Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin

Koordînasyona YPS’ bi daxiyaniyekê bal kişan ser salvegera şerê li Sûrê û Fermandar Çiyager. YPS’ê di daxiyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Em fermandarê mezin hevrê Çiyager û hemû şehîdên Sûrê ku pê re li barîkatan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe dane bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin.”

Bi minasebeta salvegera Berxwen şerê sûrê û Fermandar Çiyager Koordînasyona YPS’ê daxuyaniyek nivîskî da. YPS’ê di daxuyaniya xwe ya derbarê şehîdên Sûrê yên bi fermandariya Çiyager aşkera kir ku vê berxwedanê kiriye ku dewleta tirk çongê bişkîne.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de Fermandarê Sûrê Çiyager bi bîr anî  û ev tişt aşkera kir: “Bi çarçoweya plana têkşikînê ya rejîma faşist a AKP-MHP’ê, li dijî êrîşên li ser bajarên Kurdistanê, berxwedana bajaran a 2015’an bi Sûrê re gihaştiye asta herî bilind. Vê berxwedanê kiriye ku li dewleta tirk çongê bide şikandin. Dewleta tirk derî bi derî geriyaye, ji bo ku li dijî PKK’ê têbikoşe, ketiye pozisyona ku li ber Amerîka û Rûsyayê çongê bişikîne. Bi fermandariya fermandarê mezin Ş. Çiyager û bi pêşengiya hevrêyên me Nûcan, Delîl, Şîlan, Êrîş, Hogir, Masûm û Çekvar berxwedana bêhempa ya 105 rojan, dewleta tirk ji gav xistiye. Dewleta tirk li gel ku hemû hêza xwe ya leşkerî, ji yên bi rûpoşan bordo bigerin heta bi komandoyên bin avî, aniye Sûrê jî 4 tabûrên leşker li vir winda kirine. Dema ku van jî têrê nekirî, ji dûr ve bajar dane ber tang û topan û hatiye kavilkirin. Li gel vê jî ne dewleta faşist lê vîna berxwedan û azadiyê bi ser ketiye.”

 Berxwdana bêhempa

Di berdewamiya daxuyaniyê de YPS’ê ev tişt ragihand: “70 kesê bi fermandariya hevrê Çiyager ê ku digot, ‘encam çi dibe bila bibe berxwedana me jî şehîdbûna me jî wê bêhempa be’, kiriye ku 105 rojan artêşa tirk xwînê bavêje û berxwedaniyeke wiha bêhempa derketiye holê. Şehîdbûna wan jî weke berxwedana wan bi asteke fedayî bû. Hevrê Çiyager ê afirîner, ku di jiyana xwe de dilnimz bû, kedkar bû û di têkoşînê de xwedî helwesteke biryardar bû ramanên Rêbertiya me bi gewherî fêhm kiribû, bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apogerî, tim bawerî daye hevalên li derdora xwe. Em fermandarê mezin hevrê Ş. Çiyager ku ev berxwedaniya mezin derxistî holê û şehîdên me yên Sûrê yên ku li gel wî di barîkatan de heta bi guleya xwe ya dayî li ber xwe dane bi minetdarî bi bîr tînin. Em şervanên YPS’ê ku li gorî karekterê hevrê Ş. Çiyager bi dirûv bûne, em soz didin ku xeyalên hemû şehîdên xwe Kurdistana azad pêk bînin û tola wan hilînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar