PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

YPS’ê li Cizîrê du kontrayan ceza kir

YPS’ê diyar kir ku di 4’ê kanûnê de li Tahîr Guven ê ku karê ajantî û kontrayê dikir ceza kirine û di 17’ê mijdarê de jî li sercerdevan Emîn Negîs dane yê ku di gelek cînayetên kujerên wan ne diyar de cih girtiye lê encama çalakiyê zelal nekirine

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi daxuyaniyeke diyar kir ku di 4’ê kanûnê de Tahîr Guven ê ku ji berê ve li hemberî tevgera azadiyê û gelê kurd bi dewletê re dixebitî û bi karên ajantî û kontratî êrîşî destkeftiyên gelê kurd dikir ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Demhat Spêrtî hatiye cezakirin.

Koordînasyonê da zanîn ku di 17’ê mijdarê de jî Tîma Tolhildanê ya Şehîd Adil Gite kontrayê bi navê Emîn Negîs daye lê ji ber şaşiyeke teknîkî çalakî negihiştiye encamê.

Daxuyaniya YPS’ê ya li ser çalakiyên wan wisa ye:

“Faşîzma AKP û MHP’ê gihiştiye asta xwe ya lûtkeyê. Êdî ev tişt ne bi tenê ji aliyê gelê Kurdistan û şoreşger û demokratên Tirkiyeyê, ji aliyê hemû gelên dinyayê ve tê dîtin. Ev faşîzm dixwaze hemû nirxên bingehîn, ked, hêvî û azadiyê bin pê bike. Ji bo ku hilweşandina xwe asteng bike wekî kabûsekê ketiye ser ruhê gelan.

Êrîşên herî giran li ser gelê kurd hatiye kirin û dema ku dijmin bêrûmetî ferz kiriye jî rastî berxwedana gel hatiye û vê berxwedanê faşîzma TC’yê dîn kiriye û TC’ê êrîşên xwe bi hovane domandiye. Li ser gelê kurd ev tişt tê ferzkirin ku yan tu yê xwe biparêzî yan jî tu yê nejî. Ji bo ku ev polîtîkayê bidomînin her metod bi kar anîne. Terbiyekirina bi birçîbûnê, kesên ku dengê xwe derdixin li zindanan terbiye bikin, gefa bi tirsanê û kuştin li hemberî gelê kurd bûne tiştên rûtin.

Dijmin wekî ku di mînaka Seyfettîn Savaş de jî tê dîtin dijmin ji ser malbatê gefan dixwe, dibêje ez ê pereyan bidim we û dixwaze mirovan ji nirxên wan ên cewherî dûr bixîne. Bi rêya tecawizê vî tiştî li ser jinên kurd dike. Êrîşên li ser gelê kurd evqasî zêde bûye ku kesên îxanet, sîxurtî û bêrûmetiyê qebûl nakin bi îşkenceyê ji helîkopterê tên avêtin wekî ku li Êlih û Sêrtê jî tê dîtin tecawizî zarokên kurdan tê kirin, cenazeyê zarokên wan bi rêya posteyê ji dayikan re tê şandin û hestiyên cenazeyan jî tên windakirin. Mehmet Tûnç û hevrêyên me yên din şoreşger li Cizîrê di bodrûman te bi saxî hatin şewitandin.

Ji aliyê din ve jî dewleta faşîst a TC’yê her cure teknîkê li hemberî milîtanên tevgera azadiyê bi kar tîne û herî dawîn bi hêza xwe ya dawîn bi çekên kîmyewî êrîş kiriye. Tişta zelal ev e ku artêşa dewleta tirk li hemberî berxwedana Milîtanên Azadiyê têk diçe. Rastiya Rêbertî û Têkoşîna Azadiya Kurdan di nav gelê kurd de ruhê berxwedanê û daxwaza îradebûnê ava kiriye. Gelê kurd fêm kiriye ku tekane rêya rizgariyê berxwedan û Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Divê gelê me nehêle ku faşîzm û alîkarên faşîzmê bijîn. Kî li ber azadiyê asteng bin divê ev astengî bi xurtî ji holê were rakirin.

Çalakiyên ku hatine kirin

Di 4’ê kanûnê de Tahîr Guven ê ku ji berê ve li hemberî tevgera azadiyê û gelê kurd bi dewletê re dixebitî û bi karên ajantî û kontratî êrîşî destkeftiyên gelê kurd dikir ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Demhat Spêrtî hatiye cezakirin. Ev kes li hemberî gelê kurd û Têkoşîna Azadiyê her cure hevkarî bi dewletê re kiriye û bi ajantî û kontratiyê êrîşî destkeftiyên gelê kurd kiriye. Li ser platformên dîjîtal jî êrîşî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û nirxên wê kiriye. Tevî Erdogan ê ku pêşengê faşîzmê ye û peywirdarên artêşê yên ku gelê kurd qir kirine jî gelek parvekirin kiriye.

Di 17’ê mijdarê de jî Tîma Tolhildanê ya Şehîd Adil Gite kontrayê bi navê Emîn Negîs daye lê ji ber şaşiyeke teknîkî çalakî negihiştiye encamê. Ev kesê ku sercerdevan e bi salan e li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û gelê kurd her cure êrîşên derexlaqî kiriye, di şehadeta gelek hevalên me de tiliya wî heye û di gelek cînayetên kujerên ne diyar de cih girtiye.

Ev kesên ku dostên faşîzmê û dijminên kurdên azad in hatine cezakirin û dê ji niha û şûnde jî werin cezakirin.

Em kesên wisa dişopînin û dê teqez werin cezakirin. Ev her du çalakî bi taktîkên cihê ji aliyê tîmên me yên tolhildanê hatine kirin.

Em YPS û YPS JIN diyar dikin ku kesên xwîna gelê kurd û gerîlayan rijandine, li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xebitine, hemû peywirdarên rejîma faşîst û îxanetkar wê bibin hedefa me û em sozê didin ku wê werin cezakirin. Tiştên ku we li hemberî gelê me kirine, em ê hesabê wê bipirsin. Li ser vî esasî em milîtanên Rêber Apo bi şîara ‘Azadiya te azadiya me ye’ banga têkoşîna hevpar li gelê xwe dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar