Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, rewşa wî careke din giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê
Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin hatine destpêkirin li girtîgehan, li Kurdistan û li gelek welatên cîhanê dewam dikin.
Yûsûf Îba ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê 31 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveer de ye, rewşa wî careke din giran bû û ew rakirin nexwşexaneyê. Hate ragihandin ku bêhn li Yûsûf Îba diçike, sînga wî diêşe û dilê wî bi rêk û pêk lê nade. TORONTO