Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YSK’ê hilbijêrên sexte qebûl kirin

YSK’ê îtîraza HDP’ê ya li dijî qeyda 9 hezar polîs û leşkerên ku li Navçeya Navendî ya Şirnexê li dijî pîvan û rêbazên hiqûqê hatibûn qeydkirin, red kir. YSK’ê tenê qeyda 745 kesên ku sivîl in betal kir

Beriya hilbijartina 31’ê adarê li bajarên Kurdistanê gelek polîs û leşkerên hilbijêr qeyda wan li dijî pîvan û rêbazên hiqûq û zagonan qeyd kirin. Yek ji bajarên ku bi hezaran polîs û leşkerên hilbijêr qeyda wan li ser nifûsa bajar qeyd kirin jî bajarê Şirnexê ye. Li navenda Şirnexê 9 hezar polîs û leşkerên hilbijêr qeyda wan li dijî pîvanan tomar kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev yek îtîraz kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û navçeyan da. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar li şûna qeyda leşker û polîsan betal bike, qeyda welatiyên sivîl betal kir. HDP’ê ji bo 3 hezar û 580 hilbijêrên li navenda Şirnexê li dijî pîvanan hatin qeyd kirin îtîraz kir. Tenê qeyda 238 hilbijêran hat cemidandin. Yên ku qeyda wan nehat rawestandin jî polîs û leşker in.

Li bajaroka Qesrikê îtîraza ji bo qeyda 11 hilbijêran hat red kirin.

Li navenda Qilebanê ji bo qeyda leşker û cerdevanên ku qeyda wan li dijî zagonan hatiye kirin îtîraz kirin, lê tenê qeyda 81 kesan hat rawestandin.

Li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê tenê peyda 139 hilbijêran hat rawestandin.

Li bajaroka Hîlalê ya Qilabanê ji qeydên 205 leşkeran tenê qeyda 69 hilbijêran hat rawestandin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji 927 hilbijêran tenê qeyda 179 hilbijêran hat guhertin û qeyda 121 hilbijêran hat rawestandin.

Li bajaroka Deşta Darê ya navçeya Hezexê ji 72 hilbijêran tenê qeyda 12 hilbijeran rat rawestandin.

Li navçeya Basa ya Şirnexê ji 638 hilbijêran tenê qeyda 15 hilbijêran hat betalkirin.

Li navçeya Sîlopiyê îtîraza 277 kesan hat kirin, tenê îtîraza 37 kesan hat qebûlkirin.

Li bajaroka Tilqebînê îtîraza 778 hilbijêran hat kirin tenê qeyda 33 hilbijêran hat rawestandin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar