Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Zana Farqînî: Kurdî zimanê hemû kurdan e û divê em lê xwedî derkevin

Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku dê di demên pêş de gavên pratîkî biavêjin. Farqînî got ku dê bi saya zimanan li Kurdistanê biratiyê pêk bînin û wiha dom kir: “Kurdî zimanê hemû kurdan e. Divê em xwedî li vî zimanî derkevin.”

Di 23-24’ê mijdara îsal de Tora Ziman û Çandan li Amedê civînek kir. Ji endamên Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan zimanzan Zana Farqînî têkildarî xebatên torê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Halît Çetînbaş re axivî.

Zana Farqînî anî ziman ku armanca civîna wan ew bû ku di nava civakê de hestiyariyekê ava bikin û wiha got: “Li erdnîgariya Kurdistanê hemû ziman bi pişaftinê re rû bi rû mane. Em ê di çarçoveya pêşniyarên hatine kirin û nîqaşên hatine meşandin de gavên hewce biavêjin. Ji bo vê jî em ê nexşerêyekê amade bikin. Em ê di qada siyasî de jî zimanê xwe zelal bikin. Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin.”

‘Em karê îro paşde nexin’

Di berdewamê de jî Farqînî diyar kir ku êdî dema pêkanîna hinek tiştan e û wiha pê de çû: “Divê em karê îro taloqî demên pêş nekin. Dem derbas dibe. Êdî em hatine wê astê ku dikarin zimanê xwe bi kar bînin. Me ev ziman ji dê û bavên xwe bi emanetî girtî ye. Lê em di rewşeke wisa de ne ku nikarin vî emanetî dewrî zarokên xwe bikin. Ev jî mirov diêşîne.”

Civînên destpêkê û mijarê wê

Bi domdarî jî Farqînî qala civînên ewil ên torê kir û wiha derbirî: “Me di van civînên destpêkê de bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê ya li ser zimanan, xwedîderketina li ziman, rewşa partî û saziyên kurdan, yekitiya neteweyî, yekitiya fikrî, polîtîkaya yek zimanî ya Tirkiyeyê hwd. Bêguman dê civînên me tenê di asta nîqaş, tespît û pêşniyaran de nemîne. Deklerasyona me jî li ser bingeha yekitiya fikrî hate ragihandin. Dê gavên pratîkî bên avêtin.”

‘Hewcehî bi yekitiya kurdan heye’

Herî dawî jî Farqînî bal kişand ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û ev tişt destnîşan kir: “Ji ber êrîşên li dijî gelê kurd, hewcehî bi avakirina yekitiyê heye. Kurdî, zimanê hemû kurdan e. Divê em xwedî li vî zimanî derkevin ku em hê pêşvetir biçin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar