Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YPS/YPS Jin bîlançoya çalakiyên meha tebaxê aşkera kir

Koordînasyona YPS/YPS Jin’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên meha tebaxê eşkere kir.

Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin:

“Di sala 50’emîn a têkoşînê ya Rêber Apo de, rêxistina YPS û YPS Jin’ê pêngava serfiraziyê di 10’ê tebaxê de bi şîara ‘Pêngava Serfiraziyê’ ya sala têkoşîna 50’emîn da destpêkirin. Di sala 50’emîn a têkoşînê ya Rêber Apo de Pêngava Serfiraziyê ya ku YPS’ê daye destpêkirin, heta ku rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst were hilweşandin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were, bi ruhê têkoşînê yê heval Çiyager û Zeryan wê bidome. YPS û YPS Jin a ku tarza têkoşîna rêxistinkirî ya gelê şoreşger û welatparêz e, wê bi encameke mûhteşem, hesap ji dîrokê bipirse û tola gelê kurd ji faşîzmê bipirse.

Rêber Apo bi tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ têkoşîna azadiyê wekî têkoşîna gelan li axa Kurdistanê belav kir. Gelê Kurd ê ku ji ziman, çand û hebûna xwe hatibû veqetandin ji nû ve afirand. Gelê kurd ê ku li Agirî, Dêrsim û Geliyê Zîlan û li gelek cihên din ên Kurdistanê hatine kuştin, ji aliyê pergala faşîst ketibûn pozîsyona ku xizmetê ji celadê xwe re bike. Gelê Kurd ê berxwedêr û serhildêr di dîroka xwe de ji ber ku di serhildanan de rêberên xwe nedîtine, têk çûne û di nav pergala hegemon de hatine asta ku were helandin û jibîrkirin.

‘Kurdistan mêtingeh e’

Helwesta Rêber Apo û tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ ew dem ava kiriye ku gel karibe bide dû pêşengê xwe. Gel li dora Rêber Apo bûne yek, qefle bi qefle tev li nav refên gerîlayan bûne. Têkoşîna azadiyê ya ku îsal dikeve sala xwe ya 50’emîn, bûye hêzeke ku ne bi tenê dewleta tirk hemû dewletên hegemon jê ditirsin. Paradîgmaya xweseriya demokratîk a Rêber Apo li hemberî pergala kapîtal pergaleke nû ye û avabûneke nû ye. Pêşengên pergala kapîtal ji bo ku pêşiya vê avabûnê bigirin, bi dewleta tirk û temsîla taşeronan re, di serî de Rêber Apo û di şexsê Rêber Apo de êrîşî gelê kurd û gerîlayan dike. Li hemberî van êrîşan gerîlayên serdema nû bi taktîk û metodên xwe derbên giran li rejîma AKP û MHP’ê xistine, hikûmeta faşîst a AKP û MHP’ê anîne ber asta hilweşandinê. Ji ber vê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi awayekî aşkera dibêje ku ew ê gelê kurd qir bikin , hemû nêziktêdayînên exlaqî û mirovî bin pê dikin û êrîşên xwe yên barbarî zêde kirine.

Li hemberî dagirkeriyê têkoşîn divê

Rêber Apo ji roja ku dest bi têkoşînê kiriye û heta îro ku em di sala 50’emîn de ne, diyar kir ku bi rêxistinkirina gel û têkoşînê em dikarin encamekê bistînin û di vî warî de xebatên girîng kir û got ‘Gelê Kurd bin pençên qirkirinê de divê bi şerê gel ê şoreşgerî re li dijî qirkirinê têbikoşe.’

YPS’ê bi şêwaza têkoşînê ya rêxistinbûyî ya gelê şoreşger, wê bi pêngava serketinê ya ku Rêber Apo di sala 50’î ya têkoşîna xwe de daye destpêkirin derbên mezin li rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bide û cîhanê li ser serê wan hilweşîne. Bila faşîzma AKP-MHP’ê nefesa me li stûyê xwe hîs bike. Em li her derê ne, çalakiyên me wê li dijî polîsên dewleta faşîst, sazî, hevkar, pêkhateyên ku pergala exlaqî ya civakê xera dikin, bidomînin. Axa Kurdistanê wê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo bikeve jiyanê. Ji ber vê yekê weke YPS, YPS Jin em ê rê nedin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li ser xaka Kurdistanê bin.

Gelê Kurd ê ku di pença qirkirinê de ye, bi vê heqîqetê divê, bi ruhê xweparastinê li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têbikoşe. Ev têkoşîn ji bo hebûna gelê Kurd pêwîstiyek e. Bi vê hişmendiyê divê ciwanên Kurd, jin û gel xwe bi rêxistin bikin. YPS, YPS-JIN gel e, hêza rêxistinkirî ya têkoşîna gel e. Divê gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd li dijî rejîma faşîst bi însiyatîfa xwe bikevin nava liv û tevgerê. Divê ciwan û jin têkoşîna xweparastinê bi rê ve bibin. Di salvegera 50’emîn a têkoşîna Rêbertiya xwe de em bang li gelê xwe, ciwan, jin û ciwanên şoreşger ên Tirk dikin ku pêngava serketinê ya ku YPS’ê daye destpêkirin, bi awayek aktîf xwedî lê derkevin.

Çalakiyên meha tebaxê

Bîlançoya çalakiya meha tebaxê wiha ye:

Tîmên tolhildanê yên Şehîd Gunduz Akmeşe di 4’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê du caran bi bombeyên destan li wesayîta gardiyanekî xistin.

Tîma Tolhildanê ya YPS-JIN’ê ya Şehîd Cûdî Faraşîn 6’ê tebaxê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan a li Wanê digeriya bi bombeyên destan çalakiyek li dar xist.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Têkoşîn Farqîn a YPS’ê di 9’ê tebaxê de li Amedê li dijî mala bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.

Tîmên Tolhildanê yên YPS-JIN’ê yên Şehîd Çekwar Çubuk 12’ê tebaxê li navçeya Bismilê ya Amedê li dijî BÎM’ê bi fîşekên hewayî çalakiyek li dar xistin.

Di 13’ê tebaxê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tîmên tolhildanê yên Şehîd Ronahî Nisebîn a YPS-JIN wesayîta cerdevan û endamê AKP’ê Naşît Temellî şewitandin.

Tîmên tolhildanê yên YPS, YPS-JIN’ê bi wesîleya 15’ê tebaxê roja berxwedanê ya li Kurdistanê bi fîşekên hewayî, nivîs û şewitandina alan çalakî li dar xistin.

Di 21’ê tebaxê de tîmeya tolhildanê ya Şehîd Serxwebûn li Agiriyê li dijî wesayîta dewriye ya dijmin çalakiyeke mayinî li dar xist.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Vejîn Zana ya YPS-JIN’ê, Îdrîs Dirî ku di şehadeta Welat û Nîdal de ku di sala 2020’an de li gundê Kelê yê Geverê şehîd bibûn tiliya wî heye û sîxûrê dewleta faşîst bû di 21’ê tebaxê de bi çalakiyek ceza kir.

Tîmên tolhildanê yên Şehîd Dilgeş Azad 26’ê tebaxê li Wanê li trafoya ceyranê ya VEDAŞ’ê xistin û bêbandor kirin.

Di 27’ê tebaxê de çawîşê pispor Turgay Kulcû ji aliyê tîmên tolhildanê yên Şehîd Alî Tolhildan ve li Dîlokê hate cezakirin.

Di şeva 30 û 31’ê tebaxê de saet 24.00’an de li navçeya Ben û Sen a Amedê, tîmên tolhildanê yên Şehîd Mahîr Andok bi bombeyên destan li dijî Rêber Îyisoylu û kesên derdora wî yên ku tiryakê difroşe û sîxûrî dike çalakiyek li dar xist.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar