PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

YRK: Îranê li Merîwan, Çilçeme û Dîwandereyê dest bi operasyonê kir

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta dagirker a Îranê di 18’ê hezîranê de ji bajarên Sine û Hemedan hêzeke zêde aniye herêmên girêdayî Merîwan û Dîwandere.

Hêzên Îranê xwe li dibistan û mizgeftên gundên li herêmê yên weke Tewekulan, Agce, Gogce, Nergiselle, Qemçiyan, Deregawan, Kanî Temrxan û Şaqella bi cih kiriye û her wiha gelek baregehên seyar ên leşkerî ava kirine û ji bo gel qedexeya derketina derve ragihandine.

Li herêmên Çilçeme, Dûbra û Sultanê jî bi zorê dewar û pezê gel ji zozanan dûr xistine û dest bi operasyonê kirine.

Li gorî daxuyaniyê şeva 22’yê hezîranê ji saet 1’ê heta 5’ê berbangê balafirên keşfê yên hêzên Îranê li ser herêma Merîwan a li ser çiyayê Sultan û li Dîwandereyê li çiyayê Dûbrayê geriyane.

Fermandariya YRK’ê diyar kir ku serê sibeya heman rojê bi hewan, tank, katuşa û kobrayan herêm bi qasî du saetan hatin bombebarankirin û da zanîn ku paşê jî li gundê Gogce dest di operasyonek berfireh kirine û hêzên xwe li ser Dûbra û girên Derûberê bi cih kiriye.

Operasyona li herêmê hîne dewam dike û fermandariya YRK’ê da zanî  ku dê di derbarê operasyonê de paşê agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar