Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

YSK’ê encamên fermî aşkera kir

YSK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku AKP’ê ji sedî 54,76, CHP’ê ji sedî 17,71, MHP’ê ji sedî 17,20, HDP’ê 4,21, ÎYÎ Partî 1,77, Partiya Saadet 1,55’ê dengan bi dest xistine. Ji bo hinceta betalkirina hilbijartinê jî YSK’ê tenê du sedem nîşan dan

Desteya Hilbijartina Giştî (YSK) encamên fermî yên Hilbijartina Giştî ya 31’ê Adarê aşkera kir. Li gorî van encaman, li bajarên mezin AKP’ê ji sedî 51,72, CHP’ê ji sedî 34,48, MHP’ê ji sedî 3,45, HDP’ê jî ji sedî 10,34’ê dengan bi dest xistine.

Li gorî encamên giştî jî AKP’ê ji sedî 54,76, CHP’ê ji sedî 17,71, MHP’ê ji sedî 17,20, HDP’ê jî 4,21, ÎYÎ Partî 1,77, Partiya Saadet 1,55’ê dengan bi dest xistine.

Li gorî endamên Meclîsa şaredariyan jî AKP’ê ji sedî 49,04, CHP ji sedî 22, 24, MHP ji sedî 13,59, ÎYÎ Partî ji sedî 5,26, HDP ji sedî 5,93, Partiya Saadet 1,42, Partiya Yekitiya Mezin jî ji sedî 1,30’ê dengan bi dest xistiye.

YSK’ê biryara bihincet a betalkirina hilbijartinê ku ji 250 rûpelan pêk dihat, bi raya giştî re parvekir. Sedema betalkirina hilbijartinê wiha hat destnîşankirin: “A yekemîn; tevî qanûnê jî di 754 sindoqan de pîşeya serlêdaran nehatiye tespîtkirin. A duyemîn jî di 108 sindoqan de cedvela jimartinê îmze nehatiye avêtin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar