Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zanîngeha Ziman û Rojnamegeriya Kurdî: Welat, Welatê Me û Azadiya Welat – Samî Tan nivîsand

Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Li dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanîn baw e (…)

Hacî Qadirî Koyî

Rojnameya Azadiya Welat di 21’ê çileya 1996’an de li Stenbolê piştî bidawîbûna weşana Rojnameya Welatê Me, dest weşanê kiriye. Welatê Me di sala 1995’an de dest bi weşanê kir û 46 hejmar derket. Rojnameya Welatê Me jî dûvajoya Rojnameya Welat bû. Heke hejmara provayî ya Rojnameyê bidin aliyekî li Bakur di salên 1990’î de yekemîn rojnameya kurdî Welat e. Wê jî rojnameya heftane di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kiriye, jê 115 hejmar hatine weşandin. Welat di sala 1994’an de ji ber pest û pêkutiyên dewletê û tengasiya aborî hate girtin.

Her çi qas em ji van weşanan re dibêjin, “rojname” jî, ev weşan hemû heftename bûn, lewre heftane derdiketin. Rojnameya Azadiya Welat jî heta 15’ê tebaxa 2006’an wekî heftanameyekê weşan domandiye, di sala 2006’an li Amedê dest bi weşana rojane kiriye. Yekemîn gerînendeyê giştî yê Azadiya Welat Mehmet Gemsiz (Zana Farqînî) bû. Min ji sala 1997’an heta 2005’an wekî gerînendeyê giştî, koodînatorê giştî û sernûser di vê rojnameyê kar û xebat kirin.

Em dikarin di dîroka rojnamegeriya kurdî de van weşanan (Welat, Welatê Me, Azadiya Welat…) wekî “Ekola Welat” bi nav bikin. Piştî kovara Hawar û Ronahiyê, herî zêde di van rojnameyan de zimanê kurdî demeke ev qas dirêj, di hemû warên jiyanê de wisa bi berfirehî hatiye bikaranîn. Ekola Welat ne tenê di warê rojnamegeriyê de belkî ji wê zêdetir, di warê danîn, pêşkêşkirin û belavkirina rêz û rêzikên rêziman û rastnivîsa kurdî de wekî zanîngeheke gelêrî kar kiriye.

Kedkar û xebatkarên van rojnameyan sînorên çêkirî yên dagirkeran şikandine, bi zimanê şîrîn û xweşik ê kurdî, bi hişmendiyeke neteweyî û demokratîk xebatên xwe domandine. Bi pêşengiya kedkarên vê rojnameyê hişmendiya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî li nav civaka kurd belav bûye û gihaştiye asta tevgereke sivîl û demokratîk.

Di van rojnameyan de bi sê zaravayên sereke yên kurdî (kurmancî, kirmanckî û soranî) nûçe, gotar hatine weşandin. Qada weşangeriya van rojnameyan gelekî berfireh bû, gelek rewşenbîrên kurd di van rojnameyan de dest bi nivîskariya bi kurdî kir. Ji gotarên siyasî bigire, heta mijarên aktûel û nivîs û nirxandinên çandî, wêjeyî û qerfî di van rojnameyan de hatine weşandin.

Xebatkarên rojnameyê xwe tenê bi karê rojnamegeriyê sînordar nekiriye, li gel vê yekê di bin navê Weşanên Welat de gelek pirtûk çap kirine, her wiha kovara qerfî Pîne jî dîsa ji hêla xebatkarên Azadiya Welat ve hatiye derxistin.

Kedkar û xebatkarên ekola Welat digel hemû pest û pêkutiyan, tevî hemû zor û zehmetiyan heta roja ku derfetên weşanê bi temamî ji destê wan hatine girtin, xebatên xwe domandine. Îro jî ew bi hişmendiyeke demokratîk û neteweyî di qadên cur bi cur de têkoşîna parastin û pêşvebirina ziman, çand û nasnameya kurdî didomînin.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ekola Welat di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de wekî rûpeleke zêrîn hatiye tomarkirin û heta hetayê jî dê wisa bimîne. Bi vê bîr û baweriyê ez salvegera Azadiya Welat li hemû dildar û dilsozên ziman, çand û nasnameya kurdî pîroz dikim û li ber şehîdên çapemeniya azad bejna xwe ditewînim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar