Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPJ-YPS JIN 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û soza "berfirehkirina têkoşînê" da.

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê peyama pîrozbahiyê ya nivîskî weşand û got: “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku pêşengê vejîna gelê kurd û azadiya jinan ye, pîroz dikin û Dayê Uveyş a ku Rêber Apo aniye dinê û mezin kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin. ”

Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin: “Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve weke lêgerînerê heqîqetê ber bi azadiyê ve meşiya. Bi analîzkirina bûyeran re ev yek gihandiye yekparebûna wateyê û nehiştiye ku pergala heyî ruhê wî dîlbigire û ji bo şikandina zincîrê di serî de li hemberî ferzkirina malbatê û derdorê li ber xwe da û têkoşîna rastiyê meşand.

Rêber Apo, ziman, çand û nirxên gelê kurd yên hatibûn binaxkirin, ji nû ve derxist holê û heqîqetê vejand. Rojbûna Rêber Apo ku ziman, çand, rûmet, nasname û hebûna gelê kurd derxist holê û ji bo vejînê zemîna têkoşînê ava kir.

Rêber Apo ji bo dayikên kurd bû hêviya jiyanê. Dayikên ku çarikên spî li xwe dikin, li dora Rêber Apo bûn yek û bi tilîliyan ji bo Rêber Apo çepik dan. Di serî de guh dan perwerdehiya Rêber Apo û pêşengtiya belavkirina van fikran û bidestxistina hêza rêxistinî kirin. Ji ber ku Rêber Apo Kurdistana azad diyarî dayikan kir. Rêber Apo bû ruh, nefes û felsefeya jiyana dayîkan. Dayikan bi baweriya bi Rêbertî re gelek Egît, Besê, Mazlûm, Zeryan û Çiyager mezin kirin û ji bo azadiyê feda kirin.

Rêber Apo bû rizgariya jina ku di jiyanê de weke lekeyek reş dihat dîtin, ji bo wê rêz nedihat girtin û li ser sifrê jî cihê wê nebû. Jin bi cewhera wê re anî cem hev, hebûn û hêza jin da nasîn û ji bo derxistina hêza xwe zemîna ku divê jin bi pergala heyî re çawa têbikoşe afirand. Bi hişmendiya ziman, çand, nirx û ehlaqê civakê bi rastiya jinan re wê pêk bê, têkoşîna heqîqeta jin da. Gelek jin berê xwe dan fersefeya Rêbertî û bi hişmendiya ku vê felsefeyê ava kirî Sakîne, Zîlan û Bêrîtanan bi helwest û sekna xwe zîhniyeta serdest a mêr têk birin û ji bo felsefeya Rêbertî bigihînin jinên cîhanê xeta rizgariyê afirandin.

Rêber Apo ku li dijî pergala ku mirovahiyê qetil dike û nirxên exlaqî yên civakê tine dike, têkoşîna şoreşgerî pêş dixe, rastî êrîşa dewletên hegemonîk tê. Bi paradîgmaya ku Rêber Apo daye pêş, dewletên mêtînger nikarin bijîn. Dema ku civak bi felsefeya Rêbertî kûr bibe wê neteweperestî, nîjadperestî û faşîzm ji nava civakê derkeve û mirovahiya azad derkeve holê. Ji ber vê sedemê Rêbertî bi salan rastî îşkenceya Îmraliyê tê. Lê belê Rêber Apo bi zayîna nû ya li dijî pergala Îmraliyê ev sîstem hilweşand û di şexsê gelê kurd de têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan domand.

Bi têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo re, di 8’ê Adarê de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bi agirê Newrozê re hat girêdan û gelê me yê ku dilê wan bi şoreşê lêdixist di pêşengiya jinan de li dora Rêber Apo hat cem hev. Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertiya xwe weke vejîna gelê kurd û azadiya jinan dibînin, em vê roja giranbuha bi coşeke mezin pêşwazî dikin, weke hêzên YPS-YPS JIN em soza berfirehkirina têkoşîna xwe didin û Dayê Uweyş a ku Rêber Apo aniye dinê û mezin kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar