Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPS û YPS Jin: Divê li her derê berxwedan were birêxistinkirin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona YPS û YPS-Jinê bi wesîleya salvegera 21’emîn a komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em di sala 22’yan a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hêzên komploger lanet dikin û di serî de Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan û Dayika Hatîce yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Soza girêdana bi hesretên wan ên li ser bingeha civaka azad li gel Rêber Apo li welateke azad hev bibînin, didin.

Bi dîlgirtina Rêbertiyê xwestin di serî de Tevgera Azadiya Kurd tesfiye bikin, lê tişta ku hêzên navneteweyî yên komploger nedizanî, hê di serî de xwedîderketina gel hê di serî de komplo vala derxistibûn. Di dîrokê de biqasî gelê kurd nehate dîtin ku xwedî li Rêbertiya xwe derketiye. Gelê kurd ji bo xwedîderketina li Rêbertiya xwe bi zanabûna erka xweparastinê di serî de li Kurdistan û her cihê lê kurd dijîn rabûn ser pêyan. Berxwedana bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ pêşxistî li dor Rêber Apo bendek ji agir çêkirin. Gelê me yê di pêvajoya komployê de rabû ser pêyan, yên di vê berxwedanê de şehîd bûn hê di roja yekem de ji bo cîhanê tev da nîşandan ku ev komplo nagihêje armanca xwe.

Rêber Apo li dijî sîstema îşkence, êrîşên hov û dij mirovahiyê li Îmraliyê, gelê kurd jî li her qada jiyanê berdêlên herî giran dan ber çavan û bi berxwedaneke mezin 22 sal in bê navber didin domandin. Ev têkoşîna bi heybet moral û cesaret da hemû beşên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, bingehê têkoşîna hevpar xurt kir.

Rêber Apo ji bo her kesên bi azad û weke mirov bijîn li Îmraliyê li ber xwe dide. Tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê û hêzên bi bêdengiya xwe hêzê didin êrîşên faşîzan, bi tecrîda Îmraliyê re biqasî gelê kurd dixwazin vîn û hêviya hemû beşên demokrasî û aştiyê dixwazin bişikînin. Di vê wateyê de di şexsê Rêber Apo de her kes di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn kirin, heman demê ji bo siberoja xwe ya azad, bi zanabûna erka xweparastinê têkoşîn kirin e. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, pirsa kurd çareser nabe, kaosên li Rojhilata Navîn jî bi dawî nabin. Ji bo vê divê di serî de jin û ciwan her kesên ku hêviya wan a siberojê û xwedî armanc in li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê bikin.

Jiyanek bê Rêber Apo ne gelê kurd û ne em hêzên erka xweparastinê ya wî ne tehmûl dikin û ne jî dipejirînin. Di sala 22’yan a komployê de gihandina serketinê ya têkoşînê ya bi zanabûna erka xweparastinê û erka tunekirina sîstema îşkenceya Îmraliyê li pêşiya me ye. Ji ber vê sedemê li dijî sîstema serwer a tirk, li her kolanê, li her taxê, her gund, her bajar bi kurt û kirmancî li her cihê serweriya tirk lê ye li dijî wê berxwedanê birêxistin bikin û birêvebirina wê yek ji erkê serketinê yê destpêk tê ye. Li ser vî bingehî divê di serî de jin û ciwan hemû gelê me bi pêşengtiya berxwedana ku Rêber Apo pêş xistî, banga parastina nasname, azadî û civakîbûna xwe dikin. Parastina nasnameya azad a girêdayî civakbûnê wê bibe nuqteya dawî ya têkbirina komployê.

Di sala 22’yan de li dijî komplogeran em ê bi dirûşma ‘Em fêrî esareta Rêber Apo nebûne, nabin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ li ser bingehê nasnameya rêxistinkirî, zanabûn û çalakiyê em ê têkoşînê mezin bikin. Em hêzên erka xweparastinê ya gelê kurd YPS-YPJ Jin; soz didin em ê bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê li hemû qadan bi terzê şerê Zeryanan û Çiyageran li ber xwe bidin, heta sîstema Îmraliyê parçe parçe bikin, têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar