Mamoste, rojnamevan û hunermendên Xaneqînê diyarkirin ku ji ber ku kes girîngî nade bi zaravayê Kelhurî, metirsiya tinebûnê li ser heye. Herwiha dan zanîn ku zaravayê Kelhurî di bernameyên xwendinê de nînin, ji bo wê jî roj bi roj ber bi tinebûnê ve diçe.
Di 17’ê mijdara 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibatê wekî roja Zimanê Zikmakî ragihand in. Li seranserê cîhanê bi boneya vê rojê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.
Bi taybet ji ber polîtîkayên asîmlasiyonên gelek ziman metirsiya tunebûnê li ser hene. Di nava zaravayên zimanê kurdî de, zaravaya kelhurî jî heye. Kelhurî tevî zaravayek berfirehe, xwedî dîrokek kevne jî. Lê ji ber ku kêm tê bikaranîn, di dibistanan de nayê xwendin û nivîsandin, ragihandin jî bikarnayîne, metirsiya tinebûnê li ser heye. Kelhurî dibêjin, eger zaravaya wan bikarneyê, wê bi demê re ji holê rabe.
Zaravaya kelhurî yek ji zaravayên zindî ya gelê kurd e, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir tê bikaranîn. Li Başur jî bi taybet li navçeya Xaneqînê tê bikaranîn. Li Rojhilat jî herî zêde li Kirmaşan tê bikaranîn. Lê niha metirsiya tunebûna zaravaya kelhurî heye. Derbarê mijarê de mamoste, rojnamevan, hunermend û berpirsê Navenda Çandê ya Xaneqînê axivîn.
Berpirsê Navneda Çandê ya Xaneqînê Macid Şalyar got ku divê girîngî bi zaravaya kelhurî were dayîn, ji ber ku her zaravayê neyê bikaranîn wê winda bibe. Macid sedema tunebûna ziman bi fêr nekirina dayîk û bavan ve girêdide. Macid diyarkir ku di bernameya xwendinê de jî ev zarava nehatiye bicihkirin û got: “Em weke navenda çandê ya Xaneqîn, her tim hewl didin girîngî bidin vî zaravayî. Ji bo dewlemendkirina zaravaya kelhurî em semîneran didin, gelek peyvên zaravaya kelhurî ji holê rabûne, lê em hîn li vê herêmê bikartînin û diparêzin.”
Mamoste Ênstar Mehmud jî derbarê mijarê de destnîşankir ku ew weke xelkê Xaneqînê, bi zaravaya kelhurî kêfxweşin û diparêzin.
Hunermend Rizgar Mehmud jî derbarê heman mijarê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:“Eger em kelhurî bikarbînin, wê ji holê ranebe, zindî bibe û were parastin. Lê berevajî eger em bikarneynin, bi demê re wê tune bibe û peyvên zimanên din cihê xwe bigrin. Ji bo vê nabe zilm li şêwaza kelhurî were kirin, pêwîste em bi kelkurî axivin û girîngî bidinê.”
Rojnamevan Rajan Macid jî got; “Kurdî zimanek dewlemende, hejmarek zêde mirov bi zaravaya kelhurî di axivin, lê pirsgirêk ew e ku kes girîngî nade vî zaravayî. Ev zarava di bernameyên xwendinê de nehatiye bicihkirin. Gelek kes hene dema bi vê zaravayê di axivin, şerm dikin. Sedema vê jî paşguhxistina vê zaravayê ye. Ragihandin û rojnamevan girîngî nadin vî zaravayî.”