Koordînasyona YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dê xeyalên şehîdên xwe yên berxwedana xwerêberiyan pêk bînin
Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) derbarê 4’emîn salvegera êrîşên dewleta tirk a dagirker Cizîr, Silopî û Sûrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dê xeyalên şehîdên berxwedana xwerêberiyan pêk bînin.
YPS’ê da zanîn ku berxwedana li bajarên bakurê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtiye û ev tişt diyar kir: “Têkoşîna azadiyê ya ku gel û tevgera me 42 sal in bênavber didomîne, bi heyecan û coşa roja pêşîn didome. Têkoşîna me ya li Kurdistanê dest pê kiribû, îro bûye têkoşîna ku nirxên azadiyê hêviyê didin gelên Rojhilata Navîn.
Di dîroka mirovayetiyê de hin berxwedan hene ku nayên jibîrkirin. Hin berxwedan li bajaran kolan bi kolan, rê bi rê bûne sembol. Li hemberî desthilatdariya dewletparêz û desthilatparêz, di sala 1848’an de li Fransa û Almanyayê berxwedêran li bajaran di barîkatan de hatin gel hev. Di sala 1871’ê de berxwedêrên mezin ên ji Parîsê bi ruhê komunê nirxên mirovayetiyê parastin.
Îro jî em vê ala ku me li ser nivê mirovayetiyê bi dest xistiye, bi serbilindî ba dikin. Ji 40 salan zêdetir li hemberî faşîzma dewleta tirk gelek li ber xwe dide. Li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê berxwedêran li Şengal û Kobanê li ber xwe dan.
Di 2’yê Kanûna 2015’an de hikûmeta AKP û MHP’ê li Cizîr, Sûr û Silopiyê ji bo şikandina ruhê azadiyê yê gelê me, bajar dorpêç kirin. Li her bajaran komên 50-60 kesî li hemberî tank û topan bi mehan bajar parastin. Berxwedana Sûrê ya ku pêşengiya şehîd Çiyager pêk hat, 105 rojan li hemberî dijmin li ber xwe dan. Li Cizîrê bi pêşengiya rêheval Arjîn û Rûken ruhekî berxwedanê derket holê. Li Silopî jî rêhevalên me Êrîş, Sêvê, Pakîze û Fatma heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî faşîzmê li ber xwe dan.
Di şexsê şehîdên me yên mezin Çiyager, Zeryan, Êrîş, Kawa, Xebatkar, Amara, Nûcan, Mûnzûr, Senar, Îslam, Soro û Dayika Taybet em hemû şehîdên berxwedanê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin. Em sozê didin gelê xwe ku em tola hevalên xwe bistînin û dijmin ji ser axa xwe derxînin.” ANF