Şervan û fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Reqayê bi boneya 8’ê Adarê toreneke leşkerî li dar xist. Di torenê de şervanên meclisên leşkerî yên Minbic, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û Kobanê cih girtin. Bi sedan endamên saziyan û nûnerê partiyan tevlî bûn.Meclisên leşkerî bi vê boneyê diyarî dan hev. Her wiha komên hunerî berhemên xwe pêşandan.