Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zanyarên gerstêrkan: Li Marsê jî ziryan radibe

Li gorî zanyarên gerstêrkan li Marsê jî ziryan radibe lê belê tenê bi şev bandorê dike

Derveyî cîhanê gerstêrka ku berf lê dibare Mars e. Li gorî zanyarên gerstêrkan li marsê jî ziryana berfê pêk tê lê belê tenê bi şev bandorê dike.

Zanyarên gerstêrkan ên Zanîngeha Pierre-et-Marie-Curie a Parîsê, di lêkolîneke xwe de ya meha tebaxê weşandin, tespît kiribûn ku li Marsê jî ziryana berfê radibe.

Di encama hilma avê ya ku tîr dibe de ewrên ku çend km ji atmosfera sar û ziwa ya Gerstêrka Sor zêdetir, krîstal pêk tên û ji van krîstalan ewrên (sîrus) çêdibin.

Di sala 2008’an de sondaja fezayê ya Amerîkayê Phoenix, tespît kiribû ku danê şevê herî kêm du caran di bin tebeqeya ewran de berf dibare. Lê belê dihat texmînkirin ku ev krîstalên qeşayê, ji ber bandora gravîteya pir giran digihîjin erdê.

Lê lêkonînerên fransî teoriyeke din pêş xistin. Mars Global Suveyor û Mar Reconnaissance Orbiter bi alîkariya sondajên fezayê, li gorî bilindahiyê guhertinên germahiya atmosferê lêkolîn kirin. Lêkolîneran modeleke ku meteorolojiya Marsê nîşan dide, pêş xistin.

Li gorî demsalê Gerstêrka Sor car caran bi berfê spî dibe lê belê ev berf beriya berbangê di nav çend saetan de dihele û dibe dûxan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar