Rojavaya ku piştî şoreşê ji aboriyê ber bi tenduristiyê ve, ji ekolojiyê heta perwerdeyê bi pêş ket, bi xebatên xwe yên Çand û Hunerê qadên ku civak tê de xwe îfade bike û çanda xwe biparêze ava kir. Gelê ku di hawirdora şerê ku zêdeyî 10 sal in didome de ji şano heta folklor, ji sînemayê heta rêzefîlmên TV’yê di qadên çandî de hatine perwerdekirin. Her wiha ev zêdeyî 4 salan e ku ji bo teşwîqkirina zarokan ji hunerê re gelek proje hatine meşandin. Yek ji wan jî koma şanoyê ya zarokan e ku îsal di pêşengiya TEV-ÇAND’ê de hat vekirin.
Destpêkirina projeyê ku armanc dike zarokên li hemû bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di perwerdehiya şanoyê re derbas bibin, li bajarê Dêrikê hat dayîn. Li Rimêlan, Kobanê, Hesekê û Tirbespiyê wê bi hevkariya Saziya Malbatên Şehîdan, Hilala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şîlêr li hemû bajaran çalakiya hunerî bê lidarxistin.
Projeya Koma Şanoya Zarokan ku ji zarokên şehîdan bigirin heta zarokên ji ber dagirkeriya li herêmê di kampan de dijîn, di nav xwe de dihewîne, armanc dike ku pêşî li wêraniya şer bigire. Di projeya Çand û Hunerê de ku zarokên ereb ên li herêmên rizgarkirî yên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê jî wê perwerdehiya şanoyê bibînin, her zarokek bi çand û zimanê xwe wê şano bilîzin. Perwerdeyên ku hefteyê rojek wê bê dayîn; Di projeyê de ku bi armanca bilindkirina lîstikvanên şanoyê yên jêhatî bi deng, muzîk, tevger, rîtm û perwerdeyên lîstikvaniyê hate destpêkirin, her komeke zarokan wê ji 30 kesî pêk were.
Armanc 8 komê şanoya zarokan ava kirine
Endama Şanoya Çiya Ekîn Ronî ya ku bi xwe bi Koma Şanoya Zarokan re eleqedar e û di pêşxistina projeyê de ked daye û yek ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê Şemal Reşîd li ser navaroka projeya koma Şanoya Zarokan ji ANF’ê re axivîn.
Ekîn Ronî anî ziman ku, di xebatên çand û hunerê de Şanoya Zarokan qels maye û got, “Li Rojava di xebatên Çand û Hunerê de serkeftinên girîng hatin bidestxistin. Di van 5 salên dawî de, bi taybetî di projeyên Çand û Hunerê yên ku mezinan beşdar dibin de, bernameyên ku zarok dikarin xwe tê de îfade bikin, hene. Ji aliyê Çand û Hunerê ve gelek şaxên hunerê hebûn. Yek ji wan şano ye. Lê beşa Şanoya Zarokan tune bû. Îsal me projeyeke nû îmze kir. Ji bo pêşxistina şanoya zarokan em ketin nava hewldanê. Şanoya zarokan a bi pêşengiya TEV-ÇAND-Rojava dest pê kir wê li hemû bajarên Rojava bê organîzekirin.
Ekîn Ronî çima şano ji bo zarokan girîng e wiha anî ziman, “Şano ji bo pêşketina kesayeta zarokan girîng e. Şanoya zarokan fikirîn, xeyalkirin û şiyana hestyarî ya zarok pêş dixe. Ew dihêle ku kesayetiya zarok bipije. Ew ji zarokê re dibe alîkar ku xwe bi hawîrdora xwe re adapte bike. Ew aliyê biryardayînê ya zarokê pêş dixe, wî fêr dike ku bûyeran bi gelek awayan binirxîne û objektîf be. Ji ber vê yekê bi rêya şanoyê perwerdehiya kesane tê dayîn û asta têgihiştina wan pêş dikeve.”
Di nava 3 mehan de armanc temamkirina projeyê bû
Ekîn Ronî diyar kir ku, dê heta havîna sala 2023’yan proje bidawî bibe û got ku piştî perwerdeya şanoyê û senaryo biqedin dê festîvaleke mezin a zarokan bê lidarxistin û wiha dewam kir, “Di perwerdeyên me de çîrokên ku çanda kurd û ereban temsîl dikin, tê xwendin. Ev çîrok weke sanaryo têne nivîsandin. Piştî perwerdeyên ku têne dayîn, rol li gorî jêhatîbûnê têne dabeş kirin. Projeya me dê di nav 3 mehan de biqede. Çîrokên kevneşopiyên Kurdan Çûkê Pîrê, Pîrê Rovî, Pîsik û Mişk, Dîk û Qertelê wê bi rêya şanoyê bên lîstin. Bi vî awayî di arşîva kurdî de gelek çîrok hene û hemû çîrok li pey hev wê derkevin ser dikê. Her yek ji van senaryoyan dê li bajarekî were lîstin.
Komên TEV-ÇAND’ê li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê ku weke herêmên rizgarkirî tên zanîn jî hene. Li vir jî dê ereban bigihêjin hev û çîrokên ku ji çanda ereban hatine berhevkirin dê ji aliyê zarokan ve bi senaryo û şanoyê bên lîstin. Her zarok dê çand, ziman û hunera xwe nîşan bide. Çanda gelan wê bi vî rengî nifş bi nifş were derbaskirin. Rojava qada şerê germ e. Piraniya malbatên ku ji şer bandoreke neyînî dîtine niha neçar in jiyana xwe di kampan de bidomînin û hejmara zarokên li kampan dijîn pir zêde ye. Em ê xwe bigihînin van zarokên li kampê dijîn û komeke şanoyê ava bikin. Eger em nikaribin bi rêya hunerê hilweşîna şer bi temamî ji holê rakin jî, perwerdekirina zarokan bi awayekî saxlemtir, bi moral, motîvasyon û psîkolojiyê wê bibe wesîleya pêşketineke mezin. Şer bû şerê ziman û çandê û di encamê de axa me hat rizgarkirin. Dibe ku em bi têkoşîna çand û hunerê tiştên ku bi siyaset û şer nayên kirin mayînde bikin.”
Sîstema kapîtalîst civak ber bi tunebûnê ve bir
Ekîn Ronî bal kişand ser girîngiya Çand û Hunerê û bang li malbatên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Armanca me ew e ku em zarokan bi hunerê bidin naskirin û hunera şanoyê pêş bixin. Li herêmê hê jî şer didome. Ev hawirdora şer di hemû qadên jiyanê de xwe dide der. Malbatên li herêmê dijîn divê zarokên xwe bişînin navendên çandê û tevkariyê li geşkirina hunerê bikin. Ji ber ku pergala kapîtalîst civak ber bi tunebûnê ve bir. Sazî û rêxistinên ku bi Şoreşa Rojava hatine avakirin, li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezin dimeşînin û civakê ji nû ve ava dikin. Ji ber vê yekê divê malbatên me bi şandina zarokên xwe bo navendên çandê girîngiyê bide perwerdehiya avakirina kesayet.”
Divê zarok tevlî çalakiyên çandî bibin
Yek ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê Şemal Reşît behsa xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê kir û têkildarî girîngiya Koma Şanoya Zarokan ev nirxandin kir, “Beriya Şoreşa Rojava çand û çalakiyên hunerî li herêmê tunebûn. Piştî şoreşê em ketin nava xebatên hunerê û em ketin ferqa ku em çiqasî ji çanda xwe dûr ketine. Divê nifşên nû wek me mezin nebin. Divê bi ziman, nasname û çanda xwe mezin bibe. Ji ber vê yekê jî divê her zarokek di navendên çandê de mezin bibe, tevlî xebatên çandî bibe û ziman û çanda xwe nas bike. Zarokên me yên ku perwerde dibin, wê piştî demekê nifşên nû perwerde bikin. Bi vî rengî wê çanda gelan neyê jibîrkirin.”