Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Zanayê olî: Kesên ji bo welatê xwe canê xwe bidin, şehîd in

Zanayê olî Dr. Hawar Şafiî diyar kir ku dewleta tirk ji bo dagirkeriyê ola îslamê bi kar tîne û wiha axivî: “Her kesê ku bi niyeta parastina axa xwe bê kuştin şehîd e û gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê her dema ku zilm û zordarî hebûye, li dijî wê derketiye.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyan êrîşên dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê didomîne. Li hember êrîş û dagirkeriya tirk desthilata Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê bêdeng û bêhelwest in. Têkildarî vê mijarê Dr. Hawar Şafiî axivî.

Dr. Hawar Şafiî diyar kir ku êrîş û dagirkeriya li ser axa Kurdistanê ne tiştekî nû ye, ji mêj ve dagirker hewl didin ku axa me dagir bikin û wiha got: “Niha ku dewleta Tirk êrîş dike, ev yek berdewamiya dagirkeriya wê ya dîrokê ye. Sedemeke herî mezin ew e ku gelê kurd daxwaza azadî û serxwebûnê dike, gelê kurd her tim li hember êrîş û dagirkeriya dijmin derketiye.

Em nikarin bi tevahî bibêjin ku ev êrîşa ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser gelê me tê kirin, bi navê dîn tê kirin, rast e desthilatdariya tirk dîn bi kar tîne, lê sekulerên Tirkiyeyê jî piştgiriya vê dagirkeriyê dikin. Di dînê îslamê de ev yek ne rewa ye, dînê Îslamê tu carî piştgiriya dagirkeriya li ser miletên din qebûl nake, yê ku vê yekê bike tenê nûnertiya desthilatdariya xwe dike.”

Dr. Hawar axaftina xwe wiha domand: “Armanca Tirkiyeyê ji dagirkirinê ew e ku gelê me gelekî zindî ye, ew jî naxwaze ku gelekî zindî hebe. Pir ji berê ve gelek kesayetiyên şoreşger ji nav gelê kurd rabûne, azadîxwaz ji nav rabûne, her dem bi wêrekî hewl daye ku bigihîje serxwebûnê. Ev desthilat dixwaze ku gel wek kole di bin desthilata wê de be, deng û hebûna wî tune be. Armanca wê ew e ku hişyarî û hebûna kurdan ji nav bibe.”

Hawar Şafîî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dewletên dagirker cudahiyê naxin navbera zarokekî û kesekî asayî, bi her awayî komkujî û jinavbirina jîngehê pêk tînin û domand: “Ev êrîşên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser axa me tên kirin, jîngeh û gundan jî ji nav dibin, ji ber ku ji gundan şaristanî belav bûye. Ji ber van êrîşan xelk tê kuştin û koçber dibe, gund wêran dibin, li her cihê ku zilm û zordarî hebe, divê xelk bersiva wê zilm û zordariyê bide, divê xelkê wan deveran jî çekdar be da ku li dijî wê zilmê derkeve. Her kesê ku bi niyeta parastina axa xwe bê kuştin şehîd e û gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê her dema ku zilm û zordarî hebûye, li dijî wê derketiye.”

Dr. Hawar amaje pê kir ku divê mamosteyên olî û gel li dijî vê dagirkeriyê rawestin û wiha got: “Ew zalim kî dibe bila bibe, mamosteyên olî çênabe piştgiriya wî bikin. Loma me tu carî ne bi zaliman re ye, divê her kes li dijî zaliman raweste û rê lê bigire. Ji ber vê yekê, divê pêşengên mamosteyên dînî yên Kurd şoreşgerên kurd bin, Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran û Şêx Mehmûdê Hefîd bin, ji ber ku wan xwe ji bo rizgariya gelê me kiriye qurbanî. Ji ber vê yekê, divê em di rojên înê de li dijî zilm û zordaran, bi taybetî li dijî dewleta tirk ku êrîş û dagirkeriyê li ser gelê me pêk tîne, rawestin.”

Dr. Hawar Şafiî di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku bi her awayê ku dikarin li dijî dagirkeriya dewleta tirk rawestin û wiha bi dawî kir: “Divê mirov bi her rêyekê, bi xwepêşandan û axaftinan, hetta bi parvekirinekê jî dikare li dijî dagirkeriyê raweste. Çênabe bandora partiyan wisa li me bike ku em piştgiriya zaliman bikin û li dijî mezlûman rawestin. Peyama min a dawî ev e ku her kesê ji gelê me ku li hember dijminan radiweste, bila li ser rêya şoreşgeran be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar