Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPS li Amedê çalakî li dar xist

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Mahîr Andok a YPS’ê bi daxuyaniyek nivîskî got: “Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Mahîr Andok, di şeva 30 û 31’ê tebaxê saet 24:00’an de li dijî Rêber Îyîsoylû û kesên derdorê wî yên ku li navçeya Ben û Sen a Amedê tiryakê difroşe û sîxûriyê dikir, bi bombeyên destan çalakî li dar xist. Di vê çalakiya hişyariyê de ev kes û kesên derdora wî birîndar bûne.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Kesê bi navê Rêber Îyîsoylû, bi taybet li derdora navçeyên Ben û Sen û Şehîtlikê û bi giştî li Amedê ciwanên kurd bi tiryakê ve dide girêdan û li ser vê yekê bi zorê dixwazin bikin sîxûr.

Ev kesê bi navê Rêber Îyîsoylû di heman demê de biraziyê endamê Partiya Vatanê Aykut Eryilmaz û nûnerê TGB’ê yê Amedê ku xeta îxanetê li dijî gelê kurd dimeşînin e. Weke malbat li kêleka dewleta tirk a faşîst disekinin û li dijî gelê Kurdistanê pêşengiya hemû polîtîkayên qirêj dikin. Rêber Îyisoylû tevî ku gelek caran hat hişyarkirin jî dest ji xiyaneta xwe ya li hemberî gelê kurd û ciwanên kurd berneda.

Dewlet bi zanebûn li Kurdistanê tiryak û fihuşê organîze dike, ji bo ku ciwanên kurd bike sîxurên gelê xwe û wan bike rewşa îxanetê. Bi taybetî li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê di van salên dawî de bi destê dewleta tirk a faşîst tiryak û fihuş qat bi qat zêde bûye. Armanca sereke ya TC a nîjadperest ew e ku ciwanên Kurdistanê bêhiş bike, ji xwe re tora ajanan çêbike, di civaka kurd de hilweşînê çêbike. Hemû bazirganiya tiryakê ya li Kurdistanê bi hevkariya dewletê tê kirin û hemû operasyonên ku weke narkotîkê tên pêşxistin, ji bilî operasyonên çêkirina tora ajanan ne tiştekî din e. Mantiqa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya li hemberî ciwanên kurd ew e ku “li ser pirsgirêkên civakî nesekinin, fihuşê bikin, tiryakê bi kar bînin û ji me re sîxûriyê bikin.”

Hemû kesên xayîn ên ku bi zanebûn xizmeta vê mantiqê dikin, wê ji niha û pê ve bibin hedefa me ya rasterast.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar