Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji ber ku nikare şaedariyên Kurdistanê di hilbijartinan de bi dest bixin, bi destên qeyûman şaredariyan xesp dike. Desthilata faşîst di 2016-2019’an de 2 deman qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û îradeya gel hat xespkirin. Ev 8 sal in vîna gel xesp dikin û şaredariyên gel ji aliyê qeyûmên hatine tayînkirin ve tên birêvebirin. Li Kurdistanê gel niha xwe amade dike ku biçe ser sindoqan. Kordînatora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî Yuksel Genç, beriya hilbijartinan, der barê tayînkirina qeyûman ku wê bandoreke çawa li ser tercîha hilbijêran bike de nirxandin kir.
Yuksel daxuyakirin ku li Kurdistanê li gorî demên berê gel ketiye atmosfera hilbijartinê û wiha axivî: “Gelê herêmê di hilbijartinên 2019’an de gelek bi coş û kelecan bû. Bi taybet piştî qeyûmên di 2016’an de hatibûn tayînkirin şûnde, hilbijêran bi motîvasyonek xurt îsrara xwe ya di şaredariyan de îlan kiribûn. Piştî 2015-2016’an şûnde bi xerabûna pêvajoya aştiyê şûnde şikestinên derketin holê bandora wê di hilbijartinên 2019’an de hatibû dîtin. Hilbijartineke herêmî ya ku hinek peyamên der barê desthilatdarî û HDP’ê de dihewandin, pêk hatibûn. Niha hesta gelê herêmê wek sala 2019’an ‘em qeyûman naxwazin, em red dikin, em rêveberên xwe dixwazin xwedî lê derdikevin’ tenê bi bandor nîne. Motîvasyona niha ‘Hûn çi dikin bikin ez tercîha xwe naguherim’ serdeste û xwe wisa amade dikin.”
Yuksel der barê xebatên hilbijartinê de yên pêk anîne de wiha vegot: “Em derbarê hilbijartinan li herêmê xebatan dimeşînin. Di hilbijartinên 2019’an de çi dibe bila bibe hewcedarî hebû ku bersiv ji bo dewletê bê dayîn. Niha em dibînin ku ligel bersivdayîna ji bo qeyûman, xizmet û kesên ku dixwazin wan temsîl bikin, zêde bûye. Sedemên dayîna dengan ên ji bo DEM Partî û partiyên din cudan e. Hilbijêrên DEM Partiyê hinceta dengdayîna xwe ewil bi mijara kurd re girê didin. Ya duyemîn jî DEM Partî li gorî partiyên siyasî yên din hîn demokratiktir û piraniyan temsîl dike.”
Hilbijêr li dijî zextan xwedî li partiya xwe derdikeve
Di berdewamiyê de Yiksel diyar kir ku herêm xwedî tabaneke rêxistinkirî, polîtîk a ku daxwaza nasnameya xwe dike ye û wiha domand: “Neçareseriya pirsgirêkê bandor li jiyana siyasî û jiyana civakî dike. Bi kurtasî atmosfera siyasî ya li herêmê analîza pêvajoya sindoqan jî pêkan dike. DEM Partî û kevneşopiya siyasî ya jê tê her tim bi zextan re hatiye rû hev. Lê hilbijêr her tim li dijî zextan ligel partiya xwe cih girtin. Hilbijêrên DEM Partiyê ji partiya xwe di bendewariya gotinên şênber û hilberînadina polîtîkayên xurt de ne. Hilbijêr êdî nabêjin ‘Di her rewşê de partiya min e, ez denga xwe didimê’. Heman demê de dibêjin ‘bila kesên ku min temsîl dikin derxin, bila daxwazên me bibînin, bila polîtîkayên der barê hewcedariyên me de aşkera bikin.”
Yukselê destnîşan kir ku jin di hilbijartinên herêmî de têkiliya partiyan a bi herêmê re hatiye avakirin li ber çavan digirin û dengên xwe bi kar tînin û got: “Jin di jiyana rojane de hîna newekheviya zayendî ya civakî bi awayekî giran hîs dikin. Jin dixwazin ji xizmetên lênerînê fêdeyê bigirin. Xebatên hişmendiyan girîng dibînin. Hewce bi perwerdehiyên hişmendiya zayenda civakî dibînin. Jin li hemû qadan şertên wekhev û rehet, bi ewle dixwazin.