Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

YRD: Hevrê Gulistan û Hêro dengê heqîqetê bûn

Koordînasyona YRD’ê ragihand ku dewleta tirk bi piştgiriya hikûmeta Iraq û şebekeya xiyanetê Barzaniyan, êrîşên xwe yên qirkirinê zêdetir kiriye û wiha got: “Hevrê Gulistan û Hêro yên ku dengê heqîqetê bûn, gelê kurd û jin ronî kirin û perwerde kirin, wê ji bo me bibin ronahiya ku qet venemire.”

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanan pêk anî, daxuyaniyek nivîskî da.

YRD’ê ev tişt parve kir: “Dewleta tirk a qirker di polîtîkaya qirkirinê ya 100 sal in li hemberî gelê Kurd dimeşîne de bi ser neketiye, lewma dîn bûye. Dewleta tirk bi piştgiriya hikûmeta Iraq û şebekeya xiyanetê Barzaniyan, êrîşên xwe yên qirkirinê zêdetir kiriye. Ji bo bigihije vê armanca xwe, hewl dide hemû Kurdên têkoşîna azadî û hebûnê dimeşînin li her devera Kurdistanê qetil bike.”

Di daxuyaniya YRD’ê de ev tişt jî hate gotin: “Li ser vê bingehê Barzaniyan jî xiyaneta li hemberî gelê Kurd, kiriye şertê xwe yê hebûnê û bi ajantiya Barzaniyan hevrêyên me kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin. Em her du hevrêyên xwe yên şehîd bi hezkirin, rêzdarî û minetdariyeke bêdawî bi bîr tînin; bila serê malbatên me yên welatparêz, gelê me, hemû jinan û her kesê ji bo azadiyê têdikoşe sax be, di şexsê hevrê Rêbîn Bekir de ji bo birîndaran şifayê dixwazin.”

Di daxuyaniya YRD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em pir baş dizanin dewleta tirk a qirker û şebekeya xiyanetê Barzanî ji ber ku ji heqîqetê ditirsin, lewma ev êrîş pêk anîn. Em bi eşkere ji wan re dibêjin ku hîn jî bitirsin! Ji ber ku êrîşên we yên nemerdane, qet em kedkarên çapemeniya azad netirsandine. Berevajî, biryardariya me ya têkoşînê, hêrsa me û xwesteka me ya tolhildanê jî mezintir kir. Lewma em dibêjin ku hûn nikarin xwe ji têkçûnê rizgar bikin!

Bê guman hevrê Gulistan û Hêro yên ku dengê heqîqetê bûn, gelê Kurd û jin ronî kirin û perwerde kirin, wê ji bo me bibin ronahiya ku qet navemire. Ala ku ji Mazluman, Gurbeteliyan û Selçukan dewr girtîn timî bilind kirine û jiyana xwe fedayê azadiya gelê Kurd kirine. Mîna hevrê Alî Roj, Denîz Firat û Nujiyan Erhan dema li ser wezîfeya xwe, şehîd bûn.

Em kedkarên çapemeniya azad di ronahiya hevrê Gulistan û Hêro de dijîn û dixebitin, em ê têkoşîna van şehîdên xwe yên leheng mezintir bikin.

Em ê dijminahiya dewleta tirk a qirker a li hemberî nirxên gelê Kurd û mirovahiyê, ji vir û şûnde jî hîn xurttir deşîfre bikin.

Ji bo ku gelê kurd azad nebin, dijminê gelê kurd Barzaniyan mîna tora xayînan ji bo her cure xirabiyê li dijî gelê Kurdistanê, jinan û hemû mirovahiyê bike, wezîfedar kiriye.

Bi vî rengî weke kedkarên çapemeniya azad em ê astengiyên li pêşiya hebûn û azadiya Kurdan ji holê rakin û em ê jiyana azad û wekhev a ku armanca şehîdên me bû, teqez pêk bînin.

Li ser vê esasê em hevrê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn careke din bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan zindî bihêlin û armancên wan bi pratîk bikin û di her kêliya jiyana xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar