Li herêmên k udi bin dagirkeriya dewlet tirk û çeteyên girêdayî wê ne, gelek binpêkirina mafan û sûc pêk tên. Li gor agahiyên ku hatine parvekirin li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jin tên revandin, îşkencekirin û bi tecawizê rû bi rû tên hiştin. Têkildarî mijarê Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî Dr.Îman Zehran axivî.
Zehran bal kişand ser zagonên mafên mirovan û wiha got: “Mixabin Zagonên Mafên Mirovan ên Navneteweyî di êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de bi cih nehat. Jin nehatin parastin. Jin bi êrîş û kiryarên dewleta tirk re rû bi rû man. Zagonên navneteweyî jî jinan naparêzin. Di sala 2000’an de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di madeya 1325’an de biryarnameya di derbarê jin, aştî û ewlehiyê de gelek xal pejirandibû û têde banga zêdekirina beşdariya jinan dike. Her wiha di perspektîfa zayendiyê û di hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî de, behsa pêkanîna aştiyê û azadiya jinê tê kirin. Tevî pirbûna biryar û qanûnên li ser parastina sivîl û jinên li deverên şer ango di deverên aloz de, pêkanîna qanûnan li ser rûyê erdê pir bi nakok in. Ji ber wê qanûna mirovahî ya navneteweyî, di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê parastina jinan nekir. Di heman demê de çerxa navneteweyî nikaribû jinên kurd û hemû jinên li Sûriyeyê ji tundiya dewleta tirk biparêzin. Bûyerên binçavkirina jinan û windakirina wan, kuştin, destdirêjî û kiryarên din ên ku di derheqê wan de tên kirin, ne li gorî biryarên referansa Neteweyên Yekbûyî ne.”
Parastina jinan
Di berdewama axaftina xwe de Zehran da zanîn ku parastina jinan girîng e û pêwîst e hemû biryarên navneteweyî û qanûnî yên ku parastina jinan dikin pêk werin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriyeyê deverên ku dewleta tirk dagir kirine divê ev yek pêk bê. Ji ber ew jin rojane bi kiryarên bê exlaqî û mirovî re rû bi rû dimînin. Li dijî jinan di rewşên pevçûnan de gelek bûyer pêk tên. Bi armanca xurtkirina hevrêziya mekanîzmayên heyî yên Neteweyên Yekbûyî û piştgirîkirina bidawîbûna tundiya li dijî jinan bi her awayî, pêwist e em xebat bikin. Li gorî nêrîna min, divê jin weke qurbanên pevçûnan neyên dîtin. Ji ber jinên Sûriyeyê taybetî yên kurd wekî beşek ji civaka sivîl a rêxistinkirî, endamên tevgerên têkoşîn û berxwedanê, her wiha wekî aktorên pêvajoyên avakirina aştiyê ne. Loma parastina jinan a li dijî dewleta tirk girîng e. Rewş û reformên piştî pevçûnê dikare wekî fersendekê were dîtin da ku sûd ji mafên jinan bê wergertin.”
Mekanîzmayên zextê
Her wiha Zehran anî ziman ku divê zext li ser dewleta tirk bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di asta herêmî û navneteweyî de gelek gav hene lê ji bo vê yekê pêdivî bi gelek alav û mekanîzmayên zextê heye. Divê zext li ser dewleta tirk zêde bê kirin. Tundî û îşkence hatine belgekirin û ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê re hatine şandin. Tê de daxwazên mafên mirovan ên ji bo pêkanîna rêzikên qanûnên navneteweyî yên li herêmên şer, ji bo parastina mafên sivîlan, jin û zarokan hene. Lê bê bersiv dimînin. Li gorî texmîna min pêdivî bi zextê û gelek amûrên pêşîgirtina ji bo kiryarên bê exlaq ên dewleta tirk ên li Sûriyeyê, heye. Ev jî hewcedariya wê bi gelek hevpeymanan û aliyên herêmî û navneteweyî ku rastî girîngiyê didin van mijaran, heye. Her wiha pêwîstî bi afirandina makanîzmeyên pêkanîna biryaran û qanûna bi cih bîne, hene. Qanûn heye û biryarên wê jî hene lê têr nakin ku ji tundî û îşkenceya dewleta tirk re bibe asteng. Daxwazên me ev in ku hemû alî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên di derbarê rewşa mirovî ya sivîlan, jin û zarokan de yên wan diparêzin bi cih bînin.” HESEKÊ