Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yuksekdag: Miftekirina Îmraliyê miftekirina pêşeroja Tirkiyeyê ye jî

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî diyar kir ku tu siyaseta ji bo pirsgirêka kurd perspektîfeke çareseriyê pêşkeş neke wê sernekeve û têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha got: “Heta ku mifteya wî derî neyê vekirin, wê pêşeroja Tirkiyeyê jî miftekirî be.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin. Yuksekdag, piştî bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û 7 parlamenterên HDP’ê re hat binçavkirin, hat girtin. Daxuyaniyên ku Yuksekdag dabûn, çalakî û mîtîngên ku tev li bûbûn kirin mijara sûc. Di 21’ê sibata 2017’an de jî bi dengên AKP, MHP û CHP’ê parlamenteriya Yuksekdag hat xistin. Piştî ku Yuksekdag hat girtin di gelek dozan de bi salan cezayên hefsê lê hatin birîn. Yuksekdag, di nava siyasetmedarên ku ji Doza Kobanê tên darizandin de ye. Yuksekdag a nêzî 7 sal in ku girtiye pirsên me yên têkildarî pêvajoya girtina xwe, rewşa girtîgehan, doza girtinê ya derbarê partiya xwe de û geşedanên di rojevê de bersivandin.

Yuksekdag, diyar kir ku di girtîgehan de serdema herî xerab a dîrokê diqewime û bi lêv kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin veguheriye teşeyê rêveberiya desthilatê. Yuksekdag, bi lêv kir ku desthilat li ser darazê zextên xwe didomîne û bi vî awayî dixwaze desthilata xwe bidomîne. Yuksekdag, balkişand ku zextên ewilî li ser muxalîfan dihatin meşandin niha li ser hemû beşan tên pêkanîn û wiha got: “Girtîgeh, çiqilê dawî yê desthilata ku meşrûtiyeta xwe ya rêveberiya demokratik windakiriye xwe pê ve girtî ye. Ji ber vê yekê li ser hev girtîgehan vedike. Hemû amûrên zorê yên di destê xwe de bikartînin û zext û dorpêça li van deran zêde dikin. Girtîgehan di heman demê de ji aliyê pergalê ve bûn cihên cezayên mirinê lê tên înfazkirin. Wekî din tu bersiva 55 cenazeyên di saleke dawî de ji girtîgehan derketin nîne.”

 Kujerên jinan li derva ne

Yuksekdag, anî ziman ku girtiyên nexweş û polîtîk li girtîgehê tên ragirtin lê kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine û kujer tên berdan û wiha berdewam kir: “Înfazên girtiyên siyasî hatin şewitandin. Ev pêkanîn tena serê xwe dide nîşandan ku çiqas sûcê nefrete yê mezin tên kirin û cihekarî çiqas hatiye kûrkirin. Li dijî kesên ku ji ber gotinek, an twîtek, an ji ber xebatên siyasî desthilatê jê re gotin terorîst ên tên girtin, kesên jinan tînin asta mirinê sûcên ser çemandinê dikin tên hema bêje bêyî di girtîgehê de bimînin tên berdan.”

Di şexsê Tûglûk de destkeftiyên jinan ceza dikin

Yuksekdag, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk a pê re di heman girtîgehê de dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Diviya bû herî kêm beriya saleke Tûglûk hatibûya berdan. Lê dema bi desthilateke siyasî ya ji her cure nirxên mirovî bêpar maye re dibe muxatab, hevalên me yên weke Aysel ku divê tenê rojekê jî di girtîgehê de neyên ragirtin dîl tên girtin. Refleksên nefrete yên îdeolojîk, tolhildan û kînê yên kesên rêvedibin dikevin ber mafên bingehîn ên weke tenduristî û jiyanê. Aysel jî weke jinek û keseke di siyaseta demokratik de peywîrên girîng girtin ser xwe, bû hedefa desthilatê. Di kesayeta wê de cesareta siyasî ya tevgera jinên kurd, dîsa têkoşîna wekheviyê ya hemû jinên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û destkeftiyên wan ceza dikin.”

Yuksekdag, ragihand ku rewşa Tûglûk ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha pê de çû: “Pêvajoya Saziya Tiba Edlî (ATK) gelek giran derbas bû, rastî mûameya xerab hat. Di mehên derbasbûyî de ATK’ê raporên teşhîsê yên nexweşxaneya dewletê û fakulteya tipê tune hesibandin û tenê ji bo li hundir bigire û eziyet bike raporeke derew amade kir. Di encama van hemûyan de nexweşî pêş ket. Ji ber semptomên her ku diçe zêde dibin de di testên norolojiyê û mûayeneyê yên dawî de jî ev pêşketin hat raporkirin. Ji ber dermanê demansê yê bikartîne têrê nekir dermanê duyemîn bikartîne. Ji ber vê yeke di 16’ê îlonê de jinûve çû ATK’ê. Ji bilî berdana wê tu vebijêrkên tibbî û mirovî nînin.”

Tecrîd bandora xwe li her qadê dike

Yuksekdag têkildarî bandor û pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin de got ku miftekirina deriye Îmraliyê îhtîmala çareseriyê xelas dike û wiha pê de çû: “Heta ku mifteya wî deriyi neyê vekirin, wê pêşeroja Tirkiyeyê jî miftekirî be.  Ji ber ku gelên bindest, kedkar, jin û ciwanan di 6-7 salên dawî yên desthilatdara AKP’ê de nekarîn pêşeroja xwe wekî berê bibînin. Bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê AKP-MHP’ê û Erdogan ve û darbe, Rewşa Awarte, zêdekirina pêkanînên faşîzma vekirî paralelî hev in.”

Yuksekdag, bi bîr xist ku “Pêvajoya Çareseriyê” di mûxatabbûna Abdullah Ocalan de pêşketiye, di wan salan de xwîn ne riştiye û wiha bi lêv kir: “Her roja ku denge aştî û çareseriyê hate kêmkirin bi civakê re desthilata AKP’ê-Qesrê jî winda kir. Ev faturayeke aborî û siyasî ya giran û mezin e. Qasî ku miftekirina deriye giravê bidomînin wê krîza siyasî û aboriyê ya heyî berdewam bike.”

‘Peymana şer a AKP-MHP’ê

Yuksekdag, diyar kir ku piştî pêvajo bi dawî bû operasyon hatin destpêkirin û AKP’ê-MHP’ê “Peymana Şer” îmze kir. Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Ji şer û krîza wê afirand ji rêveberiya rewşa awarte sûd girtin û hatin heta van rojan. Civak û muxalefet bi darê ‘têkoşîna bi terorê û beka re’ kontrol kirin.”

Yuksekdag der barê êrîşên li ser partiya xwe wiha got: “Doza girtinê û Kobanê bi awayekî paralel dimeşînin. Dixwazin doza Kobanê ku siyasetmedar jê tên darizandin zû bi dawî bikin, ceza bidin û bikin palpişta bingehîna doza girtinê. Desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze di her du dozan de ceza bide û biçe hilbijartinê. Daraz kirin amûrê siyasetê, bi dozên komployê pêşiya muxalefetê girt, hatin dawiya xwe birêvebirinê. Heta ku komkujiya edalet û hiqûqê ya di dozên HDP’ê û Kobanê de hebin wê jinûve qezenç nekin.”

Tîfaqa Ked û Azadiyê girîng e

Yuksekdag, destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya di pêşengtiya HDP’ê de hatiye avakirin alternatîfeke û dazanîn ku girîngiyeke tifaqê ya dîrokî heye. Yuksekdag, diyar kir ku divê tifaq ne tenê ji bo hilbijartinê be û ev tişt gotin: “Tifaq bi deklarasyoneke berfireh hat avakirin. Ji vir û şunde ya esas ew e ku ruh û naveroka deklarasyonê zindî bibe û heza kişandinê hilberîne. Divê kesên dibêjin ked û azadî, daxwaza aştî, edalet û demokrasiye dikin di bin banekê de kom bin. Heta ku di rastiya Tirkiyeyê de ev pêk neyê ji kesê re mafê hebûn û aramiyê tune ye. Em dikarin bi serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê berê dîrokê biguherînin.”

Yuksekdag, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hêj bi kodên kevneşopî tê tevgerandin û got: “Îro Tifaqa Cûmhûr ya li desthilatê jî Tifaqa Milet a li muxalefeta bingehîn jî nikare derkevin derveyî vê çerxa bêsûd. Tirkiyeya Demokratîk encax ji derveyî vê çerxa bêsûd dikare derkeve holê. Dema azadixwaziya jinê, alîgirtina kedê û demokrasiya gel pêş ket û veguherî hêza rêveberiyê ev armanc dikare bibe rast.”

 

Yuksekdag, destnîşan kir ku tu siyaseta ji bo pirsgirêka kurd perspektîfeke çareseriyê pêşkeş neke wê sernekeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Asta serkeftina kesên bi înkar îmha û perçiqandinê nêzîkî vê rastiyê dibin li holê ye. Di vê xetê de ji tiştên desthilatê kirî zêdetir nikarin tiştekê bikin. Ji xwe di vê mijarê de tifaqa AKP’ê û MHP’ê li serî ye. Meseleya esas ew e ku dê tiştên ji wan cudatir çi bikin. Maseya Şeşan hêj derbarê vê mijarê de bersivek nedaye. Lê jeopolîtîka Tirkiyeyê bêbersiv hiştina vê pirse nikare ragire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar