Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd aşkere kir

YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta tirk a dagirker de ya 28'ê tîrmehê li herêma Pencwînê ya Silêmaniyeyê bi balafirên bêmirov kir, 2 gerîla şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya du gerîlayên rojhilatê Kurdistanê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker de şehîd bibûn aşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Weke tê zanîn van salên dawî dewleta qirker û faşîst a tirk, li hember gelê kurd şerekî berfireh ê qirkirinê daye destpêkirin û li her derê Kurdistanê êrîşî pêşeng û welatparêzên kurd dike. Di encama van êrîşan de hem ji gel hem jî şoreşgerên Kurdistanê bi awayekî namerdane tên şehîdkirin.

Di çarçoveya van êrîşan de ku beriya niha jî me bi raya giştî re parve kiribû, 28’ê tîrmehê li bejahiya Çuwarta ya girêdayî Pencwîn a Silêmaniyê, firokeyên bêmirov ên dewlata tirk, dema hevalên me li ser erka xwe bûn êrîşî maşîneyek me kir. Di encama vê êrîşê de du hevalên me şehîd bûn û du hevalên me jî birîndar bûn. Hevalên şehîd bûne Şîlan Zagros û Zagros Zirêbar in.

Nasnameya her du  hevalên şehîd ev in:

Nav û Paşnav: Hediya Gerdene
Nasnav: Şîlan Zagros
Cih û Dîroka beşdarbûnê: 2022 / Bane
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

Nav û Paşnav: Amanç (Rekeft) Şerîfî
Nasnav: Zagros Zirêbar
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2022 / Pencwîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

Her du hevalên şehîd di pêvajoya beşdarbûna xwe ya gerîla de bi biryardariyeke mezin û fedekariyeke mezin tev li bûn. Wekî ciwanên Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabûn û bi taybetî jî di dema ku gelê Kurd ji bo azadî û hebûna xwe nav têkoşîneke bêeman derbas dibe de ji bo bibin bersiv û di şoreşa azadiyê de cih bigirin bi ruhê Apogerî helwesta xwe ya ciwantiyê raber kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar