Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YSK di vê hilbijartinê de jî bi aşkereyî ji AKP’ê re xebitî

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de tevî alîgiriya YKS’ê, derfetên dewletê û nelirêtiya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî bajarên bakurê Kurdistanê dengê xwe da DEM Partiyê. Di hilbijartinê de AKP-MHP’ê şikestin dîsa jî binpêkirin û bêusulî berdewam kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xist û AKP’ê xwest li dijî hilbijartinê darbeyê bike lê bi saya berxwedana gel rê li ber hate girtin. Li cihên ku AKP’ê tevî bêusuliyan jî winda kirî, hewldanên ji bo xespkirina vîna gel didomin. Tevahiya îtîrazên AKP’ê yên ji bo encamên hilbijartinê tên qebûlkirin lê îtîrazên DEM Partî û CHP’ê yên li cihên tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqekî biçûk winda kirin tên redkirin.

Dema îtîrazê ya ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajaran bi dawî dibe. Îtîrazên ji bo lijneyan dê îro saet di 17.00’an de bi dawî bibin û biryar bên dayîn. Li dijî biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajar, dema îtîrazê yên li YSK’ê jî dê di 10’ê nîsanê roja çarşemê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Îtîrazên awarte yên li dijî biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajaran jî dê di 14’ê nîsanê roja yeşkemê saet di 17.00’an de bi dawî bibe.

Me îtîrazên partiyan û encamên wan dane ber hev. Îktîdarê têkçûna herî mezin li bajarên Bakur jiya. Li vê derê hilbijêrên veguhestî yekser bandor li 12 herêman kir. AKP hewl dide cihên nekarî bi hilbijêrên veguhestî bi dest bixe jî bi rêya îtîrazan xesp bike. Di hilbijartinên Rihayê de DEM Partî li 7 navçeyan bi ser ket û AKP’ê li dijî 6’an îtîraz kir. Ji bo Serêkaniyê biryara jinûvehejmartina dengan hate dayîn, îtîrazên ji bo Pirsûs û Wêranşarê hatin redkirin. Ji bo Xelfetî û Curnê Reş jî biryara nûkirina hilbijartinan hat dayîn. DEM Partiyê ji bo her du navçeyan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Li Sêweregê jî hat îdiakirin ku AKP bi ferqekî 64 dengan bûye partiya yekemîn. Li ser îtîraza Partiya Yenîden Refahê (YRP) biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn.

Her wiha ji bo gelek şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî îtîraz hate kirin. Tevî dengên polîs û leşkerên veguhestî jî DEM Partiyê şaredariya Colemêrgê bi dest xist. AKP’ê ji bo jinûvehejmartina dengan li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Li Giyadîn a Agiriyê DEM Partî ji sedî 57,43’yê dengan stand û MHP a ku 69 deng standî îtîraz kir. AKP’ê jî ji bo endamtiya meclisa giştî ya bajar îtîraz kir. DEM Partiyê hinceta biryarê xwest lê nehate dayîn. Hat zanîn ku lijne dê sibe bicive û biryarê bide. Li Kerboran a Mêrdînê ku DEM Partiyê bi dest xist, li ser îtîraza AKP’ê dê deng jinûve bên hilbijartin.

DEM Partiyê Şaredariya Pirxus a Xelata Bedlîs bi 9 dengan ferq bi dest xist û li ser îtîraza YRP’ê deng jinûve hatin hejmartin. DEM Partiyê şaredarî bi ferqekî 6 dengan şaredarî bi dest xist. AKP’ê ji bo Şaredariya Bajaroka Bazarcixê ya Dîgor a Qersê ku DEM Partiyê bi dest xistî jî ji bo dubarekirina hilbijartinê îtîraz kir.

Îtîrazên AKP’ê tên qebûlkirin lê yên DEM Partiyê hatin redkirin. DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar ku girteka wan nehatiye girtin û ji bo sindoqên deng bi komî hatine bikaranîn ên navçeya Çermûgê ya Amedê îtîraz kir. Li navçeya Gêlê jî namzetê AKP’ê bi ferqekî 217 dengan bi ser ket û ji bo 2 hezar û 218 dengên nederbasdar îtîraz hate kirin. Piştî îtîraza DEM Partiyê li lijneya hilbijartinê ya navçeyê hate redkrin, li lijneya hilbijartinê ya bajar îtîraz hate kirin. Hêj lijneyê biryara xwe nedaye. Yek ji navçeyên bi hilbijêrên veguhestî di rojevê de ye jî Hezro ye. Namzetê AKP’ê bi ferqekî 371 dengan bi ser ket. 904 deng jî nederbasdar hatin qebûlkirin. DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar jinûve bên hejmartin îtîraz kir lê lijneya navçeyê red kir. Li ser vê yekê li lijneya bajar îtîraz hate kirin.

Îtîrazên DEM Partiyê yên li bajar û navçeyên leşker û polîs weke hilbijêr lê hatibûn veguhestin hatin redkirin. Li navenda Bedlîsê namzetê AKP’ê bi ferqekî 198 dengan bi ser ket û 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. Rêxistina DEM Partiyê ji bo tevahiya dengan jinûve bên hilbijartin, serî li lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajar da lê hate redkirin. DEM Partiyê serî li YSK’ê da. Hêj pêvajoya îtîrazê didome lê mazbata dan namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay.

Serlêdana DEM Partiyê ya ji bo betalkirina hilbijartina li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji hêla lijneya hilbijartinê ya navçeyê ve hate redkirin. DEM Partiyê jî li lijneya bajar îtîraz kir û ew jî hate redkirin.Di heman demê de ji bo dubarekirina hilbijartina li Qersê ku gelek hîle û bêusulî hatin kirin jî îtîraza DEM Partiyê ya di 2’yê nîsanê de ji hêla lijneya navçeyê ve hate redkirin. Li ser vê yekê li lijneya bajar îtîraz hate kirin. Lê hem lijneya bajar hem jî YSK’ê îtîraz red kirin.

Li navenda Şirnexê jî îtîraza DEM Partiyê ji hêla lijneya hilbijartinê ya navçeya navendî ve hate redkirin. DEM Partiyê îcar serî li lijneya bajar da. DEM Partiyê û xelkê bajar, giliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar kir ku îtîrazên li dijî hilbijêrên “veguhestî” bi cih ne anî. DEM Partiyê ji bo navçeyên Şemzînan û Çelê û bajaroka Bajêrgê yên Colemêrgê, ji bo navçeyên Hawêl û Dihê yên Sêrtê jî bi daxwaza betalkirina hilbijartinan îtîraz kir. Îtîrazên ji bo Çelê, Hawêl û Dihê ji hêla lijneyên navçe û bajar û YSK’ê ve hatin redkirin.

Li gel şaredariyên DEM Partiyê, AKP’ê li dijî şaredariyên CHP’ê jî îtîraz kir. Di vê çarçoveyê de li ser îtîraza AKP’ê, biryara dubarekirina hilbijartina bajarokê Periyê ya Dêrsimê ku CHP bi ser ketibû hate dayîn. Ji bo şaredariyên Erdexanê jî îtîraz hate kirin û lijneya navçeyê biryara dubarekirina hilbijartinan da. Lê lijneya bajar ev biryar red kir. Li navçeya Çildirê jî namzetên AKP û CHP’ê 452 deng standin. Serlêdana namzetê CHP’ê ya ji bo dengên nederbasdar hate redkirin û biryar hate dayîn ku pişk were avêtin. Ji pişkê namzetê AKP’ê bi ser ket.

Li navçeya Guzelyurt a Aksarayê jî namzetê Partiya Îyî bi dengekî bi ser ket û AKP’ê îtîraz kir. Lijneya bajar biryara dubarekirina hilbijartinê da.

MHP’ê ji bo şaredariya Pinarbaşi ya Kayseriyê ku CHP bi ser ketibû îtîraz kir û lijneya navçeyê biryara dubarekirina hilbijartinê da. Îtîraza CHP’ê ya li dijî biryarê hate redkirin. Li navçeya Urgup a Nevşehîrê jî CHP bi ser ket û li ser îtîraza MHP’ê îtîraz kir û biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. CHP’ê li dijî vê biryarê li YSK’ê îtîraz kir.

AKP’ê li Stenbolê têkçûneke mezin jiya û li dijî şaredariyên CHP’ê bi dest xistî îtîraz kir. Li ser îtîrazan ji bo şaredariya Gazîosmanpaşayê, Tuzla, Beykoz û navçeya Yûsûfelî ya Artvînê biryara jinûvehejmartina dengan hate dayîn. Îtîrazên CHP’ê yên ji bo navçeyên Arnavutkoy, Bahçelîevler, Fatîh, Pendîk, Umraniye û Zeytînburnuyê hatin redkirin. Her wiha îtîraza CHP’ê ya ji bo Bajarê Mezin a Hatayê jî hate redkirin. CHP’ê serî li YSK’ê da. Lê hêj serlêdan nehatiye nirxandin, mazbata dan namzetê AKP’ê. Her wiha îtîrazên CHP’ê yên ji bo dubarekirin û jinûvehejmartina dengan ên ji bo navçeya Besnî ya Semsûrê, Korfez a Kocaeliyê û Karapinar a Konyayê jî hatin redkirin.

Li navçeya Keban a Xarpêtê ku MHP bi ser ket AKP’ê îtîraz kir, li navçeya Axînê ku AKP bi ser ket jî MHP’ê îtîraz kir. AKP’ê li navçeya Sîvrîceyê jî ku YRP bi ser ket, îtîraz kir. Li Gumuşhaneyê MHP bi ser ket û AKP’ê îtîraz kir, li Bayburtê jî AKP bi ser ket û MHP’ê îtîraz kir. Li her du bajaran jî deng hatin hejmartin lê encam neguherîn.

Li navçeya Ugurludag a Çorumê AKP bi ser ket û MHP’ê îtîraz kir. Piştî îtîraza MHP’ê hatî redkirin, serî li YSK’ê da. Li navçeyê di navbera her du partiyan de şerê çekdarî derket.

Tevî ku Partiya Memleketê û DSP tev li hilbijartina Bafra ya Samsunê nebûbûn jî di pusulayê de logo û navên namzetên wan hebûn. CHP, Partiya Îyî, Partiya Memleketê, YRP û DSP’ê îtîraz kirin. Daxwaza betalkirina hilbijartinê ji hêla lijneya bajar ve hate redkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar