Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

YPJ’ê bi merasîmekê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê bi minasebeta rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4`ê Nîsanê) û 10`emîn salvegera damazrandina xwe merasîmek leşkerî li dar xist.

Merasîma leşkerî bi dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, YPJ misogeriya parastina nirxê şoreşa jinan e” hat lidarxistin û bi sedan şervanên jin beşdarê bûn. Li cihê merasîmê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Dayika Uweyş, cangoriyên azadiyê, alê YPJ/YPG`ê hatin daliqandin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, bi sedan şervanên YPJ`ê torena leşkerî li dar xist.

Piştî torena leşkerî, Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed axivî. Newroz Ehmed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kir.

Newroz diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan afrînerê fikir û jiyana azad e û hebûna xwe ji bo tevahî azadîxwaz û jinan daye û wiha dom kir: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî mirov û têkoşerên ji bo demokrasiyê li ber xwe didin e. Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Em di şexsê dayika Uweyş de jî hemû dayikên ku têkoşiyane û heta niha li ber xwe didin jî silav dikin.”

Newroz Ehmed bi minasebeta salvegera 10`emîn a damezirandina YPJ`ê ev axaftin kir: “Jin bi saya fikr û zanebûna Rêber Apo gihîştin vê astê. Rêber Apo felsefeya azadiya jinan diyarî hemû jinan kir û îradeyek xurt da avakirin. Îro YPJ’ê salvegera xwe ya 10’emîn pîroz dike. Wek şervanên jin, me bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir, azadî jî encax bi têkoşînek bêhempa bê bidestxistin.”

Piştî axaftina Newroz Ehmed, bi van herdu minasebetan dar hatin çandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar