Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YPS/YPS-JIN: Dem dema azadiya Rêbertî û gelê me ye

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona YPS û YPS-Jinê bi daxuyaniyeke hevpar komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di salvegera 22’an de ye, şermezar kirin û diyar kirin ku têkoşîna li dijî komployê dê bi xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komploya naneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê kurd hatiye kirin û hîn jî dewam dike û wiha hate gotin: “Ev rastî hîn jî neguheriye. Ev pêvajo ji aliyê AKP-MHP a faşîst qirker ve hîn bi dijwarî tê dewamkirin. Li dijî kiryar û polîtîkayên tunekirinê û qirkirinê ku li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li dijî kurdan tê meşandin, mezinkirina berxwedan û têkoşîna azadiyê ji bo her kurdekî rastiyeke jêneveger e. Heta ku Rêberê me dîlgirtî be, heta ku polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me bên meşandin û YPS û YPS-Jin dê têbikoşin, li dijî her cûre zext, pêkanînên kolekirinê û qirkirinê dê têbikoşin, berxwedana xwe bidomînin.”

Koordînasyonê diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî komployê û berxwedana gel li gel zor û zehmetiyan bênavber dewam dike û wiha domand: “Berxwedana destanî ya bi pêşengiya Rêber Apo û têkoşîna me hîn jî dewam dike. Em; bi navê YPS’ê ku pêşengên vê berxwedanê ne, li gorî mafdarî û rastiya xwe ya têkoşînê, em ê nehêlin ku polîtîkayên qirêj ên dewleta çete AKP-MHP bi ser bikevin. Em ê tu carî ji parastina gelê xwe venegerin û Şerê Gel ê Şoreşger jî bi her awayî xurt bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dê agirê li zindanan û çiyê geş bû, li bajaran, li kolanan bilind bikin, bi vî agirê azadiyê li dijî faşîzmê têbikoşin.

Koordînasyona YPS û YPJ-Jinê diyar kir ku bi qirkirina kurdan hewl tê dayîn komplo bê dewamkirin û ev peyam da: “Lê belê divê bê zanîn ku ev planên qirkirinê dê tu carî bi ser nekevin. Parastina nasname, gel û hebûna me, têkoşîna ji bo azadiyê wezîfeya me ya bingehîn e. Em zanin ku heta sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nekin û Rêberê xwe azad nekin, tu wateya hilmstandinê jî nîne. Lewma divê komploger hemû, faşîst û nokerên wan ji me bitirsin. Yên ku polîtîkayên qirkirinê li kurdan rewa dibînin, yên ku van polîtîkayan dimeşînin divê zanibin ku wê li malên xwe, li kolanên xwe, li bajarên xwe nikaribin bi rengekî aram bijîn.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî komployê, faşîzmê, xiyanetê, nokeriyê, tunekirinê û koletiyê, wê her tim li ber xwe bidin û di pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bi berpirsyariya pêşengiyê rabin û daxuyanî wiha hat dawîkirin: “Dem ew dem e ku bênavber têbikoşin, li ber xwe bidin. Dem ew dem e ku li her deverê li ber faşîzmê rabin. Dem ew dem e ku Rêberê xwe, gelê xwe, çiyayên xwe, bajarên xwe azad bikin. Lewma divê 9’ê Cotmehê li faşîzm û nokeran jiyanê biherimîne. Li ser vê bingehê bi navê YPS û YPJ-Jinê em radigihînin ku heta azadiya Rêberê xwe, gelê xwe, çiya û bajarên xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin hêjayî Rêberê xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar