Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd aşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Asos şehîd bûbûn eşkere kir.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 29’ê cotmeha 2022’yan de li çiyayê Asos 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) wiha ye: “Di demekê ku herêm aloz bûye û serhildan û şoreş li Rojihilatê Kurdistan û Îranê gur bûne û mafên gelê kurd bûne rojeva hemû cîhanê û tevgera me hêviyekê dide hemû serhildêr û şoreşgeran, êrîşên ser hêzên me jî zêdetir bûne. Herçend dawiya dagirkerîyê xûya dike, ewqas êrîşkartir dibin. Ji destpêka şoreşa jin, jiyan, azadî şûnde êrîşên li ser hêzên me zêdetir bûne û ew êrîş piranî bi destê dewleta tirk û bi rêya hêzên hewayî pêk tê. Amadekarî û fedakariya hêzên me bû sedem ku dijmin negihîşte armancên xwe. Fedakarî û berdêlên mezin yên ku me dan, bûne sedem ku dijmin weke hemû eniyan di wê eniyê de jî ser nekewe. Bêguman wê têkoşîna me heya şikandina tekûz ya dijmin berdewam be û emê serkeftin û rizgariya ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Di wan êrîşên dijmin de dîroka 29’ê cotmeha 2022’yan li çiyayê Asosê de hêvalên me Dilovan, Bager û Hogir Delîl bûn hedef û şehîd bûn. Em ji bo şehadeta wan hevalan ji malbatên wan yên rêzdar, gelê xwe û hemû hervrêyên wan yên têkoşer re sersaxiyê dixwazin û dizanin ku emê bihevre bi xwedî derketin ji rêbaz û hedefa wan, bigihîjin serkeftina ku ew jê re têdikoşiyan.

Hevalê Hogir bi hesteke paqij û girêdaneke mînak tevlî refên şoreşê bû, xwe perwerde kir. Çi karê kete pêşiya wî kir û di ciyên pir hestiyar û hesas de bi girêdan û aqileke şoreşgerî û pir temîz û deqîq karê xwe kir û hertim bi hesteke ciwan û dînamîk xwest ku zêdetir pêşde biçe. Wî rihê Arbaba û Baneya şoreşger bi zanabûna şoreşgerî re kire yek û di demekê de ku xwe amade dikir da ku karên mezintir di wê serdema hestiyar de pêk bîne, bû şehîdê rêya baweriya xwe û dîrok û mîraseke birûmet ji malabata xwe û gelê xwe re bi cîh anî. Bêguman rihê wî dê bibe havênê şoreşeke mezin li bilindiya Arbaba û çiyayên Kurdistanê de.

Hevalê Dilovan bi zanabûn û dilovaniya xwe ya bêhempa çendîn salan kedeke mezin di nav gel de da û piştre jî heman ked bi rihê çiyayan re kire yek û bû nimûneya hevaltîyê ji hevalên xwe yên têkoşer re û bû zarokê fedakar yê gelê xwe. Girêdana zanistî û hestiyariya ku bi rêberê xwe û gelê xwe re di xwe de çandibû, hêzek di wî de çê kiribû ku ew pêşde dibir û her dera ku çuyê keda wî xûya kir, dawiyê de jî bû beşek ji dîroka serfiraz ya gelê xwe.

Hevalê Bager jî rihê serhildêr yê Bismilê bi evîna çiyayan re anî û bi Rojhilatê Kurdistanê ve peywend da. Ew nimûneyeke ji yekpareya Kurdistanê û sinûrnenasiya ciwanên kurd ji bo tekoşîna netewî. Di hemû ciyên tkoşînê de bi hez kirin kar kir. Wî çawa ji Bismilê hez kir, ji hemû Kurdistanê jî hez kir û dawiyê de bû beşek ji çîroka evîn û serbilindiyad welatê xwe. Rihê wî dê şopînerê wê hezkirinê li welat be heya ku bi serkeftina doza xwe şa be.

Em ji malbata wan hevalên xwe yê şehîd û hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê re serxiyê dixwazin. Ew têkoşerên rêya mirovahiyê û azadîxwaziyê bûn. Bi hebûna wan tekoşerên fedakar û mezine ku şoreş pêş dikeve û em bibiryartir dibin ji bo ku azadiyê ji hemû mirovahiyê re pêşkêş bikin. Di kêlek xemgîniya xwe ya kûr ji şehadeta wan, hêza ku em ji wan digirin, dê bihilê ku em bi îradeyeke mezintir têkoşînê bikin û di rêbaza rêber xwe û azadiya gelê de berdewam bin. Soza me ji wan re dê gihîştina serkeftinê be. Em hemû gelê xwe jî dixwazin ku bi serdana malbatên wan hevalan merasimên hêjayî wan li dar bixin û bîranîna wan biheybet lidar bixin.

Şehîd hertim bi hêş û hestên me de saxin û qet namirin. Bijî têkoşîna azadîxwaza gelan li Kurdistanê û herêmê de.

Nasnameya hersê şehîdan wiha ye:

Nav: Hadî Rehmanî

Nasnav: Hogir Delîl

Navê dayik û bav: Nazdar – Mihemed

Cihê jê dayikbûnê: Gundê Sebetlu

Dîroka tevlîbûnê: 2017

Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos

 

Nav: Mihemed Akababa

Nasnav: Dilovan Cîlo

Navê dayik û bav: Xanim- Mihemed

Cihê jê dayikbûnê: Meletiya

Dîroka tevlîbûnê: 2015

Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos

 

Nav: Bênyamîn Akso

Nasnav: Bager Bismil

Navê dayik û bav: Redîfe- Ehmed

Cihê jê dayikbûnê: Bismîl

Dîroka tevlîbûnê: 2013

Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar