Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yuksekdag dayikên berxwedêr silav kir

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî berxwedana dayikan peyamek parve kir. Yuksekdag dayik silav kirin û got; ‘Ên ku li dijî tecrîd û esaretê bi êş, hêrs û wijdana dayikan têdikoşin, teqez dê biserkevin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin, têkildarî berxwedana dayikên girtiyan ku bi rojane ji bo piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan li qadan li ber xwe didin, li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir.

Peyama Fîgen Yuksekdag wiha bû: “Ên ku heta deriyên girtîgehan jî ji bo we zêde dibînin û ji bo we zilma herî derexlaqî rewa dibînin divê baş bizanin ku ya ku dê wan xelas bike jî merhamet û edaleta we ye. Ez hêvî û berxwedana ku ji laçikên spî yên dayikan bilind dibe, silav dikim. Yên ku li dijî tecrîd û esaretê bi êş, hêrs û wijdana dayikan têdikoşin, teqez dê  biserkevin. Ez bi hesret û hezkirin we hembêz dikim û têm destê we.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêdetirî 7 hezar girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo xwedîderketina li berxwedana zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, dayikên girtiyan bi rojane li qadan li ber xwe didin. Lê her tim rastî êrîşên hovane yên polîsan tên. Tevî vê yekê jî berxwedana dayikan didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar