Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin

Parêzer Cengîz Yureklî anî ziman ku divê hemû kes rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê baş bibîne û wiha got: “Bi Newrozê xuya bû ku nepêkane ku bêyî Ocalan çareseriyek pêş bikeve.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji roja hatiye girtin heta niha Ocalan, yekemîn car karî di 27’ê nîsana 2021’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Bi zêdebûna fikarên derheqê tenduristî û ewlekariya Ocalan de, di 25’ê adar 2021’an de jî duyemîn car bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Mehmet Ocalan, diyar kir ku li ser telefonê 4-5 deqeyen hevdîtin kirine û piştî gotina Ocalan a “Ev hevdîtin gelek xelet e, ev hevdîtin nîne” jî telefon li ser wan hatiye qutkirin.

Bi ser vê axaftina telefonê ya dawî re salek derbas bû û ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî da zanîn ku nizanin bê ka miwekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di şert û mercên çawa de dijîn û rastî nêzikatiyeke çawa tên. Yureklî, destnîşan kir ku êdî rewşa heyî sînorê tehemûlê derbas kiriye.

Parêzer Yureklî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Yureklî da zanîn ku di nava salekê de ji bo gelek saziyên neteweyî û navneteweyî serlêdan kirine û wiha got: “Dema derfet çêdibûn jî me ev serlêdan bi raya giştî re parve kirin. Biqasî ku hiqûq rê dide, me ji merciyên îdarî heta saziyên darazê, gelek serlêdan kirin. Her wiha em li benda biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û serlêdanên me yên ji bo CPT’yê çêbûne. Her wiha me serî li roportorên taybet ên têkildarî Îşkence û Mafên Mirovan ên Neteweyên Yêkbûyî (NY) jî da.”

 Şert û merc nayên zanîn

Di berdewamê de Yureklî diyar kir ku agahiyên derheqê Îmraliyê de ji wan tên veşartin û wiha pê de çû: “Tevî ewqas serlêdanan jî me nekarî peywendiyekî bi miwekîlên xwe re deynin. Her wiha haya me ji agahiyeke herî biçûk a derheqê şert û mercên tê de dimînin de jî nîne. Di vê mijarê de rayedar tu agahiyan nadin me. Di piştperdeya vê de helwest û armancên qirêjî hene. Di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd hedef tê girtin û ev rewş tenê bi binpêkirina mafên mirovan nayê pênasekirin. Di halê hazir de îşkence tê kirin. Tu hiqûq vê rewşê qebûl nakin. Rewşeke polîtîk û civakî ku sînorê îşkenceyê derbas dike li Îmraliyê heye. Hinek nirxên ku di şexsê birêz Ocalan de li Îmraliyê nûnertiya wan tên kirin hene. Li wir berxwedanek heye. Mijara behsa xeberê, daxwaza azadiyê ya miletekî, daxwaza wekheviyê û têkoşîneke demokrasiyê ya topyekûn e. Ya ku li Îmraliyê tê kirin jî di esasê xwe de ji bo tunekirina van daxwazan e.”

Yureklî, diyar kir ku pergala Îmraliyê li ser vê bingehê hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma hemû cîhan çavê xwe li vê îşkenceyê digire. Raste rast an jî neraste rast, tiliya tevahiya van saziyan kêm zêde di vê pergala tecrîdê de heye. Yan beşdar bûne, yan jî ji ber ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derneketine rê li ber vê rewşê vekirine. Dizanin bê ka birêz Ocalan nûnertiya kîjan nirxên kurdan dike. Lewma dixwazin van nirxan li wir tune bikin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku têkiliya di navbera birêz Ocalan û gelê kurd de hîn xurtir bû û pozîsyona birêz Ocalan êdî derket asteke gerdûnî. Ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê îro azadiya birêz Ocalan tê qîrin. Fikrên birêz Ocalan tên nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî tê kirin. Kesekî texmîn nedikir ku dê birêz Ocalan berxwedaneke ewqas mezin raber bike. Lewma tecrîdeke ewqas giran tê sepandin.”

Rastiya Ocalan

Bi domdarî Yureklî anî ziman ku gelê kurd bi motîvasyona nirxên ku Ocalan nûnertiya wê dike ve herikî ye qadên Newrozê û wiha derbirî: “Qadên Newrozê nîşan dan ku pirsgirêka bingehîn a vî welatî pirsgirêka kurd e û di çareserkirinê de muxatab Ocalan e. Di rewşeke ku hemû cîhan bi agirê şer dikele û rejîmên otorîter zextê li gelan dikin de li qadên Newrozê pratîka demokrasiyê hat nîşandan. Ya ku ev pratîka demokrasiyê xistiye meriyetê jî nirxên ku birêz Ocalan nûnertiya wan dike û motîvasyona ku wî afirandî bû. Lewma divê em bi vî rengî binirxînin û guh bidin dengê qadan.”

 Qanûnên Îmraliyê

Parêzer Yureklî da zanîn ku nîşaneya demokratîkbûna dewletekê girêdayî bi pêkirina qanûnên heyî ye û ev nirxandin kir: “Di qanûna bingehîn de îşkence tê qedexekirin lê li Îmraliyê îşkence heye. Hûn neçarin bibêjin bê ku çima ev 23 sal in li ser miwekîlê me birêz Ocalan û girtiyên din nêzikatiyên îşkenceyê hene. Di Qanûna Bingehîn de cihêkarî hatiye qedexekirin lê çima di şexsê birêz Ocalan de ev qanûn tê beravajîkirin? Çima qanûnên xwe pêk nayînin? Çima sepanên li hemû girtîgehan li Îmraliyê derbasdar nînin? Meclis neçare ku van qanûnan bişopîne. Ev berpirsyariya wan a li hemberî gel e.”

 Banga xwedîderketinê

Cengîz Yureklî, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina bêhiqûqiya li Îmraliyê bi gelek rêxistinên civaka sivîl re serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Sepandina qanûnên heyî di asta neteweyî û navneteweyî de li gorî mafên mirovan, maf û erka her hemwelatî û rêxistinên civaka sivîl e. Di vê pêvajoyê de me zêdetirî 30 serlêdan li baroyê kirin. Me xwest ku ji bo parêzer bikarin peywirên xwe pêk bînin, derfetên guncav bên amadekirin. Yek du nêzikatiyên erênî çêbûn. Lê di mijara şopandina wan de pirsgirêk derketin. Mînak; di çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2019’an de rewşenbîr û nivîskaran gotin; ‘daxwazeke rewa û rast e. Hûn çalakiya xwe bi dawî bikin û dewrî me bikin. Em ê bişopînin.’ Lê belê di halê heyî de vê berpirsyariya xwe pêk nayînin. Ev berpirsyartî dîsa ketiye ser milên gel û civakê. Lewma her kesê xwedî wijdan, divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkeve.”

Di berdewamê de Yureklî got ku ev nêzî saleke tu agahî ji Ocalan nayên girtin û wiha berdewam kir: “Ev jî rê li ber polîtîkayeke ku encamên wan nediyar vedike. Bifikirin ku hûn 23 saetan di hucreyekê de bi tena serê xwe dimînin û salekî bi kesekî re peywendiyan nadeynin. Ev, îşkence ye. Rêbazeke îşkenceya veşarî ye ku texrîbkirina madî, manewî, fîzîkî û ruhê wî hedef digirî. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de ev rewş teşhîr kir û berpirsyariyên me bi bîra me tevan xist. Divê hemû sazî û dezgeh, hemû kesên maf û azadiya mirovan diparêzin, rewşenbîrên ku demokrasî, aştî û azadî ji xwe re esas girtine, hemû derdorên muxalîf û tevahiya gel deng bide vê bangawaziyê. Ji bo vê daxwazê divê tiştên hewce bikin.”

 ‘Bêyî Ocalan çareserî pêkan nîne’

Herî dawî jî Yureklî ev tişt destnîşan kir: “Lewma jî ji bo ku miwekîlên me bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û mafên wan ên li girtîgehê neyên binpêkirin, divê hemû kes vê daxwazê mezintir bike. Qadên Newrozê bûn lûtkeya vê daxwazê. Li qadan diyar kirin ku ev tecrîd li ser tevahiya Tirkyeyê, li ser demokrasî û gelan e. Û nîşanî hemû kesî dan ku mimkin nîne ku çareserî bêyî Ocalan çêbibin. Divê hemû kes li dora vê daxwazê bicive û bangewaziya me mezintir bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar