Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yuksekdag: Îktîdara AKP’ê dijminê jinan û gel e

Danişîna Fîgen Yuksekdag a li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome. Yuksekdag di parastina xwe de binpêkirinên li dijî jinan bi bîr xist û got ku îktîdara heyî dijminê jinan e. Yuksekdag diyar kir ku ew slavên xwe yên ji bo jinên ku di xwerêveberiyên cewherî de li ber xwe dane dîsa dubare dike

Danişîna doza hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin a li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir, berdewam dike. Di îdianameya ku ji 92 rûpelan pêk tê de Yuksekdag bi îdiaya ‘Rêveberiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Yuksekdag bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di danişînê de namzeta HDP’ê ya Serokatiya Şaredariya  Çankayayê Fîlîz Kerestecîoglu û endamên Koordînasyona Jinan a HDP’ê jî amadeb bûn.

Fîgen Yuksekdag di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Doz siyasî ye. Ji ber vê yekê ez jî dê daxuyaniyên siyasî bidim. Ez li vir wekî hevalê xwe yên din ji ber ku siyasetê dikim hatime girtin û girtî têm darizandin. Ez dizanim ku li ser we zexten siyasî heye. Lê ev roj jî dê derbas bibin. Divê tevî hemû zextan jî rastî bê parastin. Divê hûn jî rastiyê biparêzin.”

‘Îktîdara heyî dijminê jinan û gel e’

Di berdewamê de jî Yuksekdag der barê fezlekeya têkildarî axaftina wê ya mîtînga 8’ê Adarê ku li Amedê pêk hat vebûye parastin kir û wiha domand: “Rojane li cîhanê jin rastî tundiya mêran tên. Jin tên qetilkirin. Her dem mafê jinan ê jiyanê tê sînorkirin. Bi şev an bi roj ferq nake, nikarin azad li kolanan bigerin. Her roj tundiya mêr zêdetir dibe. Faîlê tundiyê mêr e û ev mêr bi destê darazê tê parastin. Mêr di deriyê pêşî re derbasî salona dadgehê dibe. Dema ceza digirin jî di deriyê piştre serbest tên berdan. Êdî bi rêbazên cuda li dijî jinan tundiyê pêk tînin. Rêya siyasetê li pêşiya jinê digirin. Bi sedan jinên siyasetmedar hatin girtin. Îktîdara siyasî dijminê jinê ye. Di 8’ê Adarê de 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst li Qada Taksîmê pêk hat.  Lê îktîdara siyasî bi gazên îsotê, guleyên plastîk êrîş kirin. Tevî hemû êrîşan jin netirsiyan û meşa xwe berdewam kirin. Bi vê yekê îktîdara siyasî careke din nîşan da ku dijminê jinê ye. Îktîdara siyasî dijminê gel û vî welatî ye.”

‘Muzakera qediyan û şer û mirin dest pê kir’

Yuksekdag daxuyand ku wê wekî jineke siyasetmedar, çareserî û rêya çareseriyê anî ziman û wiha pê de çû: “Min polîtikayên tecrîdê rexne kir. Qewimînên di nava sê salên dawî de hemû gotinên me mafdar derxist. Di pêvajoya çareseriyê de şer tune bû. Mirin tune bû. Krîza aborî tune bû. Piştî muzakere xelas bûn dîsa mirin û kuştinê dest pê kir. Îro li hemû girtîgehên  Tirkiyeyê li dijî tecrîdkirina Ocalan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ji bo rêya aştî û diyalogê bê vekirin û tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Li bajarên ku kolanên wan hatine qedexekirin, me zêde hesabê xerakirin û kuştinê nepirsî. Me ev rastî zêde li rûyê îktîdarê nexist. Sûcê me ev e.”

Jinên berxwedêr silav kir

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag têkoşîn û berxwedana jinan a di serdema rêveberiyên xweser de jî parast û wiha derbirî: “Di serdema rêveberiya xweser de kolan hatin qedexekirin û Dayika Taybet Înan hate kuştin. Cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Li Cizîrê mirov zindî beşdarî meclisê bûn. Diyar kirin ku dixwazin ji wir derkevin. Lê piştre ew bi saxî di jêrzemînan de şewitandin. Li Sûr û Cizîrê bê exlaqiya herî mezin hat kirin. Jinên hatin kuştin wêneyên wan ên tazî hatin belavkirin. Ji ber ku ez der barê vê bê exlaqiyê de di mîtîngan de axivîm, fezleke hatiye amadekirin. Ez wê axaftina xwe dîsa dubare dikim. Di rêveberiya cewherî de jin ji bo parastina jiyanê li ber xwe dan. Ji bo cewherê xwe biparêzin li ber xwe dan. Ez slavên xwe yên di mîtîngê de dubare dikim. Ez îro dîsa jinên li ber xwe dane silav dikim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar