Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zagona qirkirina girseyê

Beriya demekê di meclisa Tirkiyeyê de zagoneke bi navê peşîlêgirtina fînansmaniya çekên qirkirina girseyê hat pejirandin û ket meriyetê. Dema mirov navê zagonê dixwîne difikire ku zagoneke gelek baş derxistine. Navê wê jî gelek balkêş e. Her wiha ev zagon di çerçoveya peymana Neteweyên Yekbûyî de hat derxistin. Ango li gorî peymanên qada navneteweyî ku li hemberî bikaranîna çekên qirkirina girseyê hatine morhkirin ev zagon hatiye amadekirin. Di serî de wekî ku pêdiviyeke civakî hatiye bi cih anîn dixuye. Lê dema mirov li naveroka vê zagonê dinêre dîbîne ku ev zagon bixwe zagona qirkirina girseyê ye. Ji bo qirkirina civaka sivîl hewce nake çekên nukleerî yan jî kîmyewî hebin.  Bi vê zagonê jixwe dewlet biryara qirkirina girseyê dide. Zagon rêya avêtina qeyûman a li ser rêxistinên civaka sivîl vedike. Her wiha zagon derfeta beyî ku were dadgehkirin rêya ji peywirgirtina rêvebiran û her wiha bi tevahî girtina saziyên civaka sivîl vedike. Li ser navê ku fînansmaniya çekan bigire berê xwe dide saziyên civakî. Lewma jî navê vê zagonê pêwîst e bibe ‘zagona qirkirina girseyê’.

Di teoriya modern a dewletê de civaka sivîl û dewlet du qadên serbixwe yên hevseng in. Di cihê ku dewlet mekanizmayeke derveyî civakê de dixebite civaka sivîl pêdivî û berpirsiyariya civakê tîne cih. Ango civak li hemberê pêkutiyên dewletê bi rêya saziyên civaka sivîl hem bertekên xwe nîşan dide hem jî daxwazên xwe tîne ziman. Bi awayekî din ku mirov bêje saziyên sivîl guh, ziman û çavên civakê ne. Di her mijarê de mekanîzmaya xwe rêxistinkirina civakê ye. Her wiha rêya xweparastina civakê ye. Lê niha em dibînin ku dewleta Tirkiyeyê bi derxistina vê zagonê dixwaze vî mafê saziyan ê civakê ji destê wan bistîne. Jixwe dewlet îro veguheriye mekanîzmayeke totalîter. Çi bixwaze dikare bike û di heman demê de dike jî. Ji bo saziyekê bigire yan jî qeyûm biavêje ser saziyekê pêdivî bi zagonan nabîne. Li gorî dilê xwe tevdigere.  Dewlet ewqasî derketiye derveyî hiquqê ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê  bixwe jî nas nake. Biryarên ku dadgehên bilind dide pêk nayîne.  Bes madem dewlet jixwe çi bixwaze dike çima zagoneke bi vî rengî derdixe?

Di pênasekirina dewleta modern de tê gotin ku dewlet li gorî zagonên hiquqî bi rê ve diçe. Mesele rewabûn an jî mafdarbûn nîne, mesele hiqûqbûyîn e. Pîvan û rêgezên hiquqê jî li gorî parastin û domdariya dewletê ye. Tê gotin ku bi hilbijartinan gel mafê serdestbûnê dide hêzeke siyasî û ev hêz jî mafdar e ku zagonan li ser navê civakê derbixe. Ango hilbijartin çêdibe, gel deng bi kar tîne, partiyek an jî çend partî dibin desthilat û ev partî jî xwedî maf in ku zagonan çêbikin. Desthilat jî li gorî vê pênaseyê wekî ku jê tê hêvîkirin zagonan çêdike. Lê wekî di serî de jî hat ziman ji ber ku zagon ne li gorî rewabûn û parastina civakê têne derxistin di vê hêlê de îtîrazên derxistina zagonan jî zêde cih nagirin. Qada navneteweyî dema li darizandinekê dinêre û wê darizandinê digire dest ne li gorî rewabûnê darizandinê digire dest, li gorî qanûnên dewletê digire dest. Rastbûn an jî şaşbûna zagonê nagire dest. Bes dinêre gelo encam li gorî zagonê hatiye kirin an jî derveyî zagonê hatiye kirin. Niha dewleta Tirkiyê jî dixwaze qirkirina civaka sivîl qanûnî bike. Dixwaze ji raya giştî re bêje ku ew li gorî qanûnan tevdigere. Naxwe jixwe ji aliyê ferasetê ve tu eleqeya wê bi mafê mirovan û gelan tune ye.

Desthilita AKP-MHP ev çar sal in ku bi rêbaza qeyûman dewletê bi rê ve dibin. Rêbaza qeyûman nîşan da ku dewleta modern wekî tê gotin xwe naspêre helwesta demokratîk a gel. Wekî ku tê gotin demokratîkbûyîna dewletê jî ne ramaneke di cih de ye. Heke rastî wisa bûya pêwîst bû civaka navnetewî û saziyên dewletî yên giştî li hemberî kiryarên AKP-MHP’ê bertekên tund nîşan bidin. Lê mixabin bêdengiya sazî û dezgehên navdewletî yên hemberî şewitandina mirovan nîşan da ku feraseta dewletê ne li gorî heqîqeta civakê lê li gorî heqîqeta berjewendiyên aborî dixebite. Ji ber vê yekê jî pêwîst e bendewarî ne ji dewletê ji civakê were kirin. Niha bi vê zagonê dewlet dixwaze bi awayê qanûnî deng û behnstandina civakê qut bike. Heke civak nexwaze bêdeng bimîne û behna wê biçike divê di rêxistinkirina saziyên sivîl de israr bike.

Civak û girse tenê ne bi çekên kîmyewî û nukleerî têne qirkirin. Qirkirina mezin bêdengkirina civakê ye. Civakeke ku amûrên xweîfadekirinê ji destên wê werin girtin jixwe tê qirkirin. Civak herî zêde bi zagonên înkar û çewisandinê tê qirkirin. Her wiha qirqirina ramanî ji ya fîzîkî gelekî dijwartir û xerabtir e. Desthilata AKP-MHP bi vê zagonê dixwazin civakê bê dest û ling bihêlin. Dixwazin civakeke ku îtîrazan neke ava bikin. Civakeke ku ji polîtîkayên wan re deng nekin ji civakeke tuneyî zêdetir bi kêrî wan tê. Lewma jî civakeke ku bi tevahî bikeve xizmeta wan tê xwestin. Bi vê zagonê jî heqîqeta xwe didin avakirin.

Dewlet li gorî zagonên xwe polîtîkaya qeyûman dimeşîne. Mafdariya xwe ji qanûnên dewletê digire. Li gorî pîvanên dewletê tevdigere. Kesên ku wekî qeyûm kar dikin jî li şaşî yan jî xeletiya kar nanêrin. Wekî ku ji wan tê hêvîkirin tevdigerin. Li gorî qanûnên ku pê ve girêdayî ne tevdigerin, ne li gorî rewabûn an jî exlaqbûna kar. An divê dev ji memurtuya dewletê berdin an jî divê wî karî bikin. Niha çawa ku kes û saziyên dewletê li gorî zagonên dewletê tevdigerin pêwîst e endam û rêvebirên civaka sivîl jî li gorî pîvan û rêgezên civakê, li gorî exlaqê civakî tevbigerin. Çawa ku sazî û dezgehên dewletê mafdariya xwe ji qanûnên dewletê digrin lazim e civaka sivîl jî mafdariya xwe ji civakê bigire. Dema em bigirin dest diyar e ku heqîqeta civakê ji ya dewletê xurttir û rasteqîntir e. Rewabûna civakê jî ser dewletê re ye. Lewma divê li hemberî vê zagonê jî heya dawî helwest were nîşandan. Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li hember qeyûm çalakiyeke xurt pêk anîn. Pêwîst e hemû saziyên civaka sivîl jî li hember vê zagona ku civak û girseyê  qir dike bibin xwedî helwest.

Nûçeyên Têkildar