmê weke erkekê ye ku bi hevgirtineke xurt li dijî hêzên çete û şaneyên wê yên razayî li rex şervanên HSD’ê têkoşîneke xurt bimeşîne. Em ê bi pêngavên têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re ji bo gelan destketiyên demokrasî û azadiyê mayînde bikin. Ji bo parastina destketiyên têkoşîna jinê çi bedel bê xwestin em ê bê teredut amade bin. Wê hevrêyên me yên fedaî yên weke şehîd Koçerîn bibin meşeleyên me yên jiyanê, em di şexsê şehîd Bengî Mûş, Dîjle, Arjîn, Amara, Eylem, Bêrîvan, Dêrsim û Feysel Ebû Leyla de soz didin hemû hevrêyên xwe yên şehîd ku em ê hêvî û xeyalên wan bi cih bînin û paşerojeke azad diyarî gelê herêmê bikin.”