Divê dê û bav du tiştan bidin zarokên xwe: Kok û bask (Johann Wolfgang von Goethe)
Heger kok û bask nebe, zarok nikari fir bidin û rêya xwe bibînin.
Ev kok tê çi wate yê? Kok ne tenê zarok çêkirine, ev tê wateya berpirsiyariyên dê û bavtiyê. Dê û bav divê di destpêkê de ewlehî, heskirin û naskirinê bidin zarokên xwe. Ev yek ji bo bingehek xwe-rûmetê, baweriya bi cîhanê, lazim e. Zarok hewceyê pêbaweriyê ye, da ku bikaribe bêtirs hawirdorê xwe nas bike.
Piraniya me dibêjin zarok gerek bê tirs bikaribe mezin bibe. Lê mixabin ev wek gelek caran tenê bi gotinan dimîne. Ji ber ku civak, malbat, pergal di sedsala 21’an de jî, zarokan ji xwe û êrîşan derûdora xwe nikare biparêze. Mafê zarokan wek ên jinan li gelek deverên cîhanê nayê naskirin. Zarok ji ber şer, tundî, xîzanî, destdirêjiyê di bin tahlukeyek mezin de ye.
Tenê li Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker bi zêdeyî 100 zarok astengdar bûn, an kor bûn an jî ji dest û lingên xwe astengdar bûn. Bi sedan zarok ji ber şer travma dijîn. Li Şengalê jin û zarokan revandin û kirin kole, di bazaran de firotin. Destdirêjî li wan kirin. Ev êrîşên hovane li ber çavê hemû cîhanê bûn û dibin.
Gotina zarok pêşeroja me ye hema hema em hemû dizanin. Heger zarok pêşeroja me ye ka werin em ji bo pêşerojê çi dikin?
Yên ku şeran derdixînin ma ne ev sîsteme, ma ne mezin in? Yên ku êrîşên zayendî dikin ne mezin in? Yên ku tundiyê li dijî zarokan dikin, ne mezin in? Yên temaşe dikin dîsa ne mezin in?
Em hemû jî dizanin ên gûnehkar mezin in. Zarok her tiştî ji me mezinan hîn dibin. Şer, tundî, lêdan, xirabî, derewan. Zarok li me temaşe dikin. Em çi dikin ew me teqlîd dikin. Zarokên ku rastî tundiyê tên heger tedavî nebin potansiyela ew jî sibê bibin sûcdar bilind e.
Hefta borî gelek li ser doza Elmali nîqaş hatin kirin. Du zarokên ku îstîsmara zayendî ya li wan hatibû kirin, bi wêneyên xêz kiribûn, exlaqê civakê nîşanê me hemû dan.
Li gorî daneyan di nav 10 salên dawî de li Tirkiyeyê 250 hezar zarok rastê îstîsmara zayendî hatine. Dewleta tirk, di îstîsmara zarokan de di rêza 3‘yemîn de ye.
Ev dane tunebûna exlaqa civakê nîşanê me dide. Îktîdara AKP-MHP’ê civakê gorî xwe dizayn dike, bi wan bûyeran bêexleqiyê normalîze dike û pêşiya wan bûyeran vedike. Ji ber ku sûcdaran bê ceza dihêle û ev yek jî rêya sûcên nû vedike.
Her çend normên exlaqî di her çandî de ji hev cuda bin jî, nirxên ku mirovahiyê dikin yek hene. Çiqas reaksiyona civakî li ser medyaya dîjîtal çêbibe jî, ya ku bêexlaqiyê mehkûm dike û derdixe pêş civaka rêxistinkirî, keseyetan naskirî, sazî û hêza siyasî ye.
Erka hêza siyasî wan bûyeran nîqaş kirin û di hêla parastina mafê zarokan de hiqûqa heyî pêk anîne. Bi cezayên hişk dikare pêşiya wan êrîşan bigire.
Li aliyê din gerek li dibistan, sazî û di nav malbatan de perwerdeyên xweparastin, bedena xwe parastin, were dayîn. Zarok bikaribe dema rastî tundî an jî êrîşa zayendî hat, hem xwe biparêze hem jî behsa êrîşa lê hatî kirin bike.
Mînak ji bo zanebûna civak û zarokan di televîzyonan de spot an jî bernameyên kurt ji bo xweparastin û bedena xweparastin dikarin bên çêkirin.
Cîhana zarokan xira nekin, bihêlin bila çavên wan bibiriqin û rûyê wan herdem bikenin.