Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

YRK’ê nasnameya gerîlayên li Pêncewînê şehîd bûn aşkera kir

YRK'ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Pêncewînê di êrîşên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkera kir û wiha domand: “Heta dawiyê ji bo ku em xeyalên wan şehîdan bigihînin serkeftinê her tim ew ê di rêya van şehîdan de bimeşin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 2 gerîlayên di encama êrîşên hewayî yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê de li herêma Pêncewînê şehîd ketine eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 11’ê Mijdara 2023’an de li herêma Pêncewînê di encama êrîşên balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê de, hevrêyên me Berxwedan Kelhor û Rêdûr Baz ên li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, bi êrîşên nemerdane şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nav û paşnav: Îslam Cehanfer

Nasnav: Berxwedan Kelhor

Dem û cihê tevlîbûnê: 2017- Pêncewîn

Dem û cihê şehadetê: 2023- Pêncewîn

Nav û paşnav: Hesen Sebûrî

Nasnav: Rêdûr Baz

Dem û cihê tevlîbûnê: 2023- Dembat

Dem û cihê şehadetê: 2023- Pêncewîn

Hevrêyê me Berxwedan Kelhor li bajarê Şabad ê Kirmaşan di nava malbateke welatparêz, di sala 1980’yan de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi êş û zehmetiyan re mezin dibe di nava sîstemê de tu caran hêviya xwe ji jiyanê nabire. Zehmetiyên ku pê re rû bi rû dibe jê re dibe sedem ku têkeve nava lêgerînên ber bi jiyaneke azad ve. Di nava nêvenga zankoyê de û bi xwendina pirtûka Rêber Apo ya eşqa Kurd tevgera azadiyê nas dike û her ku diçe lêgerînên xwe yê ji bo jiyanê kûrtir dike. Bi şoreşa Rojava re mereqa xwe ya ji bo hîn ji nêztir fikir û felsefeya Rêber Apo naskirin hîn zêdetir dibe û jê re dibe mîna pirsekê. Di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla dibe û ji bo xwe vê yekê mîna tişta herî rast di jiyana xwe de kiriye dibîne. Ji bo demekê derbasî qadên şoreşê dibe û li Rojavayê Kurdistanê dibe xwedî ked û li beramberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Di nava jiyanê de hevrêyê me Berxwedan Kelhor bi sekna xwe ya fedakar, dilnizim û bê dûdilî heta dawî beşdar bû. Di nava hevalan de her tim dihate hezkirin û naskirin. Hestên xwe yên destpêka tevgera azadiyê nas dike bi xwendina Rêber APO û bi tecrûbeyên di nava jiyana gerîla de digre, her ku derbas dibe mezin dike û heta dawî bi fedakariyeke mezin kar dike.

Heval Berxwedan Kelhor ew mîrateya herêma kelhoran ya pehlewantiyê û egîdiyê çawa şehîdên mîn Şahîn Dalaho, Rizgar Zirne, Diyako Kelhor û bi dehan ewladên vê herêmê dane pêkanîn, di nava tevgera azadiyê de ew jî bû şopdarek û careke din rastiya wê herêmê da diyarkirin.

Hevrêyê me Rêdûr Baz li bajarê Maku di nava malbateke welatparêz çavê xwe li dinyayê vedike, ji zarokatiya xwe de bi serpêhatiyên gerîlayên Kurdistanê mezin dibe. Di nava derdora ku lê mezin dibe, hem di nava malbatê de, hem jî di herêmê de ku xwedî şehîd û beşdarbûnin di nava tevgera azadiyê de. Ev yek gelekî bandorê lê dike û beşdarî nava refên gerîla dibe. Bi temenê xwe yê ciwan rastiya dagirkeriya Îranê nas dike û berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava jiyanê de hevalekî xwedî sekneke ku her tim di nava pêşketinan de bû. Di heman demê de bi xwe perwerdekirin û her roj hîn zêdetir rastiya Rêber Apo naskirinê re dixwest ku hem rastiya xwe hem jî ya welatê xwe hîn ji nêz de nas bike. Heval Rêdûr bi xwendin û naskirina Rêber Apo re her ku diçû mereq û kelecana xwe ya di nava tevgera azadiyê de hîn xurtir dikir, hevalekî her tim di nava lêgerînan de bû. Ev jî dibû sedem ku her tim bê ku tu astengiyan li pêşiya xwe bibîne bi pêş bikeve û di nava hevalên xwe de bê hezkirin.

Wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di serî de em ji malbatên her 2 şehîdên xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din em didin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateyên wan hevrêyên xwe derkevin, em soz didin ku heta dawiyê ji bo ku em xeyalên wan şehîdan bigihînin serkeftinê her tim em ê di rêya van şehîdan de bimeşin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar