Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YPJ’ê bîlançoya sala 2018’an aşkera kir

YPJ’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an parve kir. Li gorî daxuyaniyê, di encama pevçûnên li Efrînê de 2 hezar 772 çete û leşkerên dewleta tirk hatine kuştin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de fermandariyê ragihand ku sala 2018’an ji bo wan bû saleke berxwedanê û hêzên wan derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê, artêşa tirk û çeteyên wê dane.

Di daxuyaniyê de fermandariyê diyar kir ku şervanên parastinê yên jin, ji destpêka şoreşa Rojava ve di asta pêşengiyê de cihê xwe di nav şer û berxwedanê de girtine. YPJ’ê diyar kir ku wan weke YPJ’ê bi her awayî erka parastina tevahî jinan û gelê xwe bi cih aniye û daxuyand ku hêzên wan di Berxwedana Serdemê de bi vîneke ji polayê, wêrekî û baweriyek mezin bersiva êrîşên dewleta tirk dane û ev sekn û biryaradariya şervanên wan serkeftinê diyar dike.

Fermandariya giştî destnîşan kir ku şervanên wan bi awayekî çalak di Pêngava Bagera Cizîrê û hemû şerên li dijî DAIŞ û hêzên dagirker de girtine. Di berdewamê de jî fermandariyê bîlançoya salekê parve kir.

Bîlançoya şer

Bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an wiha ye: “Li Efrînê di 58 rojan de 900 caran şer qewimîn û dijmin hezar û 42 êrîşên hewayî pêk anîn. Di şer de 2 hezar û 422 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin. Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de hêzên me 147 çalakî pêk anîn û di çalakiyan de 350 çete û leşkerên dewleta tirk hatin kuştin. Di qonaxên cuda yên Pêngava Bagera Cizîrê de 4 hezar û 214 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di pêngavê de bi dehan navçe û bi sedan gund ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Her wiha bi dehhezaran sivîl hatin rizgarkirin. Di şer û berxwedana rûmetê ya sala 2018’an de 149 şervanên me şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar