Lê îro dayika wî ew bi zorê şiyar kir û bi zorê cilên wî li wî kir. Bilez solên wî xistin pê û ji mal derketin. Sibeyeke bi ba û berf û baran, sar û cemidî. Dilopên baranê bi rûyê wî diketin serwîs li ber derê malê li benda wî bû. Dayika wî ew maç kir û got oxir be kurê min û li serwîsê siwar kir. Serwîs qelebalix û cihê rûniştinê ji wî re tune bû, çenteyê wî jî giran bû. Xwe kêşa ber camê û li ser piya ma. He roj wisa bû. Gelek caran bi hereketkirina wesaîtê bi ser hevdu de diqelibîn.
Çil û pênc deqe şûnde gihabû dibistana xwe. Çû polê û li cihê xwe rûnişt . Cihê wî li ber pacê bû, bi awayekî bê moral li derve dinihêrî. Roj ewr û tarî bû şilakî û bi hemû hêza xwe baran dibarî. Dilopên baranê bi cama pola wî diketin û diherikiyan, lewre ewr û mij ketibû camên pola wî û êdî derve nedidît.
Mamoste got rojbaş zarokno. Hemû rabûn ser piyan û gotin rojbaş mamoste. Ders dest pêkiribû. Lê wî tenê li camê dinihêrî. Bala mamoste kêşabû, lê got belkî hê ji xewê şiyar nebûye û dengê xwe nekir. Piştî çengê lêxist, mamoste got, zarokno dema taştê ye herkes ratiba xwe derxîne. Dengê xire xir û cire cira ratiba bi polê ket. Êdî li ber herkesê ratib hebû herkesî dest bi xwarinê kiribû. Lê wî tenê li camê dinihêrî, ne ratib danîbû ber xwe û ne li derdora xwe dinihêrî.
Ji nişka ve midûrê ku li polan digeriya kete hundir. Got rojbaş mamoste! Noşîcan be zarokno! Hemûyan got spas mamoste. Midûr çavên xwe li ser sirayên polê gerand û dît ku herkes xwarinê dixwe lê tenê li ber wî xwarin tuneye. Hema ji nişka ve bang kir û got,
-Hey kurê min, ka ratiba te, qey dayika te ji te re ratip amade nekiriye. Lê wî qet bersiv neda. Midûr di nav zarokan de çû û milê wî girt anî pêşiya zarokan. Li aliyek wî mamoste li aliyek wî midûr sekinî bû. Midûr got,
-Tu ji bo çi xwarinê naxwî, qey ratiba te tuneye.
-Na ratiba min heye, lê ez îro bi rojî me.
– Rojiya çi?
– Da ku roj tarî û reş nebe ez rojî digirim.
Midûr fêm kir û bi hêrs got,
-Navê te çi ye, got navê min Botan e.
– Himm dêmekî Botan e!
-Lê Botan tê çi wateyê tu dizanî gelo?
– Erê navê welatê bavê min e.
Midûr aciz bû û got,
- Here cihê xwe rûne.
Ji dibistanê zivirî bû malê, dayika wî ji bo wî xwarin amade kir û got were kurê min. Nêzikê dayika xwe bû û got,
- Dayê?
- Bêje dayê heyran.
- Dayê mamoste ji bo ku navê min Botan e dizanin ku ez kurd im an na?
- Navê te navê kurdan e dizanin lê tu ji bo çi dipirsî?
- Îro dema min got navê min Botan e midûr heçkû ji min hez nekir.
Dayika wî li çenteyê wî nihêrî û got,
- Botan te taştê nexwariye ratiba te nevebiye bo çi?
- Botan aciz bû û got ma qey tu jî wek midûr nizanî ku îro 15’ê Sibatê ye û ji bo ku roj reş û tarî nebe ez rojî digirim. Li hemberî gotinên Botan dayika wî matmayî ma û lorîk bi çavên wê de hatin xwarê û Botan hembêz kir.
Paşê telefonê lê da dayika wî bersiv da. Ji dibistanê digeriyan û digotin saet yekê dayik û bavên Botan bila werin dibistanê. Dayikê got, temam em ê bên û dîsa kurê xwe maç kir û got, belê rast e kurê min. Divê îro her kesek ji bo ku roj tarî nebe tiştek bike…