Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yuksekdag: Tu hêviya me ji edaletê nîne

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di danişîna doza xwe de parastina xwe kir. Yuksekdag di serî de çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan silav kir. Yuksekdag got ku dadgeh bêalîtiya xwe winda kiriye û dadgerê dozê red kir. Yuksedag anî ziman ku ew di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jî bi israr in

Danişîna doza darizandina hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat destpêkirin. Di îdianameya ku ji 92 rûpelan pêk tê de Yuksekdag bi îdiaya ‘Rêveberiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Nûnerên gelek partiyan ên ku dixwestin tev li danişîna Yuksekdag bibin, di saetên serê sibehê de hatin salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Di heman demê de hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokên Giştî Mûrat Çepnî, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu û parlementerê Partiya Çep a Alman Hakan Taş jî di danişînê de amade bûn. Lê şandeya dadgehê ji bo şopandinê kotayeke ji 45 kesan pêk tê diyar kir û ji ber vê jî gelek kes nekarîbûn tev li danişînê bibin.

Bal kişand ser greva birçîbûnê

Fîgen Yuksekdag ku ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, di parastina xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven. Yuksekdag diyar kir ku di şert û mercên îro de weke siyasetmedar, gihîştine asteke xeternak û wiha domand: “Em di ferqa vê de ne. Me bi dehan caran got ku divê pêvajo neyê vê astê. Bi taybetî jî me ji desthilatdariyê re got; ‘Hûn Tirkiyeyê ber bi krîzekê ve dibin.’ Dozên me jî parçeyek ji vê operasyonê ne. Tu hêviya me ji edaletê nîne lê divê hemû dînamîkên têkoşîna civakî û welatparêz, hewl bidin ku em ji vê dojehê derkevin. Siyasetmedar di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi israr in. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 70’emîn de didome. Ji bo pêvajoya demokratîk, bedena xwe daye ber birçîbûnê .”

Guven û girtiyên di çalakiyê de silav kirin

Di berdewamê de jî Yuksekdag diyar kir ku parazvanên siyaseta demokratîk di nav çar dîwaran de ne û ev tişt anî ziman: “Leyla Guven parlementera vî welatî ye. Ji hêla desthilatdariyê ve hate hepskirin û bi destê darazê jî ber bi mirinê ve tê birin. Ne tenê Guven, gelek girtiyên siyasî, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di heman demê de Sebahat Tuncel û Selma Irmak jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ez vê têkoşîna hevalên xwe silav dikim.”

‘Desthildarî li ser dozên me siyasetê dike’

Yuksekdag bi lêv kir ku ji bo dirêjkirina dozê tu hewldanên wê nînin û wiha derbirî: “Jixwe hatime cezakirin. Qet nebe bila 20 salên din ceza li min were birîn. Jixwe destpêkê wekîltiya min hat betalkirin û ji bo min qedexeya siyasetê anîn. Desthilatdarî bi awayekî vekirî li ser dozên me siyasetê dike. Beriya hilbijartina berê, li ser hev ceza dan me û desthilatdariyê xwest ku li ser navê me serdestiya xwe îlan bike. Dema nû hatime vê derê, min ev yek anîbû ziman. Ez ne sûcdar im ku li vir parastina xwe bikim. Ez tenê dê li hemberî gelê xwe parastinê bikim.”

‘Ya bi guman saziya darazê ye’

Fîgen Yuksekdag diyar kir ku îdiayên der barê wê de tên kirin qebûl nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez vê şaşiyê sererast bikim. Rastî wiha ye; hûn dixwazin darizandina min dirêj bikin û bi vê re jî darazê asteng bikin. Bi vî awayî mudaxaleyê darazê dikin. Ev rezîlî ye. Gelo hûn li kîjan cîhanê dijîn.  Di mijara baweriya darazê de êdî we li binî xistiye. Berî bêm girtin 3 rojan ez çûm derveyî welat û hatim. Gumaneke wisa tune bû. Ya bi guman, saziya darazê bixwe ye. Kesên dixwazin ji me tolê bigirin û yên dibin amûrê vê, tiştên ku me jiyayîn tenê bi henekî jî bijîn dê kabûsan bibînin. Lê çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî tarîtiyê bernedin. Bêguman dê westandineke her dozeke birûmet hebe, ya me jî westandinek birûmet e, bila ser serê û çavê me be. Ez dadgerê dadgehê red dikim. Divê em pêşengiya siyaseta vekirina derî bidin ber çavan. Di şert û mercên pêvajoyeke wiha de, êdî baweriya min nemaye ku bi awayekî adilane bêm darizandin. Ji ber ku şandeya we di rewşa heyî de bêalîtiya xwe winda kiriye, ez dixwazim ji vê darizandinê xwe paşve bikişînim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar